Xerabya
Xerabya (bi tirkî: Yenice), gundekî navçeya Mêrdînê Midyadê ye.
Xerabya | |
---|---|
Yenice | |
Koordînat: 37°22′56″Bk 41°28′33″Rh / 37.38222°Bk 41.47583°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Mêrdîn |
Navçe | Midyad |
Bilindahî | 910 m (2990 ft) |
Nifûs (2010) | 18 [1] |
Koda postayê | 47500 |
Koda telefonê | (+90) 482 |
biguhêre |
Niştecihên gundê Xerabya bi tevahîya xwe Êzîdî ne û ji dema destpêka şerê navbera PKK'ê û Tirkiyê, di sala 1984'a de, ji ber zextên dewletê, êrîşên kes û cerdevanên derûdora gund, neçar mane ku gundê xwe biterkînin.
Gundê Xerabya û gundê Taqa, ku gundekî cîran e, ji aliyekî ve pismamê hevin û ji aliyê din ve jî ji rojên berê bûne wekî yekbendî li baremberî gund û eşîrên derûdorên Midyadê. Ji ber vê piştgiriya hevûdin jî bi derketina gundiyên Taqa piştî salên 1990'î û 1992'a, yên ku li gund man ji ber sedemên xweparastinê ew jî hatin gundê Xerabya û li vî gundî bicih bûn. Lê di heman salê da jî dewletê, kes û cerdevanên derûdorê êrişên xwe nesekinandin û zexta li ser gundiyan berdewan kirin. Di sersala 1993'a de, di rêça navbera Xerabya û gundê Mizîzexê êrişêk ji aliyê cerdevan û kesên alîgirê dewletê li deşta Begla yê pêk hat û di encam da kesek bi navê Gewriyê ji gundê Mizîzex ê (şofêr bû), Xelîl Debe ê xerabî û jinek bi navê Nûrê Kaya hatin kûştin, sisê bi giranî neh kes jî birîndar bûn.
Piştî vê êrişê êdi kesên ku li gund mabûn jî neçar man gundê xwe biterkînin û ew jî koçî Ewropayê bûn û îro xerabî bi tevahiya xwe li Almanyayê û çend malbat jî li Belçîkayê dijîn. Vêgavê tu kesê xerabî di gund de nemaye, lê çend malbatên koçer li gund bicîh bûne.
Gelhenasî
biguhêreSal | Gelhe |
---|---|
2010 | 18[1] |
2000 | 6[2] |
1990 | 198 |
1985 | 638 |
Çavkanî
biguhêre- ^ a b tuik, 2010[girêdan daimî miriye]
- ^ Yerelnet, Yenice, ji orîjînalê di 27 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 23 adar 2011
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |