TRT Kurdî
TRT Kurdî, kanaleke televizyonê ya bi kurdî ye ku wekî yekemîn kanala fermî ya komara Tirkiyeyê li roja 25ê kanûna pêşîn a 2008an (hingî navê wê TRT 6 bû) dest bi weşana xwe ya ezmûnî ango testê kir. Di 1ê kanûna paşîn a 2009an de saet 19:00ê li gorî saeta herêmî dest bi weşana xwe ya asayî kir. Ev kanal yek ji kanalên fermî yên ser bi Saziya Radyo û Televizyonê ya Tirkiyeyê ango TRTê (bi tirkî: Türkiye Radyo Televizyon Kurumu) ye. TRT Kurdî rojê 24 demjimêran bernameyan bi zimanê kurdî, anjî bi jêrnivîsa kurdî pêşkêş dike.
TRT Kurdî | |
---|---|
Destpêk | 1ê kanûna paşîn 2009 |
Welat | Enqere, Amed, Tirkiye |
Ziman | Kurdî (dimilî, kurmancî, soranî) |
Qada weşanê | Worldwide |
Malper | trt |
Berdestî | |
Peyik | |
Türksat | 12685 H, SR 30000, FEC 5/6 |
Eutelsat W3A | Digiturk channel 58 (11492 V, SR 30000, FEC 3/4) |
biguhêre |
Karvedan ango reaksiyonên kurdan li beranberî vê kanala nûhatî corbicor in. Hinek kesên naskirî ku bernameyan pêşkêş dikin Rojîn û Nilufer Akbal bûn. Lê herduyan piştî demekê ji ber zext û sansurên RTÜKê dev ji TRT 6ê berdan.
Binêre
biguhêreGirêdanên derve
biguhêre
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |