Rojîn bernavê hunermendeka kurd e. Ew him stranan dibêje û him jî şanogeriyê dike.

Rojîn
Jiyan
Navê jidayikbûnêRojin Ülker
Jidayikbûn1980 (43–44 salî)
Edene
NeteweKurd
Cureyê muzîkêMuzîka modern a kurdî, Pop, Slow
PîşeHunermend, lîstikvan
AmûrVokal
Salên çalak2001 - heta îro
MalperMalpera fermî
biguhêreBelge

Malbata Rojîn biguhêre

Dayika Rojîn ji Sûrî, bavê wê jî Kurdê Mêrdînê ye. Rojîn bi xwe di sala 1980an de li Edeneyê hatiye dinê. Pênc zarokê malbata wê hene. Ew a navîn e.

Wek gelek zarokên li vî welatî dijîn jiyana wê jî di nav tunebûnê de û trajîk derbasbûye. Xwendina xwe ya serî û navîn li Edeneyê bidawî dike. Dûvre jî li “Konservatûara Şaredariya Edeneyê" domandiye. Herçiqas malbata wê li dij derdiket jî wê şaxê xwe ji huner nebirî. Çar salan çû qursa qereteyê. Ew fêrî teknîka xwe parastinê û dengeyê bû. Di vê navê de bi amatorî muzîkê re dadiket û dersên şanê distand.

Jiyana hunerî biguhêre

Di sala 1990î de ket “Konservatûara Dûgelê ya Edeneyê”. Di heman salî de beşdarî festîwala şanoyê ya Erlangenê bû. Bi leyîstika “Taziye” beşa xwe bi dereceyeke baş qedand. Piştî xwendina xwe qedand li “Şanoya Dûgelê ya Enqereyê” dest bi xebatê kir. Li dervreyî welêt bi teatra zarokan û ya xortan re bilî dibe.

Peymana albûma xweyî pêşî di sala 1996î de çêkir. Lê sala 2000î de albûm bidawî bû. Ev astengiyek piyaseya muzîkê bû. Çar salan gelek dema wê biribû. Albûma wê ya pêşî, “Ya Hep Ya Hiç - An gişt an nişt (hîç)” di sala 2000î de derhat. Gelek bal kişand û dengekî bilind derxist. Piştî vê, bi fîrmaya profesyonel û navneteweyî, Sony Muzîk re peyman danî. Bi vî awayî sîngleya xweyî pêşî derxist û di arenaya navneteweyî de xwe qebûl kirin da.

Ev di serî de ji bo wê, dûre jî ji bo muzîka kurdî û ya etnîkî pêşketinek baş bû. Albûma wê ya duyem bi navê “Sî” wek sîngle di 2003î de derket. Ev sîngle ji terefê gel ve hat qebûl kirin û gihîşt gelek deveran. Di Festîwal a Bazîdê de ji ber stranek kurdî got Dadgeha Ewlekariyê ya Dûgelê, (DGM)ê biryara girtina wê ya giyabî (paşpenî) da. Li berxwe da. Qîriya kû tu sûc nekiriye û teslîm nabe. Di vê demê de xebatên wê yî ji bo albûma nû berdewam bû. Di sala 2005î de albûma xweyî dawî “Jan/Sızı” derxist. Vê albûmê ji ber têkîliyên di hundirê wê de û mijarên wê, gelek deng derxist. Lewre di albûmê de 9 bi kurdî, 6 bi tirkî 15 stran hebûn.

Stranek klasîk a awaza wê Ara Dinçkiyan çêkiriye û Sezen Aksu dibêje “Vazgeçtim - Jê berda”; a Melike Demirağ “Arkadaş - Heval”, û a Lorena Mc Kennit “Tango to Evoro" bi kurdî got. Strana Hakkı Bulut ku li Tirkiyeyê pir bi nav e “Ykimiz Bir Fidanyz - herdu yek şitlek in” jî got. Taybetiyek din a albûmê jî hema bêje nîvê stran û awazê di albûmê de wê çêkiribû. Albûma nû pêşketinek cidî da jiyana wêyî hunerê. Li ser albûmê gelek hevpeyvîn bi televîzyon û rojnameyan re pêk anî. Di 12ê nîsana 2005an de xelat a “Altyn Kelebek, En Yyi Halk (Etnik) Müzik - Perperika Zêrîn, Muzîka etnîkî ya herî baş” stand. Xelata “Altyn Kelebek” ev cara 32emîn bû dihate dayîn û bi dengên gel, xwediyê xelatê tê tespît kirin.

Xelat di dîroka xwe de cara pêşî bû ku diket destên hunermendek muzîka kurdî jî çêdikir. Ev hunermenda di şaxê xwe de perwerde dîtiye û pirralî ye, piştî konservatûar qedand, li “Şanoya dûgelê ya Edeneyê” de, di gelek leyîstikan de rol standiye. Dûvre jî di gelek leyîstikên “Şanoya Dûgelê ya Enqereyê”de rol standiye.

Leyîstikên heya niha leyîstiye (ne bi Kurdî ne) biguhêre

  • Bozuk Düzen - Sazûmaniya nedurist
  • Romeo Juliet
  • Ferhat ile Şirin - Ferhad û Şîrîn
  • Asiye Nasıl Kurtulur - Asiye dê çawa rizgar bibe
  • Kanlı Düğün - Dîlana bi xwîn
  • Köşe Kapmaca - Goşegirtin
  • Sevgili Doktor - Bijîşkê xoşewîst
  • Taziye
  • Kiss Me Cate - Ramûse min Cate
  • Orkestra
  • Yeşil Trampetçi - Trompetvanê kesk
  • Çok Geç Olmadan - Hêj ne pirr dereng e
  • Çamaşırhane - Cilşok
  • Kadınlarda savaşı Yitirdi - Jin jî têkçûn di şer de
  • Mutsuz prens ile komik prenses - Keyciwanê /Prensê nebextewar û Ciwanbanûya / prensesa komîk
  • Chasing Shadows - Li pey siyan
  • Morgan Dağı'ndan İniş - Daketin ji Çiyayê Morgan
  • İstanbul Efendisi - Nirxdarê Stenbolê
  • TV projeleri - Projektên TVê
  • Rinso reklamı - Reklama (dalberîna) Rînso
  • Bosch reklamı - Dalberîna Bosch
  • Orkid reklamı - Reklama Orkid
  • Hülya Avşar show
  • Tatlı Kaçıklar - Kêmên xwînşîrîn
  • Yasemince - Bi Yasemînê be
  • Evimiz olacak mı? - Dê mala me hebe?
  • Böyle mi olacaktı? - Diviyabû wisa ba?
  • Nisan Yağmuru - Barana nîsanê
  • Feride
  • Kadınlar Klubu - Klûba jinan

Hunermend niha li “Şanoya dûgelê ya Erziromê” bi pisporî leyîstikvaniyê dike. Herwiha di TRT Şeşê de bernameya bi navê Rojîname pêşkêş dike.

Çavkanî biguhêre