Nilufer Akbal
Stranvan
Nilufer Akbal stranbêjeke kurd e. Ew di sala 1970yî de li bajarokê Gimgimê yê bi ser bajarê Mûşê ve ji dayik bûye.
Nilufer Akbal | |
---|---|
Jiyan | |
Jidayikbûn | 1970 (53–54 salî) |
Pîşe | Muzîkvan |
Amûr | Vokal, tembûr |
Malper | Malpera fermî |
biguhêre |
Di sala 1987an hate bajarê Stenbolê. Di heman salê de di Navenda Muzîka Arif Sağ de dest bi perwerde ya tembûr, solfej û şanê kir. Di sala 1988an de albûma xwe ya yekemîn Arzuhal Eyledim/Min Daxwaz Kir bi zimanê tirkî derxist. Wê heta niha çendîn kaset û Cd tomar kirine û beşdarî di gelek aheng û çalakî û festîvalên hunerî de kiriye.
Akbal bi vebûna kanala TRT Kurdiyê ve li wir dixebite, bernameyan amade dike, moderatoriyê dike.
Albûmên Wê
biguhêre- Şewa (2005)
- Rewingî (1998)
- Mîro (1995)
- Ben Bir Kadınım/Ez Jinek im (1992)
- Newroz 2 Lawikên Kurdî (Bi derhêneriya Hasret Gültekin) (1992)
- Newroz 1 Lawikên Kurdî (Bi derhêneriya Hasret Gültekin) (1991)
- Dört Telden Dört Dilden/Ji Çar Têlî Ji Çar Zimanî (Bi hunermendên din) (1991)
- Barıştan Resitaller/ Resîtalan Ji Aştiyê (Bi hunermendên din) (1990) 2 klam
- Arzuhal Eyledim/Min Daxwaz Kir (1987)
Girêdanên derve
biguhêreEv gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |