Têkiliyên kurd û rûsan

Têkiliyên kurd û rûsan pêwendiyên van herdu gelan dihundirîne. Ev pêwendiyên gelê rûs li gel kurdan di dîrokê de bi taybetî li ser eşîr û partiyên kurdî birêveçûye.

Siwariyên kurd li Qefqazê (1915)

Destpêk

biguhêre

Sedsala 19emîn

biguhêre

Di dîroka herdû gelan de gelek caran temas çêbûye lê bi esasî di dewra şerên osmaniyan û rûsan de ev pêwendî bi awayeke aşkeratir rûdaye. Li herêmên kurd lêdijiyan di bin desthilata osmaniyan û qacariyan de bûn. Ev herdu dewlet jî di destê tirkan de bû. Dewleta osmaniyan heta salên 1800î bi taybetî bi riya îslamiyetê û xîlafetê kurd girêdabûn xwe. Lê piştî salên 1800î li nav împeratorya osmaniyan de modernîzm peyda bû û kurdan jî para xwe wergirt. Gelek mîrektiyên kurd ji ber vê modernîzmê ve ji holê rabûn. Ev jî bû sedemek ku kurd li dijî osmaniyan helwesta xwe biguherin. Jixwe wî wextî rûsî dijberên tirkan bûn û xwe nêzîkî kurdan dikirin. Her wisa li Îranê jî desthilata malbateke tirk ya qacariyan hebû. Ev dewlet jî li ser mezheba şiî bûn û ekserê kurd jî sunî bûn. Ev jî dibû sedem ku kurd li Îranê serhildanan bikin û herêmên xwe ji dewleta qacariyan û ya berê wê sefewiyan biparêze.

Yekem temasa kurd û rûsan di şerê 1803-1813ê yê di navbera Rûs û Îranê de qewimî peyda bû.

Di têkiliyên kurd û rûsan de gelek faktor hene ku tesîra xwe li têkiliyan kirî. Bo mînak serketinên Rûsî di şerên salên 1800an de li dijî Îran û Osmaniyan da kurd nêzîkî Rûsan kirin. Kesekê ku bi navê Fraser wî wextî li rojavayê Îranê digere û li maleke kurd de dibe mêhvan. Di mêvantiya xwe de dibîne ku kurdek li ser şerê îran û rûsi de stranan dibêje, di stranê de gelek heqaretan li îranê tê kirin û hemû kurdên guhdariyê dikin pê dikenin[1]. Ji ber ku van herdu dewletan gelek zilm li kurdan dikirin. Jixwe piştî van şeran Prens Paskevîç gelek girîngî da eşîrên kurdan. Her cihê ku diçîyê, bi pêşwazîyeke germ li deverê tê pêşwazî kirin. Heta ku wî wextî tê gotin ku di şerê Osmanî û Rûsan de bêhtir kurd di sengerên Rûsan de hebûn.[1]. Jixwe di şerê navbera osmaniyan û rûsan li salên 1829ê de rûsan li dijî osmaniyan lîwayeke leşkerî û di şerê sala 1853-1856ê de jî du lîwayên leşkerî ji eşîrên kurd berhev kiribûn[2]. Polîtîkayên Prens Paskevîç tesîrên xwe nîşan dabûn û bi xêra kurdan kurdan, rûs di vî şerî de serketibûn. Jixwe di vî şerî de dema rûsan Erîvan standî, kurdên êzidî bi rêbertiya Hesen Axa alîkariya rûsan dikir. Rêvebirê senceqa Bazîdê Behlûl Paşa ji rûsan qasidekî dişîne ku dixwast li dijî Osmaniyan bi rûsan re be. Li başûrê van şeran de jî mîrên Mîrektiya Badînan, Mîrektiya Hekarî û Mîrektiya Rewandizê bêalî man [3]

Piştî şerên li sala sala 1829an de di nav kurdan de popûlarîteya rûsan zêde bû. Jixwe têkiliyên kurd û rûsan jî pêşkeftin. Di navbera paşayê Qersê Qasim Xan ku kurd bû û general Babotof li sala 1855ê de hevdîtinek hat kirin. Di wê hevdîtinê de Qasim Xan qanî bû li Qers û Kaxizmanê desthilata rûsan hebe [4]

Li van salan agahiya me tine ku di nav van têkiliyan de haya kurdan ji hev heye an na, lê wisa xuya dike ku dîplomat û ajanên rûs herêm herêm li gel kurdan têkiliyan didanin. Li sala 1855ê de di navbera Kurdên Şemsedînov da, du Lîwayên Şemsedînov ava dike [4]

Li sala 1855ê jî li Kurdistanê li dijî osmaniyan Serhildana Êzdînşêr rûda. Bi dûçûna hindek çavkaniyên tirk rûsan di vê serhildanê de alikariya kurdan kiriye[5]

Di şerê sala 1877-1878an de jî di navbera osmaniyan û rûsan de jî hindek eşîrên Dêrsimê bi rêya konsolosê rûsî yê li Erziromê alikarî ji rûsan xwast ku piştgiriya wan bikin li dijî osmaniyan û rûsan alîkariya hindek eşîrên Dêrsimê wergirt[6]. Piştî vî şerî li Kurdistanê Serhildana Şêx Ubeydelayê Nehrî rûda. Serhildan ewqas mezin bû ku heta bigihije hidûdên Rûsî. Rûsan ji ber tirsa ku Şêx Ubeydela tesîra xwe li ser xelkê Qers û Erdexanê zêde bike, alikariya Îranê kir ku ev serhildan zû vemire[7]

Di dawîya sedsala 19emîn de Konsolosê Rûsan yê Urmîyê Basil Nikitin aşkera dike ku dewleta wî ji bo kurdan polîtîkayeke rasteqîn ava nekiriye;

Sedsala 20emîn

biguhêre

Li sala 1904ê de jî li derdora Sason, Mûş û Wanê serhildanekê rûda. Rûsan bi armanca yekkirina gelê ermen û kurdan alîkariya vê serhildanê kir[8].

Di sala 1908ê de jî bi dûçûna artêşa tirkan rûsan Şêx Ebdulselamê Berzanî vexwend Tiflîsê û alikariya xwarin û ya pare da Şêx Ebdulselamê Berzanî di dema serhildanê de[9].

Berî destpêka şerê dinyayî Seyîd Tahayê Duyem ku nevîyê Şêx Ubeydela bû gelek caran diçû welatê Rûsî û têkiliyên wî li gel rûsan baş bûn heta ku zimanê rûsî baş dizanî. Piştî vegera welat tê Rojhilata Kurdistanê li bajarokê Rajanê binecih dibe. Lê paşî têkiliyên xwe bi almanan jî xurt dike. Rûs ji ber vê hêrs dibin û dema diçin Nehrîyê, mala Seyîd Taha xerab dikin[10]

Li salên 1913-1914an de serokeşîrê heyderaniyan Hisên Paşayê Kor û Yusif Kamil Bedirxan diçin Tiblîsê û li gel rûsan hevpeymanekê destnîşan dikin, her wisa ermen û asûrî jî beşek ji serhildanê ne[11]. Her wisa Ebdulrezaq Bedirxanî li sala 1913ê diçe Xoyê ji bo hevdîtina konsolosê rûsî[12]. Wî wextî konsolosê Rûsî Fon Kallem bû û di raporteke xwe de li 26ê adara 1914ê wiha dibêje;

1ê nîsana 1914ê li Bedlîsê Şêx Seîd Eliyê Xîzanî pêwendiyan bi ermenan xurt dike û xelefê wî Mela Selîm serhildanekê dide destpê kirin lê ev serhildan sernakeve û Mela Selîm xwe davêje nav konsolxaneya rûsan[13].

Di sala 1914ê de li Bajêrga Mezin hêzên tirk, Şêx Ebdulselamê Berzanî digirin. Di vê bûyerê de Şêx Ebdulselamê Barzanî ji bo hevdîtina li gel Simkoyê Şikak li herêmê bû. Lê hindek kesên Şikakî rêya Şêx dibirrin û wî teslîmî waliyê Wanê dikin[14]. Hêzên rûsî li ser vê bûyerê hêrs dibin û eşîra kardariyan ku bi şikakiyan ve girêdayî ye sûcdar dikin. Gelek zilmê li vê eşîrê dikin. Her wisa zilmê li eşîrên hinareyî, begzadeyan û herbeyiyan jî dikin[15].

Di dema Serhildana Simkoyê Şikak de jî Sovyetan navbeynkarî kiriye ku li Îranê di bin desthilata Simko de herêmeke xweser were ava kirin[16]. Jixwe di sala 1922yê de di navbera Simko û Îranê de hevpeymanek hate destnîşan kirin.

Li sala 1934ê bi pejirandina rêjima Rûsî li Êrivanê Kongreya Kurdologan hate derhev kirin.

Têkilîyên kurd û rûsan gelek têkildarî ermenan e jî. Çûnkî di gelek şer û pêvçûnan de ermen û kurd cîranên hev bûn û biryarên van herdu gelan jî girîng bûn. Gelek caran rûsan ji ber mesîhîbûna ermenan pişta ermenan bêhtir digirt. Ev jî dibû sedemek ku kurd bawerîya xwe nedin rûsan. Jixwe li sala 1936ê de jî hikûmeta Rûsyayê, partîya komûnîst ya ermenan rexne dike ku kurdan îhmal dikin her wisa helwestên nijadperestî li dijî kurdan nîşan didin[17]

Wek tê zanîn Joseph Stalin 52 gelê li Sovyetan dijiyan, sirgûnî rojhelatê welêt kiribû. Di kongreya 20emîn ya Partiya Komûnîst ya Yekitiya Sovyetan de Kruşçev di axivtina xwe da,li ser vê babetê rexne li Stalin kirin û li nîsana 1956de neheqiya li dijî kurdan hate rexnekirin û mafên kurdan hatin dan[18]

Gotarên têkildar

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ a b Kürt Miliyetçiliğinin Kökeni, Tarihi ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:234
  2. ^ Wladimir Minorsky,İslam Ansiklopedisi, Kürtler cîlda 6,r:1106
  3. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:126
  4. ^ a b Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:127
  5. ^ Abdulhaluk Çay, Her Yönüyle Kürt Dosyası, r:464
  6. ^ Suat Akgül,Yakın Tarihimizde Dersim İsyanları ve Gerçekler,İstanbul-1992,r:108
  7. ^ Kürt Milliyetçiliğinin Tarihi, Kökenleri ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:195
  8. ^ Harp Akademileri Komutanlığı, 8.Kolordu Bölgesindeki Ayaklanmalar, İstanbul 1972,r:29
  9. ^ Arşîva ATASE, Klasor:1488, Dosya:32, Fh:3/15
  10. ^ Kürt Miliyetçiliğinin Kökeni, Tarihi ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:259
  11. ^ M.S.Lazarev, Kurdskiy Vopros, 1891-1917, Moskow 1972, r:209
  12. ^ Kemal Mezher Ahmed, Birinci Dünya Savaşı Yıllarında Kürdistan, Enqere 1992,r:30
  13. ^ Mustafa BalelOğlu, Birinci Dünya Savaşı Oncesinde Bir Rus Komplosu;Şeyh Selim Ayaklanmas, Türk Kültürü, Jimar: 350 (Xizîran 1992), r: 363
  14. ^ Kürt Miliyetçiliğinin Kökeni, Tarihi ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:228
  15. ^ Rusyanın Birinci Dünya Savaşı Öncesinde Kürt Aşiretleri Üzerindeki Faaliyetleri, Doç.Dr.Îsrafil KURTCEPHE-Dr.Suat AKGÜL, r:5
  16. ^ Kürt Milliyetçiliğinin Tarihi, Kökenleri ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:278
  17. ^ Kürt Milliyetçiliğinin Tarihi, Kökenleri ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:248
  18. ^ Türk Dış Politikası, Cilt 1, Baskın Oran, r: 511