Gotara bingehîn: Îran
Mertalên Îranê

Makezagona Komara Îslamî biguhêre

Çavkaniya girîngtirîn ya makezagona Komara Îslamî ya Îranê fşkr û ramanên Ayetullah Xûmênî ne. Hindek madeyên girîng di makezagona Komara Îslamî ya Îranê de[1];

  1. Madeya 19(derheqê ferqûcudahî û nebûna ferqûcudahiyê)

Her ji kîjan koma etnîk bin, hemû kesên girêdayî gelê Îranê wekhev in; reng, nijad, ziman an jî hêmanên wek van nabin sedema ferqûcudahiyê.

  1. Madeya 15(zimanê fermî)

Zimanê Îranê yê fermî û zimanê hevpar yê gelê Îranê farisî ye. Dokûmentên fermî, hevnivîsîn, nivîsar û pirtûkên xwendingehan de bi vî zimanê tê nivîsîn. Lê zimanên herêmî û eşîrî di weşanan de û di medyayê de û di fêrkirina wêjeya xwe de dikarin li xwendingehan de li gel zimanê farisî were bikaranîn

Maf û Jiyana Jinan li Îranê biguhêre

Dîroka tevger û lîvên jinên Îranê dûr û dirêje. Di dema Şoreşa Makezagonî ya di sala 1906ê de rûdayî jinên Îranê wekî her welatiyên Îranî li kolana bûn. Lê piştî îlankirina makezagonê de mafê jinan zêde nebûn. Jinan çi feydeya makezagonê nedît.

Piştî desthilat ketiye destê malbata Pehlewîyan hindek projeyên modernîzasyonê hatin kirin lê ne xwestina gel û jinên Îranê, bi zordarî ew modernîzasyon li ser gel hate sepandin. Jinan jî bahra xwe ya vê modernîzasyonê wergirt. Ji aliyê Şah Reza Pehlewî ve li dijî liberkirina dersokan givaş li ser jinan hate sepandin. Bi zorê dersoka serê jinan jêkirin. Modernîzasyona di dema Şah Reza Pehlewî de gelek dişibe modernîzasyona li Tirkiyeyê. Li sala 1935ê de ji bo jinên Îranê modern bikin cemiyeta Qanunî Banûvanî Îran hate ava kirin. Ev cemiyet bi rêberiya keçên Şah Reza Pehlewî rêve diçû.

Li îranê mafê bijêrîn û hilbijêrin di sala 1946ê de ji aliyê Hikûmeta Neteweyî ya Azerbaycanê hate pejirandin. Lê ev maf dema ev hikûmet piştî salek hatiye rûxandin, ji jinan hate standin.

Li sala 1963yê jinên Îranê mafên bijêrin û hilbijêrînê wergirt.

Li sala 1979ê de Şoreşa Îslamî pêkhat. Piştî vê şoreşê li sala 1983yê de dersok,serpoş bi qanûnekê bû zarûrî. Êdî jinên Îranê mecbûr man ku serê xwe bi dersokan bipêçin.

Rêvebirina Komara Îslama biguhêre

Makezagon-Doktrîna Velayetî Feqîh biguhêre

Komara Îslamî ya Îranê bi makezagonê ve tê birêve birin. Ev makezagon rehên xwe ji şoreşa makezagonî ya di sala 1906ê de di dema Qacariyan de hatiye kirin werdigire. Piştî makezagona 1906ê, di desthilata Pehlewiyan de jî hindek guherandin hatin kirin. Lê guherandinên esas piştî şoreşa Îslamî hate kirin. Makezagona şoreşa îslamî bi dûçûna rê û rêbazên Velayetî Feqih hatiye hûnandin. Ev doktrîna Îslamî ji aliyê Ayetula Xumênî li salên 1960an de dema li Necefê di sirgûnê de bû hate nivîsandin. Qanûnên Komara Îslamî hemî di makezagonê hene lê makezagon li ser bingehên Velayetî Feqîh hatiye amade kirin.

Rêberê dînî-Rêvebirê Velayetî Feqîh biguhêre

Rêberê dînî n jî rêvebirê Velayetî Feqîh serê dewletê ye. Di Komara Îslamî de kesê bilindtirîn xwedîhêz e. Gelek rojnameyên welat girêdayî wî ne wek Kayhan, Etleet, Cumhurî Îslamî. Melayên di mizgeftan de jî hemû girêdayî wî ne. Li Îranê weezên eyniyê xwedî hêzeke mezin e ji bo layê propagandayê, weezên eyniyan jî ji aliyê rêberê dînî tê amade kirin. Her wisa gelek weqif û rêxistin jî girêdayî rêberê dînî ne ku xwedî %40ê aboriya Îranê ne[2]. Ev rêxistin ji aliyê erkên darazaiyê ve nayên kontrol kirin ev in; Weqfa Feqîr û Mustezefan(Bonyadî Canbazan ve Mostezefîn), Weqfa Şehîdan(Bonyadî Şehîd), Komiteya Harikariyê(Komiteyî Emdad), Weqfa 15ê Xordad(Bonyadî Panzdehî Xordad).

Bi dûçûna madeya 110ê ya makezagona Komara Îslamî, erkên rêberê dînî:

  1. Diyarkirina siyaseta giştî ya Komara Îslamî li gel Konseya Teşxîsa Meslehetên Pergalê
  2. Kontrolkirina siyasetên giştî yên dewletê
  3. Biryardana giştpirsiyê
  4. Îlankirina şer û aşitiyê
  5. Tayînkirin, ji kar dûrxistin û pejirandina îstifayan; endamên Konseya Parastina Makezagonê, Hakimên herî bilind yên Darazî, Gerinendeyê radyoya Komara Îslamî ya Îranê, Serleşkerê Arteşê, serleşkerê Supaya Pasdaran ên Şoreşa Îslamî, serleşkerên pîlebilind yên artêş û asayişê.
  6. Îxtîlafen di navbera sê hêzan de çareser kirin; qanûnçêkirin, rêvebirin û darazî
  7. Pejirandina serokkomarê komara Îslamî
  8. Efûkirin û sivikkirina cezayên girtiyan[3]
  • Rêberên dînî:
  1. Ruhullah Xûmênî(1979-1989)
  2. Seyîd Elî Xamaney(1989-...)

Rêxistin û dezgehên rasterast girêdayî rêberê dînî;

  1. Melayên Xutbeyan
  2. Rêxistina Rasyo û Televîsyonê ya Îranê

Serokkomar biguhêre

Bi dûçûna makezagona Komara Îslamî, piştî rêberê dînî kesê qedirbilindtir serokkomarê Komara Îslamî ye. Erkên Serokkomariya Komara Îslamî piştî sala 1989ê de hatin berfireh kirin û serokwezîrî hate betal kirin. Jixwe di navbera salên 1979ê heta 1989ê de gelek erk di bin destê serokwezîr de bû. Hêjayî gotinê ye ku serokwezîrê wî wextî Mîr Huseyn Musevî bû ku li sala 2009ê de ji ber nerazîbûna wî li dijî hilbijartinê hate zindanî kirin di mala xwe de.

Rêvebirina serokkomarî 4 sale, her çal sala carekê hilbijartin tên kirin û dihêt hilbijartin. Tenê du serdeman dikare bibe serokkomar. Serokkomarê Îranê desteya wezîran ava dike û rêvebirina dewletê bireve dibe. Pejirandina endamtiya kesê ku dibe serokkomar ji aliyê Konseya Parastina Makezagonê ve tê kontrol kirin. Pesendkirina dawî ji aliyê Rêberî dînî ve tê kirin û ew kes dibe serokkomar.

  • Serokkomarên Komara Îslamî
  1. Ebdul Hesen Benî Sadr(1979-1981)
  2. Muhemmed Elî Recayî(1981-1981) (ji aliyê rêxistina Micahîdên Gel ve hate kuştin)
  3. Seyîd Elî Xamaney(1981-1989)
  4. Elî Ekber Refsencanî(1989-1997)
  5. Muhemmed Hetemî(1997-2005)
  6. Mehmûd Ehmedînecad(2005-2013)
  7. Hesen Rûhanî(2013-...)

Meclîsa Şuraya Îslamî biguhêre

Erkên meclîsê qanûnçêkirin, pesendkirina desteya wezîran, kontrolkirin û ji kar dûrxistina serokkomar û desteya wezîran e. Her çend meclîs qanûna çêbike jî, divêt ev qanûn ji layê Konseya Parastina Makezagonê ve bên pejirandin. Her wisa ew kesên dibin parlamenter jî divêt ji aliyê Konseya Parastina Makezagonê ve bên pejirandin. Betalkirina qanûna ne tenê di destê konseyê de ye, her wisa rêberê dînî jî dikare qanûnan betal bike.

Di meclîsa Komara Îslamî de heta sala 1999ê 270 parlamenter hebûn, piştî wê salê ev hate zêdekirin. Niha hejmara parlamenteran 285 e û ji bilî van yek Zerdeştî, yek Kelimî, yek Fele û du jî Ermenî bi giştî 5 parlamenterên kêmaniyan jî hene. Bi giştî 290 in. Hilbijartina parlamenteran çar salan carekê tê kirin û sîstema herêma teng tê bikaranîn. Yanî li her herêmeke biçûk tu dikarî yek kes dibe parlamenter. Sîstema partiyan tune ye. Li gor amarên 2011ê nifûs û jimarên parlamenterên parêzgehên Îranê

Parêzgeh Gelhe Jimara Parlamenteran
Welat bi giştî 75149669 285
Azerbaycana Rojhilat 3724620 19
Azerbaycana Rojava 3080576 12
Erdebîl 1248488 7
Îsfahan 4879312 19
Elburz 2412513 3
Îlam 557599 3
Buşehr 1032949 4
Tahran 12183391 35
Çaharmahal û Bextiyarî 895263 4
Xorasana Başûr 662534 4
Xorasana Rezevî 5994402 18
Xorasana Bakur 867727 4
Xuzistan 4531720 18
Zencan 1015734 5
Semnan 631218 4
Sîstan û Belûcîstan 2534327 8
Fars 4596658 18
Qazwên 1201565 4
Qûm 1151672 3
Kurdistan 1493645 6
Kirman 2938988 10
Kirmaşan 1945227 8
Kûgîluyî û Buwêr Ehmed 658629 3
Gulistan 1777014 7
Gîlan 2480874 13
Luristan 1754243 9
Mazenderan 3073943 12
Merkezî 1413959 7
Hurmizgan 1578183 5
Hemedan 1758268 9
Yezd 1074428 4

Konseya Parastina Makezagonê biguhêre

Ev konsey di makezagona 1906ê de ketiye nav sîstema Îranê de. Bi dûçûna makezagona 1906ê de ev konsey ji aliyê 5 mictehîdan(zanayên dînî) ve tê rêvebirin û erkê van kesan ew e ku kontrolkirina qanûnçêkirinê bikin ku ev qanûn bi dûçûna dînê Îslamê ve guncaw e an na. Piştî şoreşa 1979ê de erkên vê konseyê hatin berfirehtir kirin. Rêvebirina wê jî xistin destê 12 kesan de. 6 ji wan zanayên dînî ne, 6ên din jî hiqûqnas in. Zanayên dînî ji aliyê Rêberê Dînî ve, hiqûqnas jî bi teklîfa darêzgerî ve ji aliyê Meclîsa Şuraya Îslamî ve tên tayîn kirin.

Sekreterên giştî yên konseyê:

  1. Ayetula Ehmed Cennetî(1992-..)

Ev konsey tespîtkirina kesên dixwazin bibin hilbijêr dike. Parlamenter bêyî vê konseyê nikarin bibin namzet

Konseya Teşxîsa Meslehetên Pergalê biguhêre

Ev konsey li sala 1988ê de ji aliyê Ruhullah Xûmênî ve hatiye ava kirin. Piştî şoreşa Îslamî gelek pirsgirêk di navbera Meclîsa Şuraya Îslamî û Konseya Parastina Makezagonê de çêdibûn. Ev konsey ji ber çareserkirina van pirsgirêkan hate ava kirin. Her wisa erkê vê konseyê ew e ku têkiliyên rêxistinên dewletê çareser bike. Bi kurtî çareserkirina pirsgirêkên di navbera rêvebirina Komara Îslamî de yekem erka vê konseyê ye.Wek hakemekî di siyaseta Îranê de cihê xwe digire. Bi dûçûna raportên vê konseyê pirsgirêk t3en çareser kirin. Endamên vê konseyê ji aliyê Rêberê Dînî ve tên tayîn kirin û hejmara tê guherîn.

  • Serokên Konseya Teşxîsa Meslehetên Pergalê
  1. Seyîd Elî Xamaney(1988-1989)(hem serokkomar hem serokê konseyê)
  2. Elî Ekber Refsencanî(1989-1997)(hem serokkomar hem serokê konseyê)
  3. Elî Ekber Refsencanî(1997-2017)(tenê serokê konseyê)
  4. Mehmûd Haşimî Şahrudî(2017-2018)
  5. Sadiq Larîcanî(2018-...)

Meclîsa Pisporan biguhêre

Erkê Meclîsa Pisporan hilbijartina Rêberê Dînî ye. Her wisa dema kontrolkirina Rêberê Dînî, hewce hebe jikar dûrxistina Rêberî dînî jî erkê wan e. Li sala 1989ê de piştî mirina Ruhullah Xûmênî, Seyîd Elî Xameneyî ji aliyê Meclîsa Pisporan ve hate hilbijartin. Her wisa makezagona di sala 1979ê de jî ji aliyê vê meclîsê ve hatiye çêkirin. Endamên Meclîsa Pisporan ji aliyên dînzanayên Şîe ve ji bo 8 salan tên hilbijartin.

Konseya Bilind ya Ewlehiya Netewî biguhêre

Armanca avakirina vê koseyê ew e ku parastina Şoreşa Îslamî,destînana menfietên neteweyî, parastina yekbûna axa welat û parastina desthilata Komara Îslamî ye. Lê her çend ewqas erk hebin jî, nikare li ser biryara rêberê dînî biryarekê werbigire.

Darêzgerî biguhêre

Erkê Daraziyê ji aliyê serokê Daraziyê ve tê rêvebirin. Bi dûçûna doktrîna Velayetî Feqîh pêkhatiye. Serokê Daraziyê ji aliyê rêberê dînî ve tê tayîn kirin.

Di nav sîstema daraziyê de mehkemeyeka taybet heye ku tenê darizandina dînzanayan dike. Navê wê mehkemeyê Mehkemeya Taybet ya Ruhaniyet e. Lê ev mehkeme girêdayî erkê Darêzgerî nîne, rasterast girêdayî Rêberê Dînî ye. Dozger û hakimên wê ji aliyê rêberê dînî ve tên tayîn kirin. Li çar aliyê Îranê de 22 mehkemeyên wiha hene

Hêzên çekdarî yên Îranê biguhêre

Hêzên çekdarî yên Îranê çar pêkhateyan dihundirîne. Hêzên çekdarî yên Îranê di bin rêvebirina Serkanê Giştî ya Hêzên Komara Îslamî ya Îranê de ye. Hêzên çekdarî yên Îranê girêdayî serokkomariyê ye. Lê biryarên girîng an jî qanûnên giring yên bi têkildarî hêzên çekdarî ji aliyê Rêberê Dînî ve tên dayîn.

  • Serkanên giştî
  1. Mîr Huseyn Musavî (1988-1989
  2. Hesen Fîruzabadî (26 rezber 1989-28 pûşber 2016)
  3. Muhemed Baqirî (28 pûşber 2016-...)

Artêşa Komara Îslamî ya Îranê biguhêre

Bi kurtî wek arteş jî tê nasîn. Artêş xwedî çar beşa ye;

  1. Hêzên Bejahî
  2. Hêzên Hewayî
  3. Hêzên Deryayî
  4. Hêzên Parastina Hewayî

Hêzên Întîzamî yên Komara Îslamî ya Îranê biguhêre

Wek hêza polîsa tê zanîn. Li sala 1992yê bi yekkirina Şehrban, Cenderme û Hêzên Şoreşî ve hate ava kirin. Ji çar beşan pêk tê;

  1. Cenderme
  2. Polîsên sîvîl
  3. Polîsên nepenî
  4. Polîsên dînî

Artêşa Pasdaran ên Şoreşa Îslamî biguhêre

Artêşa Pasdaran ên Şoreşa Îslamî bi kurtî sepahê pasdaran jî tê nasîn. 22 nîsana 1979ê de ji aliyê Ayetula Xûmênî ve hate damezirandin. Ji 5 beşan pêk tê.

  1. Hêzên bejahî
  2. Hêzên hewafezayî
  3. Hêzên deryayî
  4. Hêza Qudsê
  5. Hêza Besîc

Wezareta Parastin û Alîkarkirina Hêzên Çekdarî biguhêre

Wezareta Parastin û Alîkarkirina Hêzên Çekdarî di bin rêveberiya serokkomarê Îranê de ye. Lê hilbijartina wezîrê vê wezaretê di bin kontrola Rêberê Dînî de ye.

Têkiliyên derve yên Komara Îslamî biguhêre

Têkiliyên derve yên Komara Îslamî ya Îranê bi rêya Wezareta Têkiliyên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê birêve diçe.

Tevgerên dijrêjimî û etnopolîtîk li Îranê biguhêre

Berî şoreşa îslamî ya Îranê gelek rêxistin û fraksiyonên polîtîk hebûn ku li dijî Şah Muhemed Reza têkoşîn dikirin. Bi giştî em dikarin van fraksiyon û hereketan bi awayî tasnîf bikin:

  1. Rêxistinên dînî: Ev rêxistin û fraksiyonên dînî bi giştî ji sê koman pêk dihat; grûbek bi serkêşiya Ayetulahê Mezin Şerîetmedarî çalakî dikirin, grûbek di bin tesîra fikrên Elî Şerîetî de bû, grûba dawiyê jî di bin tesîra Ayetula Xûmênî de bû û jixwe ev grûb piştî xistina Şahê Îranê ji text bûn desthilatên nû yên Îranê. Fikrên Elî Şerîetî gelek tesîr li mislimanên çepgir kiribû.
  2. Fraksiyonên têkildarî Eniya Neteweyî: Ev fraksyiyonên wiha bingeha xwe ji Mihemed Museddiq werdigirn ku sala 1953ê de petrola Îranê kiribû malê dewletê. Piştî ketina şahê Îranê serkêşê wan Mehdî Bazergan serokwezîr bû lê paşî Ayetula Xûmênî ev hikûmet hilweşand û ya xwe ava kir.
  3. Partiya Tudeh: Ev partî li sala 1920ê de bi daxuyandina Komara Îranê ya Sosyalîst dengê xwe bi navê Partiya Komûnîst ya Îranê belav kiribû. Li Gîlan bi alikariya gerîlayên xwe û alikariya Sovyetan ev xebat kiribûn. Lê ev komar hate hilweşandin û li sala 1931ê Partiya Komûnîst ya Îranê hate qedexe kirin. Piştî dagirkirina Sovyet û Ingilîzan li sala 1941ê de vê partiyê bi navê TUDEHê xwe aşkera kir û dest bi xebatan kir. Lê ji ber piştgiriya wan bo Sovyetan li sala 1953ê de ev rêxistin jî hate qedexe kirin. Ev rêxistin bi temamî çepgir e.
  4. Gerîlayên dijî rêjima monarşîk: Yek ji wan Fedaiyên Gel bûn ku her çend xwe sosyalîst bibînin jî gelek endamên wan ji Eniya Neteweyî bûn. Ya din Micahîdên Gel bû. Micahîdên Gel rêxistineke sosyalîst-îslamî bûn. Li gel Fedaiyên Gel li dijî hêzên şah şer dikirin. Micahîdên Gel piştî şoreşa Îslamî li dijî rêjima îslamî jî şerê gerîlayî berdewam kir û ta niha jî xebatên xwe berdewam dike.
  5. Tevgerên etnopolîtîk: Her çend azerî li Îranê piştî farsan duyemîn neteweyê qelebalix bin jî çi xebatên wan dijî rêjima şah tunebûn. Bi giştî di nav tevgerên îslamî de bûn. Kurdên Îranê bi rêya PDK-Î li dijî rêjimê şerê çekdarî dikir. Erebên Îranê bi rêxistinên Eniya Rizgariya Ahwazê û Ji Bo Rizgariya Erebîstanê Tevgera Şoreşgerî ya Demokratîk xebat û çalakî dikirin. Belûçên Îranê bi rêya Yekitiya Gelê Belûç xebat dikir. Piştî şoreşa îslamî jî ev hereketên neteweyî dîsa berdewamiya şerê çekdarî kirin li dijî rêjima Îranê

Piştî şoreşa îslamî gelek ji van fraksiyonan ji holê rabûn. Terefdarên şahê ji text ketî, niha li dijî rêjima îslamî xebatan dikin. Her wisa Micahîdên Gel jî niha li dijî rêjima îslamî xebatan dike.

Tevgerên dijrejîmî piştî şoreşa Îslamî ya di sala 1979ê de li Îranê û hatin qedexe kirin û bi awayekî dijrêjimî li derveyî welat û bi veşartî li nav welat xebat dikin. Em dikarin tevgerên dijrêjimî wek sê baskan bidin nasîn. Baska yekemîn piştgirên monarşiyê ne ku dixwazin dîsa malbata Pehlewiyan bibin desthilatdar li Îranê. Baskê duyemîn çepgirên Îslamî ne, ev kom jî dixwaze li Îranê dewleteke demokratîk û îslamî bê ava kirin. Baska sêyemîn jî tevgerên etnopolîtîk in ku ji aliyê gelên azadîxwazên Îranê tê qebûl kirin. Tevgerên etnopolîtîk ji modernîzma Îranê heta niha berdewam dikin. Li Îranî di dawiya sedsala 19emîn ta niha di serî de netewê Kurd û di sedsala 20ê de jî tevgerên Azerî, Ereb, Belûcî derketin nav siyaseta Îranê de. Her du baskên pêşiyê çareseriyê di guhertina sîstema Îranê de dibînin lê tevgerên etnopolîtîk çend demokratîze kirina Îranê û federalîzmê bixwazin jî carna ber bi serxwebûnxwaziyê ve diçe. Wek tê zanîn li sala 1946ê de Komara Kurdistan û Hikûmeta Netewî ya Azerbaycanê ber bi serxwebûnê ve diçûn.

Monarşîxwaz biguhêre

Ev partî û rêxistinên monarşîxwaz bi giştî dixwazin malbata Pehlewî bibe desthilatdar û hemû li derveyî welat dijîn.

  1. Şûraya Netewî ya Îranê
  2. Encûmena Padîşahî ya Îranê
  3. Hizba Meşrutî ya Îranê-Lîberal Demokrat

Çepgir biguhêre

  1. Micahîdên Gel-Şûraya Netewî ya Berxwedana Îranê

Micahîdên Gel berî şoreşa îslamî hat damezrandin û piştî pêvçûna wan di gel îslamîstên Îranê de li dijî vê rêjimê têkoşîna çekdarî li sala 1980ê de da destpê kirin. Li sala 1984ê de jî ji Îranê hatin derxistin û li Iraqê binecih bûn. Ji ber şerê Îran û Iraqê yê li sala 1980ê heta 1988ê Micahîdên Gel gelek alîkarî ji Sedam Hiseyn wergirt.

Piştî dagirkirina Iraqê Îranê gelek hewl da ku Iraq baregehên Micahîdên gel bigire lê ji ber DYAyê nekarî bide girtin. Li sala 2016ê Micahîdên Gel bi awayek fermî ji Iraqê hate derxistin[4].

Tevgerên etnopolîtîk biguhêre

Piştî derbeya leşkerî ya Reza Pehlewî, Îran ber bi modernîzmekê ve diçû. Bi dûçûna fikrên netewe-dewlet jinûve li Îranê jiyan, civak, siyaset, dîrok hwd. hatin şirove kirin. Her çend zimanê farisî li Îranê pêşketî û serdest bibe jî, neteweperestiya fars li Îranê bi desthilata Reza Pehlewî destpê kir. Neteweyê fars li Îranê di navenda her siyasetê de ye. Piştî Şoreşa Îslamî her çend fikrên Îranîbûn hebin jî, van fikran rê li ber gelên dî negirt ku neteweperestiyê nekin.

Her çend li Îranê nifûsa bi milyonan nêzî 10 gelan nifûs hebe jî, bi giştî li Îranê li dijî Îranê 4 gel bi awayekî aktîf xebatan dikin. Tevgerên etnopolîtîk bi giştî di bin sîwana Kongreya Netewan ji bo Îrana Federal de kombûn e. Lê hindek jî serbixwe tevgera xwe dikin.

Tevgerên kurdan biguhêre

  Gotara bingehîn: Dîroka Rojhilatê Kurdistanê
  Gotara bingehîn: Şoreşa Rojhilata Kurdistanê
  Gotara bingehîn: Komara Kurdistanê
  Gotara bingehîn: Serhildana Simkoyê Şikak

Serhildanên kurdan li Rojhilata Kurdistanê bi navûdeng in. Pêşiyê li sala 1880ê de li Şemzînanê ber bi Urmiyê û Mehabadê ve ji aliyê Şêx Ubeydelayê Nehrî ve serhildan hate destpêkirin. Gelek axa Rojhilata Kurdistanê ket bin destê Şêx Ubeydela de. Lê bi alikariya osmaniyan, qacariyan dawî li vê hereketê anî. Li sala 1919ê de jî ji aliyê Simkoyê Şikak ve rizgarkirina Rojhilata Kurdistanê hate destpêkirin. Simkoyê Şikak bajarên wek Selmas, Urmiye, Xoy, Mehabad, Şino kirin bin desthilata xwe. Lê ev herekete jî li sala 1929ê de bi kuştina Simkoyê Şikak a hovane hate vemirandin. Piştî vê bûyerê li Kurdên Rojhilata Kurdistanê, di nava rewşenbîr û serokeşîrên kurd de hestên neteweyî zêde bûn. Bi rêberiya Qazî Muhemmed sala 1946ê de bi alikariya Sovyetan Komara Kurdistanê hate avakirin. Lê ev komar 11 mehan jiya û hate rûxandin. Vê komarê ji bo Rojhilata Kurdistanê PDK-Î hêla bû û piştî rûxandina komarê ji aliyê PDKÎyê ve û paşî ji aliyên gelek partî û rêxistinên Kurdî ve têkoşîna Rojhilata Kurdistanê heta niha dewam dike.

Kurdên Îranê ji ber cûdabûna mezhebê wan, têkiliyeke xurt nikarin dijî dewleta Îranê rêk bixin. Jixwe herdu tevgerên sereke Komala û PDKî ji herêma Mukriyan derketî ne ku herêma Mukriyan Sunî mezheb in. Li Kirmaşan, Îlam û Loristanê bi taybetî kurdên şîî, yaresan djîn. Ev kurdên şîî xwedî têkiliyên baş in li gel Komara Îslamî. Lêkolîner Robert Olson di vê mijarê de dibêje ku;

Tevgerên belûçan biguhêre

  Gotara bingehîn: Têkoşîna belûçan li Îranê

Gelê belûç li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê dijîn. Her wisa hejmareke mezintir jî li Pakistanê dijîn. Ev gel di navbera Îran û Pakistanê û Efxanistanê de dijîn. Ji layê mezhebî ve sunî ne û nijadeke aryanî ye. Di navbera van her du welatan de welatê wan heye û li vir gelek caran ticaretê dikin, hatinçûnan dikin. Ev jî dibe sedema binpêkirina qanûnên Îranê û Pakistanê. Ji ber vê jî pirsgirêkên mezin li navbera van dewletan û gelê belûç de heye. Bi vî alî dişibin kurdan. Ji aliyê din ji mezhebê sunî ne, ev jî ji bo rêjîma şîe ya Îranê wek tehdît tê dîtin. Ji ber van sedeman ji aliyê gelê belûç têkoşîna rizgarkirina welatê wan heye.

Tevgerên ereban biguhêre

  Gotara bingehîn: Têkoşîna ereban li Îranê
  Gotara bingehîn: Têkiliyên Îran û Iraqê

Erebên li Îranê dijîn bi giştî ji mezheba şîî ne, her çend nêzîkatiyek bi vî awayî li gel rêjima Îranê çêbike jî, ji aliyê netewe jî xwe nêzîkî welatên ereb dibînin û dixwazin di herêmên xwe de xweser bin. Bi giştî li Xûzistanê û li Parêzgeha Bûşêhrê dijîn. Li herêma Xûzistanê petrol derdikeve û ji bo aboriya Îranê ciheke girîng e.

Piştî derbeya leşkerî 1958ê li Îraqê, Evdilkerîm Qasim li ser Ervendrûd (Şettû'l-Ereb) û Xorremşehr mafê dewleta xwe îlan kir ku ev der axa ereban e, ji ber vê jî Cepheya Azadî ya Ahwazê ava kir. [5]

Piştî şerê Îran û Iraqê yê di sala 1980ê de qewimî, herêmên erebên Îranê di nava şer de man. Tê îdîakirin ku Sedam Huseyn gelek alîkarî dida ereban ku li Îranê krîzê derxînin.

Li sala 1999ê de ji aliyê neteweperestên ereban ve Tevgera Xebata Erebî ji bo Azadiya Ahwazê hate damezrandin. Piştî vê avakirina vê rêxistinê gelek çalakî bi navê vê tevgerê hatin kirin.

Di 22yê îlona 2018ê de li bajarê Ehwaza girêdayî parêzgeha Xûzistanê li dijî leşkeên Îranê êrîşek pêkhat. Di encama êrîşê de gelek leşkerên îranî hatin kuştin. Hereketûl Nidal an jî hereketa El Ehwazê li ser navê Artêşa Berxwedana Neteweyî ya Ehwazê ev êrîş girt ser xwe.

Tevgerên tirkên Azerbaycanê (azerî) biguhêre

  Gotara bingehîn: Têkoşîna azeriyan li Îranê
  Gotara bingehîn: Têkiliyên Îran û Rûsyayê

Tirkên Azerbaycanê bi sedsalan e li Îranê bi rêya binemalên sefewiyan, qacaran, efşeran hikûm li Îranê dikir. Piştî derbeya leşkerî ya Reza Şah Pehlewî tesîra tirkan li Îranê li kêmê da. Piştê vê rûdanê li hîsên neteweyî li nav tirkan de mezin bûn. Li sala 1908ê de Îran ber bi mirina desthilata qacariyan de diçû. Wê demê Settar Xan li dijî hikûmraniya Şah û Liwaya Qazaxan li Azerbaycanê serhildan da destpê kirin. Lê ev hereket zû hate vemirandin. 24ê pûşpera 1920an de li Tebrîzê ji aliyê Şêx Mihemed Xiyabanî ve dewleta tirkan a bi navê Azadîstan hate damezirandin[çavkanî hewce ye]. Lê 12ê îlona 1920an de ev desthilat ji aliyê hêzên Şah ve hate mirandin. 20 sal piştî van bûyeran li Tebrîzê bi alikariya Sovyetan Hikûmeta Netewî ya Azerbaycanê hate damezirandin. Lê ev jî 12 mehan jiya, paşî hate rûxandin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Kopîkirina arşîvê" (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 14 adar 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 nîsan 2020.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ Kovara Maduniyet, r:7
  3. ^ http://www.servat.unibe.ch/icl/ir00000_.html
  4. ^ https://www.aa.com.tr/tr/dunya/irak-halkin-mucahitleri-orgutunun-varligina-son-verdi/644530
  5. ^ Muhammed R. Hafiziniya, İran Jeopolitiği ve Siyasi Coğrafyası, r:269