Têkoşîna azeriyan li Îranê

Têkoşîna azeriyan li Îranê hemû têkoşîna gelê azerî ku li Îranê rûdide, binav dike. Têkoşîna azeriyan li Îranê hêj digehe salên 1900iyan ku bi gelek serhildanan navê xwe belav kiribû. Li sala 1946ê de jî bi ev azadîxwaziya azeriyan bi avakirina Hikûmeta Neteweyî ya Azerbaycanê gihişte asta herî bilind. Piştî rûxandina vê hikûmeta Azeriyan, tevgerên azerî jî çûn binerd û bi veşartî xebatên xwe kirin. Piştî Şoreşa Îslamî ya Îran jî gelek ji wan têkoşeran derketin derveyî welêt. Bingeha azadîxwaziya digehe rûxandina Dewleta Qacariyan, ji ber ku rêvebirên vê dewletê tirk bûn[1].

Azerîyên Îranê bi giştî li parêzgehên Parêzgeha Qazwên, Parêzgeha Erdebîl, Parêzgeha Zencan, Azerbaycana Rojhilat, Azerbaycana Rojava dijîn.

Dîroka têkoşînê biguhêre

Piştî belavbûna Sovyetan li sala 1991ê de dewleta Azerbaycanê hate ava kirin. Bi hêcana vê dewletê jî tevgerên netewî yên azeriyan geştir bûn. Neteweperestên azerî bingeha neteweperestîya xwe digehînin serdema Qacarîyan ku bi hevpeymanên Gulistan(1813) ve Tirkmençay (1829), Azerbaycana mezin wek Bakurê Azerbaycan û Başûrê Azerbaycanê bû du parçe. Jixwe Bakurê Azerbaycanê bi belavbûna Sovyetan li sala 1991ê bû dewleteke serbixwe. Lê Başûrê Azerbaycanê di bin kontrola Îranê de ma.

Li sala 2006ê di rojnameyeke Îranî de karîkatûrek hate weşandin ku azerîyên îranê biçûk dîtîye. Li dijî vê karîkatûrê azerîyên îranê dest bi xwepêşandanan kirin û li seranserên niştecihên azerî ev belav bû. Rêjîma Îranê li ser vê bûyerê rojname qedexe kir û rojnamevan jî girtin.

Partî û rêxistinên azerî biguhêre

Rojane biguhêre

Girêdanên derve biguhêre

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 14 nîsan 2019 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 29 adar 2019{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)