Seleteya kundirê, seleteya leterê ji kundir û mastê tê çêkirin. Ji kundirê re kulind, kulindir, dolmik jî dibêjin.

Dolmik kundira dirêj a bo heşînê ye (dolmeh). Leter cureyeke kundirê ye, di wêjeya devkî de bo kundira herî bitehm jî tê bikaranîn, lê zimanzanên kurd rave nekirine ka kîjan e. Vê seleteyê asûrî, kurdên cihû yên Îsraelê jî dixwin. Li parêzgehên Colemêrg, Riha, Dîlok, Mêrdîn û Meledîyê tê zanîn û xwarin.

Berkeliya (melzemeyê) seleteya kundirê ya kurdên cihû biguhêre

  • 1/2 kg kundir
  • 1-2 KX (kevçiyê xwarinê) mast
  • 1 heb gizêr
  • 1-2 kerî nanê kartû
  • 50 gr kakilê gûzê yê pişirandî
  • 1-2 dd (dendik) sîr
  • 1,5 KX mayonez
  • Li ser daxwazê hindik xwê (solin)

Amadekirin biguhêre

Kakilên gûzê dikarin bidin makîneyê jî, hêsantir e. Kundirê li rêşkerê bidin, ava wê bidarivînin. Herwiha gizêrê jî. Sîrê bikutin. Kundirê di nava hindikek rûnê de hinekê biqijilînîn, gizêrê berdin navê, ava xwe kişand ji ser agir daynîn, bila sar bibe.

Sîr, mayonez, mast û xwêyê tevlîhev bikin, berdin ser kundir û gizêrê, nîvê kakilê gûzê bavêjin navê, tevdin.

Bi nîvê din ê kakilan ser xwarinê bixemilînin bavêjin sarincê bila bi qasî 45 deqe - 1 saetê bimîne. Paşê hîn dikarin bînin ser destexaneyê (sifre).