Salih Begê Hênî

(Ji Salih Begê Hênê hat beralîkirin)

Salih Begê Hênî (jdb. 1868/1869 - 29ê hezîrana 1925an li Amedê) zana, olnas, helbestvan, siyasetmedar û pêşawayekî kurdan bû. Bi tevî Şêx Seîd, 47 kes ji aliyê kemalîstan ve tên dardekirin.[1]

Salih Begê Hênî
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Navê bavê wî Seîd Beg e. Hêj 6-7 salî ye bavê wî jiyana xwe jidest dide. Bapîrê wî (bavê diya wî) Şêx Ehmed wî xwedî lê derdikeve, dişîne medereseyan. Salih Beg dema li ser cinazê bavê xwe digirî, kalikê wî Şêx Ehmed wiha dibêje jê re: "Megrî Salih megrî, heger Xwedê bixwaze, çawa ku di nava şûran de, yê misirî navdar e, dê Salihê min roja mehşerê di nava mîran de wisa navdar be".

Salih Beg perwerdeya olî ya medreseyê li cem xalê xwe Şêx Merûf digire, di demekê kurt de dibe olzanekî hezkirî. Sê kurên (law) wî dibin; Hesen, Seîd û Emer. Di dema Osmanîyan de bi salan qazîtî û miftîtiya Erxenî, Madenê dike. Bi damezrandina komara Tirkiyeyê ve îstîfa dike. Sedemê îstîfaya xwe wiha bilêvdike: "Ez ji vê desthilatê re miftîtiyê nakim. Heger bikim, dibim gunehkar, li nik Xwedê dibim mesûl".

Sala 1909ê tevlî rêxistina Cemiyeta Teawun û Teraqiya Kurdê dibe. Di weşanên vê rêxistinê de bi zaraveyê kirdkî (kirmanckî, zazakî, dimilkî), helbest û gotaran dinivîsîne. Bi Ziya Gökalp re dibe heval ku wê demê Gökalp xwe bi giştî ji kurdan dûr negirtiye.

Di serhildanê de biguhêre

Salih Beg di serhildana Şêx Seîd de xebatên birêxistinkirinê dike, girîngiyê dide lojîstîk û propagandayê. Salih Beg jî wekî Şêx Seîd bo destpêkirina serhildanê, giringiyê dide amadekarî û perwerdeyê. Herdu jî dixwazin beriya serhildan destpê bike, amadekarî bidawî bibin lê serhildan zû destpê dike. Bi gotineke din kurd provoke dibin, zû dikevin şer.

Bi têkçûna serhildanê ve Salih Beg bi tevî hin kesên ji malbata xwe ve bi birîndarî dîl tê girtin. Guleyê ji lingan ve dixwe. Kesên ji malbata wî hatine girtin, Hesen Beg (14 salî), birayê Salih Beg Hecî Elî, kurê wî Mistefa Beg (53 salî) û lawê wî Mehmûd Beg (19 salî). Hevjîna Mistefa Beg Qedriye Xanim, keça wî Hemîde Xatûn, xebatkara mala wî Xetîce Xatûn û kurê wî Hesen (13 salî).

Beriya Salih Beg îdam bikin li ber çavên wî kurê wî Mehmûd Beg ku hêj zarok e, îdam dikin. Kurê wî yê din Hesen Beg bi cezayê 15 salan cezadikin.

Malikên wî biguhêre

  • Bi çavê îbretê mêze ke hîvê
  • Ku daîm piştî bedrê ew hîlal e

Dema ku diçe ber sêpiya mirinê, bi zimanê osmanî vê meytê dixwîne:

  • Gerçi enzar-ı ehibbadan dahi dûr olmuşuz
  • Rahmet-i Rahman'a yaklaşmakla mesrur olmuşuz.

Bi kurmancî:

  • Eger çêkî ji bo cehşe kerê ra
  • Ji zêr afir, li nêv eywanê qesra

Gotina dawî biguhêre

  • Embazenê xo şîret kerdo, ke camêrd bîn, mêtersin. (Di nava kesên tên îdamkirin de zarok hene, ji bo zarok li ber îdamkirina bavê xwe negirîn bi dengê bilind wan temî dike)

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre