Prison Break (bi kurdî: Ji Zindanê Revîn), rêzefilmeke aksiyonê ya amerîkî ye. Senaryo ji aliyê Paul Scheuring ve hatiye nivîsîn û di sala 2005an de di kanala FOXê de hate weşandin.

Prison Break
Cure Aksiyon, drama
Senarîst Paul Scheuring
Lîstikvan Dominic Purcell
Wentworth Miller
Sarah Wayne Callies
Amaury Nolasco
Wade Williams
Robert Knepper
Chris Vance
Robert Wisdom
Danay Garcia
Jodi Lyn O'Keefe
William Fichtner
Muzîka vebûnê Ramin Djawadi
Welat DYA
Hejmara sezonan 5
Hejmara beşan 79 + 2 Beşa Taybet
Rêveberên hilberîneriyê Marty Adelstein
Neal H. Moritz
Dawn Parouse
Brett Ratner
Paul Scheuring
Matt Olmstead
Kevin Hooks
Michael Pavone
Edîtor Etienne Des Lauriers
Scott Eilers
Eric Seaburn
Warren Bowman
Kaja Fehr
James Coblentz
Cih Chicago
Joliet, Illinois
Toronto
Dallas, Teksas
Panama City, Panama
Pensacola, Florîda
Los Angeles, Kalîforniya
Kanal FOX
Formata wenê 480i (SDTV)
720p ve 1080i HDTV
Weşana ewilî 29ê tebaxê 2005an
Weşana dawiyê 15ê gulanê 2009an
Bernameyên têkilîdar Breakout Kings

Di rolên sereke ya rêzefîlmê de Wentworth Miller, Dominic Purcell, Sarah Wayne Callies û Amaury Nolasco cih digire. Sezona ewil - ko ji 22 beşan pêk tê - li DYAyê di 29ê tebaxê 2005an de ser kanala FOXê dest bi nîşandanê hate kirin

6ê tebaxê 2015an de ji aliyê kompanyaya çêker ve derketina sezona pêncem hate piştrastkirin. Û hate ragihandin ku wê ji 10 beşan pêk bê.[1]

Sezonên rêzefîlmê biguhêre

Sezona 1ê biguhêre

Di vê sezonê de Lincoln Burrows bêsûc ji îdamê re tê mahkûmkirin, û ji aliyê birayê wî Michael Scofield ve ji girtîxaneyê tê revandin. Michael ji bo ku kekê xwe ji girtixaneyê xilas bike sûcekê sexte dike. Û dike ko wî bi kekê wî re bixin heman girtîxaneyê. Girtîxaneyê eyaletê a Fox River li Chicagoyê ye. Her wiha Michael endezyarê avahiyê ye. Michael, di rêzefîlmê de bi zîrekiya xwe balê dikişîne ser xwe, nexşeya girtîxaneyê ji pişt û milên xwe re bi şîfreyek veşartî ser leşa xwe deq dike. Bi saya vê deqê li ser laşa wî carcaran hinek aloziyên biçûk derketibe jî kekê xwe ji girtîxaneyê direvîne.

Sezona 2ê biguhêre

Ev sezon bi 8 seet piştî revînê dest pê dike. Gardiyana bi navê Brad Bellick ji bo ku wana bigre û xelatê bistîne dikeve peyî wan. Ajana federal Alex Mahone jî di pey wan de ye, lê ew ji bo The Company (Kompanya)yê dişixule û dixwaza revoka bikuje. Revok dixwazin bikevin peyî 5 milyon dolarê ku li girtîxaneyê ji D. B. Cooperê cihê wî hîn kiribûn. Pare tê dîtin û ji aliyê T-Bag ve tê revîn. Lê T-Bag pareyê wextekê dirêj nikare bipareze û dîsa ji dest wî diçe û lihevçûnûhatin bi vî awayî didome. Mehkûm her wiha bi revînê re jî mijûl dibin. Hinek ji wan direvin Panamayê û li wir tên girtin. Wan dixin Girtîxaneya Sonayê.

Sezona 3ê biguhêre

Ev beş li Girtîgeha Sonayê (li Panamayê) - ku Michael û T-Bag reviyabûn wir - dest pê dike. Li vê girtîgehê rêzik pir cuda ne. Li vê girtîgehê gardiyan tine û leşker li derdorê ne. Ji bo ku mehkûm, gardiyana wek rehîneyê hilda ne, leşker derdora girtîgehê têla direhi kişandinê û derdora wî girtine. Girtîgeha Sonayê wek cehennemê ye; li wir sîstema edaletê ya Lecheroyê derbasdar e. Ku di navbera du kesî de alozîyek hebe derdikevin duelloyê û heta ku yekî ji wan mir qirên dikin. Micheal Scofield wextê ku plana revînê dikir dît ku leşker ji Girtîgeha Sonayê - ku pir kevn e - derketina derve a mirovekê na mişkekê ku di nav têla da yê jî yekser pê derdixin û wê dikujin. Wezîfeyek Scofieldê heye, kurê kekê wî di dest The Company (Kompanya)yê de ye û ji Scofieldê dixwazin ku ji Girtîgeha Sonayê yekî birevîne derve. Ji Sonayê direvîn û sezona 4ê dest pê dike.

Sezona 4ê biguhêre

Bi hînbûna Scofield ku Sara nemirîye dest pê dike û 22 beş didome. Di vê sezonê de ekîba ku ajan Don Self çêkirîye, dixwaza ku dîska bi navê Scylla - ku wek kitêba reş a rêkxistin tê zanîn - bi dest bixe. Di vê dîskê de agahiyên pir taybet henin. Ji ber vê yekê wê di vê rêyê de pir kes tê bikoşin. A rastî, diya Scofieldê nemirîye û di sezona 4ê de rol digire. Bi fîlma "Prison Break: The Final Break" (Ji Zindanê Revîn: Revîna Dawî) diqede.

Beşên rêzefîlmê biguhêre

Sezon Tevahiya beşan Weşana beşa ewil Weşana beşa dawî
Sezona 1ê 22 29ê tebaxê 2005an 15ê gulanê 2006an
Sezona 2ê 22 21ê tebaxê 2006an 2ê nîsanê 2007an
Sezona 3ê 13 17ê îlonê 2007an 18ê sibatê 2008an
Sezona 4ê 22+2 (Beşa Taybet) 1ê îlonê 2008an 15ê gulanê 2009an

Agahiyên weşana navneteweyî biguhêre

Welat Kanal Dîroka nîşandana ewil Saetê weşanê
  DYA Fox 29ê tebaxê 2005 Duşem, 20.00 ET
  Kanada Global Television Network 29ê tebaxê 2005 Duşem, 20.00 ET
Rojhilata Navîn TV Land (Alahob-ı Yamdik-i Müslim) 14ê kanûna pêşîn 2005 Çarşem, 21.00
  Norwêc TV3 (Viasat) 5ê kanûna paşîn 2006 Pêncşem, 21.30
Şablon:ENG Five 23ê kanûna paşîn 2006 Duşem, 22.00
  Awistralya Seven Network 1ê sibatê 2006 Çarşem, 20.30
  Filîpîn Crime/Suspense 21ê sibatê 2006 Sêşem, 22.00
  Tirkiye CNBC-e - Star TV 9ê hezîranê 2009 Sêşem, 23.10
  Îsrael yesYıldız 8ê adarê 2006 Çarşem, 22.20
  Holenda RTL 5 16ê adarê 2006 Pêncşem, 21.30
  Danîmarka TV3 (Vasat) 19ê adarê 2006 Yekşem, 20.00
  Îndonezya Antv 7ê nîsanê 2006 Yekşem, 12.00 WIB
  Malezya 8TV (Malezya) 10ê nîsanê 2006 Duşem, 22.30
  Îrlenda Radio Telefís Éireann-RTE 20ê hezîranê 2006
  Fransa Métropole 6 (M6) 31ê tebaxê 2006
Şablon:SPA Fox 4ê îlonê 2006 Duşem, 21.30

Lîstikvan û karakterên rêzefîlmê biguhêre

Lîstikvan Karakter Sezon Hejmara Beşan
Wentworth Miller Michael Scofield 1-2-3-4 79
Dominic Purcell Lincoln "Linc" Burrows 1-2-3-4 79
Sarah Wayne Callies Doktor Sara Tancredi 1-2-3-4 79
Robin Tunney Veronica Donovan 1-2 23
Paul Adelstein Ajan Paul Kellerman 1-2-4 46
Robert Knepper Theodore "T-Bag" Bagwell 1-2-3-4 79
Amaury Nolasco Fernando Sucre 1-2-3-4 79
William Fichtner Ajan Alexander Mahone 2-3-4 57
Rockmond Dunbar Benjamin Miles "C-Note" Franklin 1-2-4 40
Chris Vance James Whistler 3-4 14
Peter Stormare John Abruzzi 1-2 20
Wade Williams Serpel Brad Bellick 1-2-3-4 67
Marshall Allman Lincoln 'LJ' Burrows, Jr. 1-2-3 44
Danay Garcia Sofia Lugo 3-4 15
Robert Wisdom Lechero 3 13
Jodi Lyn O'Keefe Gretchen Morgan 3-4 35
James Hiroyuki Liao Roland Glenn 4 7
Michael Rapaport Ajan Don Self 4 22

Xelat biguhêre

Xelatên stendî biguhêre

  • 2007 Australian Film Institute
  • 2006 People's Choice Award
    • Favorite New TV Drama
  • 2006 American Latino Media Arts Awards

Namzetî biguhêre

  • 2008 American Latino Media Arts Awards
    • Di Şaxa Dramayê Televizyonê de Aktora ku Bilindbûna Herî Baş Kir - Amaury Nolasco
  • 2007 Motion Picture Sound Editors, USA
    • Di Rêzefîlmên Televizyonê de Tertîbkirina Dengê ya Herî Baş - Ramin Djawadi
  • 2006 Golden Globe Award (Xelatên Gerdûna Zerrîn)
    • Di Şaxa Dramayê de Rêzefîlma TVyê ya Herî Baş
    • Rêzefîlma TVyê ya Dramayê Lîstikvanê ku Performansa herî baş nîşan Da - Wentworth Miller
  • 2006 Eddie Award
    • Best Edited One-Hour Series for Commercial Television - Mark Helfrich
  • 2006 Saturn Award (Xelatên Saturnê)
  • 2006 Television Critics Association Award
    • Rêzefîlma TVyê ya Herî Baş
  • 2006 Emmy Award (Xelatên Emmy'yê)
    • Outstanding Main Title Theme Music - Ramin Djawadi

Girêdanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Andreeva, Nellie (6 tebax 2015). "'Prison Break' Sequel Limited Series A Go At Fox". Deadline.com. Roja gihiştinê 6 tebax 2015.