Pornag (yek caran pornak, pûrnak, bûrnak, birnek an jî birnik[1]) navê eşîreke kurd a tarixî ye.

Vê eşîrê roleke bihez di damezrandina dewlata beranîyan (aqqoyunlî) de lîstîye. Pornag yek ji stûnên konfederasyona Aqqoyunliyan bûne, paşê di dema Sefewiyan de jî di qada siyasî de li cîhêkî giring xwe xuya didin. Jixwe piştî ji holê rakirina Aqqoyunliyan di nava jêmayîna wan a bi navê bozulus de gelekî komên kurd ên eșîrî hebûne. Lîsteya ji deftereke osmaniyan a eșîrên bozulusî yên Diyarbekirê tijî navê êșîr û malbatên kurda ye[2].

Navê eşîrê bixwe îranî ye û xwediyê maneya ciwan an genc e, pûr- tê maneya kur/law, paşbendika -ak an -ik die kurdî de heya îro pêyvên piçûkbûnê destnîşan dike (wekî kurik, lawik, keçik, berxik). Navên gelek eşîrên kurd ên ku di kurdî de bi tîpa b'yê dest pê dikin, di farisî vediguhirin p'yê. Mîna ku wanan: bazkan --> pazokan, besyan --> pesyan hwd.. Dibe ku navê vê eşîrê ji di eslê xwe de, bi b'yê dest pê bike û herwiha kiteya wî ya ewil bor-, bûr- an bir- be. Ev jî bêguman di eşîrtiya Kurdistanê de eşîra mezin a birukan tîne bîra meriv. Lê li Kurdistanê, li Sêrtê, eşîreke bi navê poran/porî jî heye[3], dibe ku eleqedera wan bi pornagên tarîxî ve hebin. Ev paşbendika -kan a di navên eşîren de qeydeyek farisî ye. Pir navên wan ên ku di kurdî de bi -an anku -yan bi dawî dibin, di farisî de beraberiya van paşbendika -kan e. Toponîmên bi ketika pêşî ya pûr-, por-, pîr- (Pîran), pul- pîl- (Pîlekî) an jî pil- (Pilûr) dibe ku bi navê vê eşîrê ve peywend bin.[4]

Şopên Pornagan li Kurdistana îroyî

biguhêre

Herwiha li Kurdistanê niha gelekî jîngeh bi vî navi mewcûd in. Du hevên wan li Bakurê Kurdistanê ne, gundê Pornagê li Xinûsê û Girê Pornagê[5] li qeza Çinarê li parêzgeha Amedê. Herwiha li Rojhilatê Kurdistanê jî du hev jîngeh bir navê Pornak hene. Li qeza Pûldeştê li parêzgeha Azerbaycana Rojavayî du hev gund hene ku di navên wan de ew peyv derbas dibe, Pûrnak û Tepebaşîyê Pûrnakê. Li Pilûra Dêrsimê jí gundekî bi navê Burnak an jî Burnax heye. Belû ye ku têkiliya navê wî jî bi pornagan ve heye. Ev gundê Nûrî Dérsimî ye.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Kelekeş, Erol (2018). "MOĞOL İŞGALİNİN VAN GÖLÜ HAVZASI ÜZERİNDEKİ TOPONOMİK TESİRLERİ". Türk Dünyası Araştırmaları.
  2. ^ Dermirtaş, Faruk. "Bozulus Hakkında". Dergipark.
  3. ^ "AŞİRETLER VE BOYLAR : Xiyan, Hiyan,Xian Aşireti". AŞİRETLER VE BOYLAR. Roja gihiştinê 16 tîrmeh 2024.
  4. ^ "Emirdağı Araştırmaları" (PDF).
  5. ^ Herles, Michael (1 kanûna paşîn 2007). "Zur geographischen Einordnung der aḫlamû - Eine Bestandsaufnahme". Altorientalische Forschungen.