Besyan
Besyan (azerî: Püsyan eli) navê eşîreke kurdan e. Eşîra besyan a ku navê wê di hin çavkaniyan de wekê besyan, pisyan anku pisiyan jî derbas dibe, gore Şeref Xan yek ji eşîrên Silvî bûye. Hin eşîrên Silivî (Silêmanî) yên ku eslê xwe ji devera Farqînê bûne[1], di sedsala 17mîn de koçbere serhedê, hêla Bazîdê bûne. Besyan li vir roleke mezin di damezrandina mîrgeha Bazîdê de lîstene. Heya çawa tê xuyan mîrên Bazîdê, wek avakêrê Qesra bi navê xwe Îshak Paşa jî ji vê ezbetê bûye[2]. Piştre di dema Şah Ebas I. kesen ji wê eşîrê derbasê erdê Azerbeycanê dibin û heya niha jî li Qerebaxê û Naxçîwanê dijîn.[3] Dîsa li Anadoliyê, li Qirşehîrê jî eşîreke kurdan bi navê pisyan heye, dibe ku ev jî bigîhin vê eşîra kurdan a dîrokî.
Çavkanî
biguhêre- ^ Çi̇ftçi̇, Erdal (1 kanûna paşîn 2021). "MEYYAFARİKİN'DEN SİLVAN'A: SÜLEYMANİ/SİLVAN AŞİRETİNİN SİLVAN KAZASINA DÖNÜŞÜMÜ". SULTANLAR ŞEHRİ SİLVAN.
- ^ https://dergipark.org.tr/en/download/article-file/1055237
- ^ "Azərbaycan kürdləri – Azlogos" (bi azerî). Roja gihiştinê 30 hezîran 2024.
Ev gotara ji bo eşîrekê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |