Poşî, pûşî cureyek ji serpoş û stûmalan e. Yek ji xwekirinên sereke yên kurdan e.

Niha ji ber pişavtin û bandora çandên gelên cîran, kurd bi taybetî li Bakurê Kurdistanê kêm cîlûbergên kurdî li xwe dikin. Herwiha poşiya kurdî jî, cihê xwe daye cemedana erebî, şewqeya fransî ûêd. Berê kurdan ji wekî serpoş pirranî kum û kolos, papax didane didane serê xwe. Bilindiya papax û kolosan pesindariya mêraniyê bû.

Angaştek li ser navê pûşiyê biguhêre

Îdiyayek heye ku bingeha bêjeyên pûşî, poşî, serpoş, poşîn, pûşîn ji pûşê (qirş, pûş, rişikên giya yan riwekan) derketiye. Em dizanin ku pirr berê mirovan ji lûf û qirş-pûşan ji xwe re kum, kinc çêdikirin. Lê xebateke zanîstî nehatiye kirin, ev tenê îdiyayek e.

Poşiya erebî bûye poşîna neteweyî ya kurd biguhêre

Ji ber ku li Kurdistanê fabrîkên tekstîlê ne ewçend bipêşketin, kurd mecbûr bûn bestirên xwe ji bazarên ereb, fars û romiyan (tirk) bikirrin. Di çerxa demê re hin bestirên kurdî winda bûn, cûmkerî kêm bû.

Kurdan gelek cilûbergên xwe li cih hiştin, xwekirinên erzan ên bazarên biyaniyan li xwe kirin. Poşiya niha wekî sîmbola kurdan an wekî xwekirineke neteweyî ya kurdan tê pêşkêşkirin, di rastiyê de ya ereban e. Ev poşî li Libnan, Yemen, Filistîn, Urdunê pirr tê li xwe kirin. Heya bigire wekî sîmbola filistîniyan jî tê naskirin.

Sedemên viya nebûna fabrîkên tekstîlê, hilneberîna poşiya kurdî û serketina siyasetên asîmîlasyonîst bûn. Poşiya kurdî ya mêran ti carê rengê reş nedihewandibûye, ku reş jinan didan serê xwe û bo şîngirtinê bû. Poşiya kurdî rengîn bû, yan ji rengên sor, mat bû.

Kurdan poşî wekî kuman li serê xwe dipêçandin, boçik bernedidan. Niha li Başûrê Kurdistanê ev awayê girêdanê hêj jî dijî. Lê li Bakur winda bûye, kurd poşiyên xwe wekî yemeniyan, bi boçik berdidin,

Taybetiyên poşiya kurdî biguhêre

  • Berê pirranî ji hevrîşimê direfandin, diristin
  • Du cureyên wê yên sereke hebûn: Poşiyên ciwanan û jinan ku rengîn bûn û poşiyên temendirêj û mirovên civatê, ji rengên sor, mat bûn. Helbet kê kîjan bixwestiba dida serê xwe, kategorîkirineke konkret nebû
  • Çargoşeyî, bi/bê şirik bûn. Şirikên wan bendî bûn, ne gupikî
  • Ji kefiyeya ereban biçûktir bû
  • Di poşiyên mêran de rengê reş (bo şîngirtinê), heger spî jî tê de neba, nedibû

Herwiha binêrin biguhêre