Stûmal
zimanê kurdî de bo xwekirinên, cilûbergên li stûyê tên pêçandin tê bikaranîn
Stûmal di zimanê kurdî de bo xwekirinên, cilûbergên li stûyê tên pêçandin tê bikaranîn. Ango stûyê dimalin, pordikin.
Stûmal bo germxwedîkirinê derketine lê wekî aksesûar jî tên bikaranîn. Hin serpûş hene ku di heman demê de wekî stûmalan jî tên bikaranîn, bo mînak poşî, şalgerdan ûêd).
Kurd wekî stûmal gelek poşînan, xwekirinan dizanin. Mêr pirranî cemedan, poşî, stûpê, jin jî şalgerdanan bikartînin.
Hin cureyên sereke yên stûmalê Biguhêre
- Şalgerdan
- Stûpê
- Stovank
- Gerdanparêz, ji şalgerdanê mezintir e, gerdan û milan pordike
- Stûpêya alîgiran, alîgirên yaneyên werzîşê stûyê xwe dimalin
- Poşî (hin devokan de pûşî), poşî herwiha wekî stûmalê jî tê bikaranîn
- Stûmala dekorasyonê
- Hêratî
- Leçek
- Xêlî