Kulik (hin devokan de kullik) ji serpoşa kulaxê ye. Kulaxa biçûk e. Ji kulaxên erzan ên pirranî ji kulavê dihatin çêkirin re digotin. Berê xizanan kum, poşî, kulik, papax ûêd ên erzan didan serê xwe.

Di destana Kerr û Kulik de navê wê derbas dibe. Forma kulikan jî wekî ya kulaxan kov bû, ango dişibiyan kovikê. Dora wan bi şaşikan (lihêfe, kitanok, mêzere, serpêç) girêdidan an jî hema wisa didan serê xwe. Kulikên bi rîçik, gulik jî hebûne.