Fes (serpoş)

cûreyeke kumê yên mêra

Fes an Fês serpoşeke gloverkî, pirranî sor, bigulik (rîşik) e ku bi destê osmanîyan heya Balkanê belav bûye. Niha kêm tê bikaranîn. Wekî serpûşa neteweyî ya romiyan (tirk) tê dîtin.

Ji bakurê Afrîkayê belav bûye. Di destpêka sedsala 19em dibe moda, li seranser împeratoriya osmanî belav dibe. Kesên bajarî ji ber ku dişibiya şapkayên rojavayiyan didan serê xwe. Ji 1832 heya 1925ê tevahiya karmendên osmanî diviyabû fes bidana serê xwe.

Atatürk qedexe dike biguhêre

Meclîsa romiyan (tirk), bi fermana Mustafa Kemal Atatürk, di 25ê çiriya paşîn 1925ê de ji ber ku ne ji cil û bergên ewropayiyan e, bi qanûnî bikaranîna fesê qedexe dike. Atatürk di heman demê de cil û bergên kurdî jî qedexe dike. Bi hezaran kurd ji ber ku kincên kurdî li xwe kirine tên êşkencekirin, darizandin, heya bigire kujtin.