Pira Evdirehmanpaşa di navbera Mûş û Gimgimê de ye. Nêzîkî 13 km ji Gimgimê dûr e. Li ser Çemê Mezin ê yek ji şaxên Rûbara Miradê (Mûrad) ye.

Pire di dema Osmanîyan de ji aliyê Mîrekî Kurd ê bi navê Evdirehmanpaşa ve hatiye çêkirin. Teqrîben di salên 1760 - 1770' de hatiye çêkirin. Tê texmînkirin ku Mîr Evdirehman pire çênekiriye lê restorasyon kiriye. Ango bingeha pireyê gorî hin îdîayan bêhtir kevn e.

Pire gelek caran tehrîp bûye. Di şerê Osmanî û Rûsan ê beriya Şoreşa Kewçêrê li Rûsya de pire ji aliyê hêzên Kurdan ve bo astengkirina Rûsan hatiye tehrîpkirin lê Rûsan dîsa temîr kirine. Herwekî artêşên Rûsan di heman demê de riya di navbera Mûş û Gimgimê, Gimgim û Kopê li ser Melhemiyê re hwd jî çêkirine. Pire di salên 90'î de ji bo hêsankirina operasyonên li dijî PKKê, ji aliyê dewleta Tirk ve ji nûve hatiye çêkirin. Ji aliyê leşkeriyê ve cihekê stratejîk de ye. Riyên Çiyayê Şerevdînê, Çiyayê Bîngolê û Çiyayê Qolîbaba kontrol dike. Ji ber wê dewleta Tirk baregehekê xwe yê leşkeriyê li wir avakiriye.

Giringiya Pirê di dîrokê de

biguhêre

Di gelek dokûmentan de tê diyarkirin ku serokê Kurd ê nemir Şêx Seîd li vir ji aliyê Qaso (Dêlo Qaso) ê hevlingê Şêx Seîd bû ve bi îxbarî teslîmê dewleta Tirk tê kirin. Gorî hin îdîayan jî ne li wir lê li ser Pira Çarbihurê tê dîlgirtin. Pira Çarbihurê hema di ber Pira Evdirehmanpaşa de ye û li gundê Çarbihurê de ye. Herêm bi tevayî dikeve axa Gimgimê.