Osman Baydemir
Osman Baydemir (jdb. 1971, Amed, Bakurê Kurdistanê), parêzer, siyasetmedar û aktîvîstekî mafên mirovan e. Baydemir şaredarê Amedê di salên 2004 heya 2014an bû. Ew wekî endama Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê ji bo Partiya Aştî û Demokrasiyê û Partiya Demokratîk a Gelan bû.
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Şanlıurfa (en) | |
---|---|
- | |
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Şanlıurfa (en) | |
- | |
Şaredarê Diyarbekirê (d) | |
- | |
Osman Baydemir | |
Şaredarê Diyarbekirê (d) | |
- | |
Osman Baydemir | |
Serok (en) | |
heta an |
Jidayikbûn | |
---|---|
Hevwelatî | |
Perwerde | |
Pîşe |
Siyasetmedar, aktîvîstê mafên mirovan, parêzer |
Partiya siyasî |
Jiyana pêşîn û xwendin
Osman Baydemir ji Fakulteya Hiqûqê di Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê mezûn bû. Di sala 1995an de bû serokê Komeleya Mafên Mirovan a serbixwe ya şaxa Amedê. Di navbera salên 1995 û 2002an de ew jî endamê rêveberiyê bû û bû cîgirê serokê komeleyê.[1]
Kariyera siyasî
Di hilbijartinên giştî yên sala 2002an de bû namzetê Partiya Demokratîk a Gelan (DEHAP), lê partiyê nekarî benda %10ê ya hilbijartinê bi dest bixe. Di sala 2003an de, Baydemir 6 mehan li Amerîkayê dimîne, ji bo ku inglîziya xwe baştir bike. Di hilbijartinên herêmî yên sala 2004an de wek şaredarê Amedê hat hilbijartin.[2] Wek Şaredarê Diyarbekirê bû endamê Federasyona Cîhanî ya Bajarên Yekbûyî ku ji bo wê li gelek paytextên cîhanê geriyan. Her wiha li parlamentera Ewropayê jî li ser zehmetiyên kurdên Tirkiyeyê rû bi rû dimînin axaftinek kir.[3][4] Di kampanyaya hilbijartinê ya ji bo hilbijartinên herêmî yên 2009an de, dijberiya wî ya berbiçav a namzetê Partiya Dad û Geşedanê (AKP) û serokê wê Recep Tayyip Erdoğan hebû.[5] Baydemir di hilbijartinan de bi ser ket û Diyarbekir wek kelha DTPê îlan kir.[6] Piştî serkeftina di hilbijartinên sala 2009an de, bi deh mehan cezayê girtîgehê lê hat birîn, ji ber ku ew Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wek "gerîlla" bi nav kir, ku dadgeha Tirkiyeyê ev yek wek propaganda di berjewendiya PKKê de dît.[7] Di hilbijartinên giştî yên sala 2014an de wekî parlementerê BDPê yê Rihayê hate hilbijartin.[8] Weke parlementer ew parêzvanê ziman û kêmneteweya kurdî li Tirkiyeyê bû û ji ber bikaranîna peyva Kurdistanê ku di parlamenteya Tirkiyeyê de qedexe ye, çend caran ji parlamenterê hat dûrxistin.[9][10][11] Paşê Osman Baydemır serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da û anî ziman ku tu rayeya cezayên parlementeran tune ye.[12] Piştî vê yekê Baydemir ji ber dersînorkirina xwe ya demkî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da, ku di hezîrana 2023an de Tirkiye mehkûm kir ku cezayê pereyan bide. Baydemir bi qasî 17 hezar Euro ceza.[12]
Şopajotinî
Osman Baydemir weke çalakvanekî mafên mirovan û weke siyasetmedarekî di asta cuda de rastî zextan hatiye. Li gorî raporeke Amnesty International ya 12ê sibata 2004an, 200 dozên dadgehê li dijî wî ji ber çalakiyên wî yên mafên mirovan hebûn.[13] Rojnameya Radikal di 11ê tîrmeha 2006ê de ragihand ku di van du salên dawî de bi giştî 129 lêpirsîn li dijî wî hatine kirin.[14] Di hezîrana 2001an de Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li ser navê wî çalakiyeke lezgîn derxist.[15] Piştî kuştina rojnamevanê ermenî Hrant Dînk di çileya 2007 de, Osman Baydemir jî di nav de gelek kes dihatin tehdîdkirin.[16]
Hin dozên dadgehê yên li dijî Osman Baydemir ev in:
- Di gulana 2006an de Osman Baydemir ji ber ku ambulanseke şaredariyê ji bo veguhestina cenazeyekê dabîn kiriye, hat sûcdarkirin.[17] Di îlona 2006an de Osman Baydemir bi bê sûc ragahandin.[18]
- Osman Baydemir û 55 şaredarên din ên Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ji ber ku di kanûna 2005an de daxwaznameyek ji serokwezîrê Danîmarka Anders Fogh Rasmussen re îmze kirin û jê xwestin ku televîzyona kurdî Roj TV negire, hatin tawanbarkirin. Ew bi piştgirîkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatin tawanbar kirin. Rûniştina dozê di îlona 2006an de dest pê kir û di nîsana 2007an de dozger ji bo 52 şaredaran 15 sal cezayê girtîgehê xwest.[19]
- Ew ji ber binpêkirina zagona tirkî ya qedexekirina bikaranîna herfên ku di alfabeya tirkî de ne, dema ku silava sersalê bi kurdî şandibû ku herfa "W" jî tê de hebû, hat dadgehkirin. Di 19ê nîsana 2007an de ji ber ku Wezareta Dadê destûr neda ku dozek bi vî rengî bê dîtin, Dadgeha Hjm. 2 ya Amedê doz berda.
- Ew ji ber ku PKK wek "muxalefeta kurd a çekdar" bi nav kiribû, bi propagandaya qedexe hatibû tawanbar kirin, lê di kanûna 2009an de ji ber ku ji aliyê dadgeha Diyarbekirê ve wek azadiya ramanê dihat dîtin, hat berdan.[20]
- Di cotmeha 2017an de Baydemir ji ber ku 3 polîs weke "faşîst û kêmar" bi nav kir, ji ber heqaret li dijî "karmendê dewletê yê wezîfedar" kiriye salek û 5 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ev biryar di nîsana 2018an de hatibû erêkirin û piştî wê ji parlamenterê hatibû derxistin.[21]
Di 17ê adara 2021an de Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Cezayê Giran Bekir Şahin ji bo Baydemir û 686 siyasetmedarên din ên HDPê 5 sal qedexeya siyasetê li gel girtina HDPê xwestibû, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. bi îdîaya têkiliyên rêxistinî bi PKKê re heye.[22][23]
Jiyana taybet
Di gulana 2005an de bi Cîgira Serokê Giştî yê TIHVê Reyhan Yalçindağ re zewicî. Di 23ê nîsana 2006an de kurê wan Mîrzanyar hat dinyayê.[24] Piştî derxistina ji parlamenterê Tirkiyeyê, Baydemir ji welat bar kir û çû sirgûnê London, Keyaniya Yekbûyî bû.[25]
Çavkanî
- ^ Osman Baydemir, Kim Kimdir?
- ^ O’Connor, Francis (2017). "The Relationship between PKK and Kurdish Political Parties". Peace Research Institute Frankfurt: 13 – bi riya JSTOR.
- ^ Watts, Nicole F. (1 tîrmeh 2011). Activists in Office: Kurdish Politics and Protest in Turkey (bi îngilîzî). University of Washington Press. r. 83. ISBN 978-0-295-80082-0.
- ^ "Daily human rights report". Human Rights Foundation of Turkey. 20 nîsan 2007. Ji orîjînalê di 14 tebax 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 tebax 2008.
- ^ "Turkey sentences to jail the mayor of Diyarbakir, the largest city of Northern Kurdistan". Nationalia. 21 nîsan 2009. Roja gihiştinê 28 kanûna pêşîn 2021.
- ^ Gunter, Michael M. (4 çiriya paşîn 2010). Historical Dictionary of the Kurds (bi îngilîzî). Scarecrow Press. r. 59. ISBN 978-0-8108-7507-4.
- ^ "Turkey sentences to jail the mayor of Diyarbakir, the largest city of Northern Kurdistan". Nationalia. 21 nîsan 2009. Roja gihiştinê 28 kanûna pêşîn 2021.
- ^ "Seçim 2014 Güneydoğu Anadolu Bölgesi Şanlıurfa Yerel Seçim Sonuçları". www.haberturk.com. Roja gihiştinê 28 kanûna pêşîn 2021.
- ^ van Wilgenburg, Wladimir (13 kanûna pêşîn 2017). "Kurdish MP banished from Turkey Parliament for uttering 'Kurdistan'". Kurdistan24 (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 kanûna pêşîn 2021.
- ^ van Wilgenburg, Wladimir (13 kanûna pêşîn 2017). "Kurdish MP banished from Turkey Parliament for uttering 'Kurdistan'". Kurdistan24 (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 kanûna pêşîn 2021.
- ^ "Turkey's Parliament bans Kurdish deputy from two sessions for saying 'Kurdistan'". Stockholm Center for Freedom (bi îngilîziya amerîkî). 13 kanûna pêşîn 2017. Roja gihiştinê 28 kanûna pêşîn 2021.
- ^ a b "ECHR finds rights violation in penalty imposed on former HDP MP Osman Baydemir over 'Kurdistan' remark". Gazete Duvar (bi tirkî). 13 hezîran 2023. Roja gihiştinê 16 hezîran 2023.
- ^ "Turkey: Restrictive laws, arbitrary application - the pressure on human rights defenders". Amnesty International. 12 sibat 2004. Roja gihiştinê 20 tebax 2008. See footnote 18.
- ^ "Baydemir'e iki yılda 129 soruşturma". DHA (bi tirkî). Radikal. 7 çiriya paşîn 2006. Ji orîjînalê di 30 îlon 2007 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 tebax 2008.
- ^ "Turkey: Death threats/Fear for safety Eren Keskin and Osman Baydemir". Amnesty International. 6 hezîran 2001. Roja gihiştinê 20 tebax 2008.
- ^ "Singer Ferhat Tunç informed about death threat with two months delay". Freemuse. 10 nîsan 2007. Ji orîjînalê di 12 hezîran 2007 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 tebax 2008.
- ^ Cebe, Özgur (30 gulan 2002). "Ambulans davası açıldı". DHA. Milliyet. Roja gihiştinê 20 tebax 2008.
- ^ "Baydemir beraat etti". DHA (bi tirkî). Radikal. 28 îlon 2006. Roja gihiştinê 20 tebax 2008.
- ^ "Prosecutor seeks 15 years for Kurdish mayors over Denmark letter". AFP. Kurdish Institute of Paris. 3 nîsan 2007. Ji orîjînalê di 21 tebax 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 tebax 2008.
- ^ "Daily human rights report". Human Rights Foundation of Turkey. 20 tebax 2008. Ji orîjînalê di 14 tebax 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 tebax 2008.
- ^ Endoroglu, Erol (4 kanûna pêşîn 2009). "Court Ruled: Freedom of Speech Instead of Forbidden Propaganda". Bianet.
- ^ "Turkish prosecutor seeks political ban on 687 pro-Kurdish politicians". www.duvarenglish.com. Gazete Duvar. 18 adar 2021. Roja gihiştinê 19 adar 2021.
- ^ "HDP indictment seeks political ban for 687 members, including Demirtaş, Buldan and Sancar". Bianet. Roja gihiştinê 19 adar 2021.
- ^ "Osman Baydemir got married (Turkish)". newspaper Zaman. 6 tebax 2005. Ji orîjînalê di 14 adar 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 gulan 2011.
- ^ "Staatsanwaltschaft will Osman Baydemir ausliefern lassen". Firat News Agency (bi almanî). Roja gihiştinê 28 kanûna pêşîn 2021.
Girêdanên derve
- Li Wikimedia Commons medyayên di warê Osman Baydemir de hene