Nîjadperestî

(Ji Nijadparêzî hat beralîkirin)

Nîjadperestî yan jî nîjadparêzî[1][2], gotineke ku di sedsala 20an de bi jenosîda cihûyan ku ji aliyê naziyan ve pêk hat hanîn re ket rojeva mirovatiyê de.[çavkanî hewce ye]

Klasîkkirina sîstematîkî ya mirovan li nîjadan ji nîgarên tîpîk ên sedsala 19-an ( li gorî Karl Ernst von Baer, ​​1862)

Temenê xwe, ji "nijad/nîjadê" digirê. Di têgihiştina nijadê de, di civakê de, tenê komên ku bi benê xwûnê û xizmtiyê digihina hevdû dibina yên hevdû. Li gor têgihiştina nijadiyê, ya ku dide kifşkirin, aliyê girêdana bi hev ve ya biyolojikî ya. Bi wê re li ser wê re aliyên din ên weke çandî û ûrfî tên ser ziman.

Lê di sadsale 20an de, bi têgihiştineka dîn jî ev gotin derketa li pêş. Ew jî, ev bû. Nijadek ku xwe li ser ya din re bibîne, xwe jê mazintir û maztir û li sertir bibînê, xwe li ser re bibîne, ev têgihiştin derket li pêş. Di temenê serdestiyê de, ev têgihiştin hat bi lêvkirin. Minaq, Ewropa, hema bêja nîêv Afrîka ji xwe kir kola. Ew reşîk di dîtin. Gotina reşîkitiyê jî, di wateyaka biçûkxistinê de bikarhanî. Ev jî, aliyekî din yê jî têgihiştina nîjadiparêstiyê bû.

Li tirkî jî, îro, kurd, weke yên "bêqiymet" tên dîtin. Mafê wan hemû ji destê wan hatiye girtin. Kurd, zimanê wan jî, qedexa ye. Çi hebe, bi navê tirkitiyê tênin ser ziman û tirkitiyê li ser hemû nav, xalk û komên din ên etnîkî re digirin. Ji xaynî tirkan, komên hemûyan, ku kurd jî di nav de, biçûk dibînin û nêzîkatiya kola li wan dikin.

Sistem, çawa dibe nîjadperest? Di dema ku bi wan nêzîkatiyan li ber komên din ên civakê ên Xalk tevgeriya, hingî, dibe nîjadperarêst. Minaq, Î ro, li tirkî di destûra wê de tê gotin, '"tenê zimanê perwerde, Zimanê Tirkî ya û ji wê zimanê pêde, ti zimanên din nayên bikarhanîn".' Bi vê jî, êdî weke zimanê kurdî, zimanên din jî, tên qede kirinû Hemû kes, tên tirkkrin. Destûra sistemekê, ku tenê li gor navekî nijad tevgeriya, hingî dibe nijadparêst. Ji aliyê olî ve jî, ku hemû hizrên din yên cuda yên olî ku hatina redkirin û biçûk hatina dîtin, hingî jî, bi olê re ew nêzîkatî ji aliyê ku mirov bê û rêveberî bê, ji aliyê wan ve tê nîşandin.

Nîjadperestî û gotina wê

biguhêre

Nîjadperestî, li reng, ziman, çand û koka mirov, dihê kirin. Rengê çi ye, Tu ji kuderê yî, ji kuderê hatî û hwd, di bina sedema nîjadparêziyê di nêzîkatiyê de. Mirovên sipî, an jî mirovê reşik, an jî mirov misilman, anî jî, mirovên fileh û hwd, di nîjadparêziyê de nêzîkatîyên biçûk dîtin û xirab û hwd, di van temenan de li hevdû kirin, wê dihêne ser ziman. Di sadsale 18´ an de, bi awayekî ku vekirî rengê wê bi awa û ferqa ku dinaqabîna dewlemend û fakîran de xwe dide li der. Li ser wê re, têgihiştinaka serdestiyê diafirê. Mirovên ku farîr in, tenê mafê bindestbûnê ji wanre tê dîtin.

Cih bi cih ew nayê kirin li cihê mirov de jî. Lê piştî ku bi kiştiyan ji Ewropa, çûna deverên weke Afrîka dibê û dewlemendîyên wanderan tên kifşkirin, êdî mirovên wan, pêşî ji rengê xwe weke ku gunahbar in tên dîtin û piştre tên kolekirin. Piştre, ew têgihiştine serdestiyê serwer dibe. Dibe, têgihiştina sistemên ku ava dibin. Piştre ol jî tê xistin dinava wan nêzîkatiyan de. Ol, weke parastvanekî efendiyan dihê ser ziman. Dem ku tê sadsalê 19´an, êdî wê ew têgihiştina nijadî, wê were kifşkirin û hin bin êdî bi wê re jî, wê were rexnekirin. Pêşî, ku weke ferqa di nav dewlemend û feqîran de bû, wê piştre hin bi hin, rengê xwe bi têgihiştin bike, û wê bisistemenên weke ya Zaniyan re wê, rengê xwe bide der. di serî de, di sistemê de, ew têgihiştina wê tê rûnandin. Minaq, jin, weke jîndiyaka herî li bin tê dîtin. Mafê wê yê dinav malbatê jî, ku ew xwe pê bêne ser ziman jî nîn a.

Hin bi hin, di nêzîkatî û hizirên partiyên weke ya Naziyan re wê xwe bicih bike. Li Almanya, partiya Hitler, Li Italya, partiya Franco, li Ispanya partiya Mussolini, Li tirkî, di wan deman de Mustafa Kemal, di van demên dawiyê de jî Erdoğan û hwd, vê nêzîkatiyê xwe di têgihiştina partiyan de di temenê serdestî û desthilatdariyê de rengê xwe bide li berçav. Bi wê re, wê Nîjadparêzî, rengê xwe, bi awaye têgihiştineka ku 'ya ku serdest ji xwe re dixwezê ji yê din yê li hemberê xwe re nexwezê' di wê têgihiştinê de xwe dide der. Bindestkirin jî, wê bi vê yekê re xwe bide der. Ku mirov, bi gotinekê jî, ji wê demê heta vê demê, li ser wê gotinekê di vê temenê de bibêje, mirov wê vê bibêje. Ji wê demê heta vê demê, sadsale 21´ê jî, di sistemen de nîjadparêzî, ji holê ne rabûya.

Minaq, li Tirkiyê, zimanê kurdan qedexe ye û kurd nikarin bi zimanê xwe perwerde bibînin. Lê ji tirkan re hemû derket sistem dide nîşandin. Yek kurd û yekî tirk, ti carî bi nav û zimanê xwe re ne xwediyê heman û aynî derfetan in.

Nîjadperestiya li dijî komên etnîkî

biguhêre

Komên etnîkî, di gotinê netewyên yekbûyî, ji bo mafê wanhilde ewlakarîyê, hin peyman çêkirin û dana mohrkirin bi dewletan. Ti carî, ew yekbûn û wekhevî di nav wan de ne afirî û nebû. di nav civakê de, weke koma xwedî sistemê ya serdest û ya bindest ku mafên wê bê dayin, komên etnîkî, rastî hin kirina hatina û ew kirin di roja me de jî didomin. Di eslê wê de, kumirov lê binerê, mirov wê bibîne ku bi awayekî hemdemî, ku wê çawa nîjadparêzî were kirin, rê û rêbazên wê ji aliyê sisteman ve hatiye kifşkirin û dîtin. Minaqa, kume ji vê yekê bidin jî "Anti-semitisim" û hwd in, ku mirov karê bide. Yanî bi gotinaka di jî, êdî "Nijadparêziya hemdem" tê kirin. Minaqa, vê jî, bi sisteman re, serdestbûn û bûna desthilatdar ya hin xalkna, lê ne hiştina wê derfetê ji yê din re û hwd.

Nîjadperestî li dijî kurdan

biguhêre

Ev nijadperestiyan tirkan a li dijî kurdan pir dijwar e û hîmê wî bi taybetî ji aliyê Misto Kemal ve bi Kemalîzmê ve hatiye avêtin. Li gorî wan tenê kurd ji tirkan re dikarin bibin xulam. Nîjadperestên Tirkan ewqas tûjin ku ji peyva ""Kurd" û "Kurdistan"ê re tehamul nakin.

Faşizim û nasyonalsosyalisim

biguhêre

Nasyonal sosyalisim, ji partiya Naziyan mirete meyali roja me. Faşizm jî, ku di temenê wê nêzîkatiya nîjadparêzî de, yê ku sistem bin xwe re dibîne û "bêqiymet" dibêne, êdî dihê li holê rakê. Faşizim, asta nîjadparêzîyê li ser re ya. Çand û kultûrên dijî xwe, ji bo ku ne jê na, ji holê radike. Weke ku Naziyan, xwest ku Cihuyan ji holê rakê. Weke Tirkî, ku dike û şer dike ku kurda ji holê rake. Naziyan, yên ku bin xwe re dîtin, ew ji holê rakirin. Minaq Cihû û hwd. Minaq, LI tirkî ji holê rakirina kurdan û hwd. Minaq, Li Îraqê, ji ber ku ne ereb bûn Sedam li dijî kurdan çekên kimyewî bikarhanî. Minaq, ku kurd û axa wan dinav Îran, Sûrî, tirkî Û Îraqê de hat parve kirin û zimanê wan jî, ji wê rojê heta vê rojê hê qedexe ye.

Nîjadperestî li Ewropayê

biguhêre

Li Ewropa û Emerîka, heta roja me jî, bi ferqa di nav xelkan de bê, ji ber ziman û rengê wan, nîjadparêzî bûya. Minaq, ev nîjadparêzî, êdî hin bi hin hatiya barkirin li qada olê jî. Di çerçova wê nijadparêziya hemdem ya Ewropa de, nijadparêziyek, li ber komên di yên olê ku ne fileh jî afiriya. Minaq, li dijî Misilmanetiyê û hwd. Minaq, li dijî, komên pênebar û hwd. Minaq, li dijî komên Rojhilatî û Efriqî û hwd.

Bi çapameniyê re û li ser wê re nîjadperestî û dewlet

biguhêre

Çapameni, dema ku di civakê de çend ko hebin, mafê wan hebe ku weke mirovan bijîn, lê ku çapameni, komekê li ser hemû komên di yên civakî re bgirê û wê dayimî derxe li pêş, hingî, wê nîjadparêzîyê dike. Li tirkî, çapameni, tenê, mafê tirkan diparêzê. Wekî di jî, mafê kurdan, Elewiyan, û hemû komên din, li dijî wan li ser navê dewletê û têgihiştina wê ya serdest, bi wan re şer dike. Bi gotina ku rayadarên dewletê wê bi nav dikin, ew çapamenî ya tirk, "çapameniya dewletê" ya û wê diparêzê. dewletê li ber mirov diparêzê. Minaq, şerê ku Î ro li Kurdistanê tê dayin, ew çapamenî, hertimî, temenê wê çêdike. Ku ew bingih çêkirina çapameniya tirk bene, wê dewlet, dikaribe, wî şerê li kurdistanê bi kurdan re bide domandin. Di sedsale me de, çapamenî, weke xelaka sereke derketiya li pêş. Pêşketin û politikayên dewletê yên li ser civakê ew dide kifşkirin. Dewletê, li ser gel û civak, weke desthilatdar, ew wê pêş dixe û pêşve dibe. Bi vê yekê re, alieyelî di yê nîjadparêzîyê yê ku bi sedestiya dewletê re li dijî gel, bi awayekî ku zanebûn jî di wê de dihê bikar hanîn, tê bikar hanîn. Giraniya dewletê, bi çapameniyê re li ser civakê û gel dihê hîskirin.

Ku mirov di wê çeçova wê nijadparêziya hemdem de bêne ser ziman, mirov karê bibêje, di roja me de, rêveber nijadiyê dikin û weke ku nekirina tevdigerihin. Minaq, weke tirkî, zimanê kurdan qedexa dike, lê ku diçê pêşiya çapamniyê jê serokwezîrirê wê, dibêje ku "kurd jî, li tirkî, xwediyê hemû mafî na". Minaq, mafê kurdan, perwerde dîtin ê bi zimanê xwe yê dayikê nîn a. Lê di bin navê mafê mirovan de, bêje ku "divêt ku herkes herê dibistanê û ev yek meçbûrî". Di destûra wê de jî, di nivîsêne ku "meçbûrî divêt ku herkesek herê dibistana bingihîn". Lê ti carî, ku yekî kurd, çû jî bi wê meçbûrîyê, wê bi zimanê xwe yê dayikê perwerde ne hildê. Wê zimanê wî yê dayikê bi wî bidina jibîrkirin û bi tirkî wê û an jî wî bidina perwerde kirin.' Minaq, kurdên kumafê xwe dixwezin, ji wan re dibêje ku "ew terorîst in". Wan digrê û diavêje zindanê. Minaq, di van rojên dawiyê (10.01.2012) de di çapameniya tirk de tiştek tê nîqaşkirin. ew jî ev a.

Rayadarên dewletê ji helbest û çand kurd re jî dibêji "terorîst". Wezirê dadmendiyê yê tirkî, got ku " terorîsim, di helbest û wêneyan de jî ya". Piştre wezirê karê hundur jî tevlî wan gotinan bû. Bi vê gotinê hêrîşî çand û kultura kurd dike û dixwezê ku biçûk bide nîşandin û bixê. Li gor wê gotina wî jî, ku ew bigihijina armanca xwe, wê êdî bêhtir çanda tirkî were bikarhanîn û ya kurdan, bi wê gotina terorîsmê tê xirab nîşandin. helbûkî, çanda kurdan, çandaka ku ser deh hezaran re dîroka wê heya. Li ser çapameniyê re, bi vî rengî, hêrîşî çanda kurdan jî dikin. Ku mirov, herê demên berê, mirov wê bibîne ku bi sadana caran bi vî rengî hêrîşên wan yên li çanda kurdan bûna. Ev jî, bi plan dewlet dike û dewlet wê bi rayadarên xwe dide kirin.

Mirov divêt ku di vir de, tiştekî dijî bêne ser ziman. ew jî, li ser parlamanteran re ya. Li tirkî, parlamenên tirk jî, û yên kurd jî hati na hilbijartin di hilbiartinên 12 hezirena 2011´an de. Yên tirk, çûna meclişê, Lê yên kurd weke Hetip Dicle û hê gelek parlamanên din ên ku dengê gel hatina hilbijartin çûna zindanê û naheka di zindanê de na. Ev nijadparêziya dewlet bixwe jî dike ya.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Zana Farqînî (2010), Ferheng, kurdî-tirkî-kurdî. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
  2. ^ Umîd Demîrhan (2007), Ferhenga Destî, Sewad 1428

Girêdanên derve

biguhêre