Nicolas Sarkozy
Nicolas Sarkozy (bilêvkirina bi kurdî: Nîkola Serkozî) (28ê befirbara paşîn a 1955an, Parîs) siyasetmedarê Fransayê ye ko li roja 6ê gulanê a sala 2007an wekî serokkomarê 23emîn komara Fransayê hat hilbijartin û roja 16ê gulana sala 2007an bi awayekî fermî wekî serokkomar şûna Jacques Chirac girt.

Sarkozy bi baweriyên şopparêzên xwe di warê qanûn û tenzîmatê da hatiye niyasîn. Ew sîstemeke aborî ya gelek serbesttir ji bo Fransayê dixwaze. Rexnegirên wî dibêjin ko ew mirovekê demagog e û bi sanahî azadiyên bajêrwarane gorî bidestveanîna hêza siyasî dike. Ew bi tewawî dijberî çûna Tirkiyê bo nav Yekîtiya Ewropayê ye.
Heta 26ê adarê a sala 2007an ew wezîrê Navxwe yê Fransayê bû.
Jînenîgarî biguhêre
Sarkozy li roja 28ê befirbara paşîn a 1955an wekî Nicolas Paul Stéphane Sarközy de Nagy-Bocsa li malbateka bi koka xwe mecar li Parîsê hat dinyayê. Bavê wî, Pál Sárközy de Nagy-Bócsa, ji malbateke arîstokrat a mişextên mecar bû; dayika wî jî, Andrée Mallah, ji malbateke cihûyên sefardî ya Fransayê bû.
Girêdanên derve biguhêre
Ev gotara li ser siyasetmedarekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |