Azadiyên bajarwerî

Mafên şarwerî û azadiyan ên ku mafên taybet ên takekesî peyda dikin
(Ji Azadiyên bajêrwarane hat beralîkirin)

Azadiyên bajarwerî, azadiyên şarwerî, azadiyên sivîl ew azadî in ko bi tivavî kesan ji hukmetan diparêzin. Azadiyên bajarwerî sînoran jibo desthilata hukmetê dadinin da nekarit mayê xwe di jiyana welatiyan da bikit. Herwisa li nivîsarên mafên bajêrwarane û mafên mirovan binêre.

Azadiyên bajarwerî yên asayî ev in: azadiya haviliyê, azadiya civînê, azadiya axivtinê û azadiya dînî. Hindek azadiyên bajarwerî yên dî, mîna dadkirina dadwerane anko mehkemkirineka adîlane, hene.

Çemk anko têgeha fermî ya azadiyên bajarwerî li sala 1215ê di Magna Kartayê da hatiye. Di hemî demokrasî anko dozenên cîhana bajarwera evro da, hukmet û qanûn, hema bi nav jî bit, jibo parastina azadiyên bajarwerî hatine pê. Bi gotineka dî, hemî welatî berpirsyarên parastina van azadiyan in.