Mehmet Masum Süer

(Ji Mehmet Masum Suer hat beralîkirin)

Mehmet Masum Süer wênekêş[1] û rojnamevanekî kurd e ku li Amedê dijî.

Mehmet Masum Süer
Image dans Infobox.
Wênekêş û rojnamevan Mehmet Masum Süer (2012)
Jidayikbûn
Hevwelatî
Pîşe
Wênekêşa/ê çapemeniyêLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Jînenîgarî biguhêre

Mehmet Masum Süer di sala 1957’an de li gundê Ewîna (Avîna) hatiye dinyê[2]. Ewîna, giredayî navçeya Stewrê ya Mêrdînê ye. Süer perwerdehiya xwe ya seretayî li navçeyên Mehsert û Qosera Mêrdînê diqedîne. Lîsê jî li navçeyên Qeyserî û Erziromê diqedîne. Ji Enstitûya Perwerdehiyê ya Amedê di sala 1980'î de mezûn dibe û paşê li Zaningeha Eskişehirê ew li beşa Wêjeyê lîsansê diqedîne.

Di sala 1974'an de, bi nivîsên xwe yên ku di kovara bi navê Başkent a ku li Enqereyê dihat weşandin ve dest bi qariyera xwe ya rojnamevaniyê dike. Di heman salan de di kovara bi navê Sanat ve İnsan (Huner û Mirov) de hindek nivîsên wî û wêneyên wî têne weşandin. Paşê di gelek ajans û rojnameyan de weke nûçegîhan, wênekêş, nivîskar, redaktor û nûner dixebite.

Ew di sala 1982'an de li Amedê demekê rojnameyek bi navê Olay (Bûyer) hefteyî diweşîne. Hem ji ber rewşa siyasî a Tirkiyê û hem ji a wî a aborî mecbûr dimîne ku rojnameyê bigirê.

Piştî qonsepta nû ya ku li Tirkiyeyê di sala 1993'an de destpêkir, ew dev ji nûçegîhaniyê berdide. Lê piştî van salan, lêkolînên wî yên li ser dîrok, çand û ziman berdewam dikin. Hin lêkolîn û rêzê nivîsên wî di rojnameyên weke Ülkede Gündem, Demokrasi, Yeni Yüzyıl û Siyah-Beyaz ê de têne weşandin.

Di navbera salên 2005 û 2007'an de di rojnameya bi navê Güneydoğu Ekspres a ku li Amedê tê weşandin de weke edîtorê rûpelê yekem û yê çandê dixebite. Dervî edîtoriyê di vê rojnameyê de li ser dîrok, çand û hunerê nivîsên wî têne weşandin.

Di înternetê de di sala 1996'an de cara yekem li ser navê Heskîfê malperek didamezirîne û ji wê sale û vir de ev malper weşana xwe berdewam dike. Bajarê dîrokî yê Heskîfê dide nasîn.

Wêneyên cih û varên dîrokî, bajar, nirxên çandî bi taybetî yên ku li bajarên Heskîf, Amed, Wan û Mêrdînê û hewiha portreyên hunermend û siyasetmedarên kurd zêdetir bala wî dikişînin. Hin wêneyên wî di pirtûk û weşanên ku bajaran û herêmê didin nasîn hin rojname an kovaran de tên weşandin.

Süer, di salên dawî de li ser dîrok û çandê lêkolînan dike û wekî belge bi awayekî profesyonel wêneyên dikêşîne. Wêneyên wî di kovar û rojnameyan de tên weşandin û di weşanên wekî salname, qartpostal û rêberên turîzmê de jî cîh digrin. Süer ê ku di heman demê de nûnerê kovara PhotoWorldê yê Amedê ye û bi awayekî serbest rojnamevaniyê jî dike.

Mehmet Masum Süer, di heman demê de xwediyê malpera www.hasankeyf.itgo.com[3]ê ya ku malpera der barê Heskîfê de ya herî kevn û mezin e. Ev malper ev 15 sal in Heskêfê bi hemû cîhanê dide nasîn.

Xelat biguhêre

Süer ji kovara wêneyê ya navneteweyî ya bi navê Light and Compositionê sê xelat wergirtin. Sê wêneyên Süer, ji nav bi sedan berhemên wênêkêşên profesyonel yên cîhanê ve weke “Weneyên Rojê”[4] hatin pejirandin. Wêneyêkî Süer cara yekem di 17'yê kewçêra 2010’an de hatibû helbijartin. Du wêneyên hunermend jî di 22 û 23’yê berfenbarê de du rojan li ser hev hatin xelatkirin.[1]

Xebata ajans û rojnameyan de biguhêre

  • Tercuman (1976-1980),
  • Gunaydın (1982),
  • Milliyet (1988-1993),
  • Ekspres-Adana (1986),
  • Siyah-Beyaz
  • Akdeniz Haber Ajansı (Ajansa Nûçeyan a Deryaya Spî)
  • Türk Haberler Ajansı (Ajansa Nûçeyan a Tirk),
  • Ortadoğu Haber Ajansı (Ajansa Nûçeyan a Rojhilata Navîn)
  • Ulusal Haber Ajans (Ajansa Nûçeyan a Netewî)

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 9 adar 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 19 adar 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ http://hasankeyf.itgo.com/kimdir.html
  3. ^ http://www.hasankeyf.itgo.com
  4. ^ http://www.lightandcomposition.com/?s=mehmet+masum+s%C3%BCer

Girêdanên derve biguhêre