Meh, (farisî Māh, avestayî Māonghah / Māwngha / Māvangh)di mîtolojiya kurdî/aryanî de heyva li dora erdxanê (dinya) digere ye ku ev pîroz bû. Hemî çîrên (dendikên, toximên) jiyandaran li wir di bin parastinê de bû. Xwedayî Meh, qeder û berdewamiya jiyandaran diparast. Li jor erdxan dişopand, heger neslê jiyanderekê biketa talûkeyê dihat hewarê. Herwiha nedihîşt eşîrekê mirovan neslê yê din tune bike.

Peykerê zinar li Taqwesan, Rojhilata Kurdistanê, bi Şahinşah Xusrew II di navîn de û heykelê heyvê di taca serê padîşah de, her weha Anahîta li çepê û Ahûra Mezda li rastê.

Di dema Partiyan de ji ber gelek sedeman Meh bû mê, ango femînen. Berê di karakterê nêr, maskûlen de bû.

Di kurdiya kevn de, her asteke heyvê navek digirt. Ji derketinê heya roja 5em navê heyvê Antare, ji roja 10em heya 15em Pereno û 20 heya 25ê heyvê re jî Vîşaptaza bû. Bi Kurdiya îro, "a derê/hiltê, pêre û piştî zayîna/hilatina wê".

Nîvêheyvê/hîlal asta herî pîroztirîn bû ku ev sembola hîlalê li ser pereyan, alan jî dihate nexşkirin. Hîlal wekî semboleke pîroz ji Sîmeran heya Bîzansî û Îslamê di gelek çandan de hatiye bikaranîn. Tê zanîn tirkan jî ev ji Bîzansiyan wergirtine û dane ser alaya xwe.

Çavkanî

biguhêre