Keleha Hewlêrê

Keleh û cihwarekî dîrokî

Keleha Hewlêrê (bi soranî: قەڵای ھەولێر‎, lat. Qelay Hewlêr) keleh û nişteciheke dîrokî li Hewlêrê, Herêma Kurdistanê ye ku li ser girekî çêkirî hatiye avakirin. Keleha Hewlêrê yek jîngehên herî kevn ên cîhanê ye ku dîroka kelehê vedigere 6000 salên berî niha. Di 2ê nîsana 2019an de ji aliyê NASAyê ve hatiye diyarkirin dibe ku Keleha Hewlêrê wargeha herî kevin a li cihanê be ku bi domdarî mirovan lê jiyan kirine û neterikandine.[1]

Dîmenekî giştî ya Keleha Hewlêrê ku ji jor de hatiye wêne kirin.
Map
Nexşeya Keleha Hewlêrê

Delîlên herî kevn ên ji bo niştecih bûna girê kelehê ji hezarsala 5an a b.z. tê û dibe ji vê dîrokê jî kevintir be. Keleha Hewlêrê yekem car di çavkaniyên dîrokî de di tabloyên Eblayê de li dora 2300 berî zayînê de xuya dibe û di serdema neo-asûriyan de girîngiyeke taybetî bi dest xistiye. Keleh di serdema sasaniyan û xelîfetiya ebasiyan de navendeke girîng a xirîstiyantiyê bû. Piştî ku mongolan di sala 1258an de kelehê dagir kir kelehê giringiya xwe winda kiribû. Di sedsala 20an de, avahiya bajarî bi girîngî hate guherandin, di encamê de hejmarek xanî û avahiyên rêveberiyê hatin hilweşandin. Di sala 2007an de, Komîsyona Bilind a Nûavakirina Keleha Hewlêrê (KBNKH) ji bo serperiştiya vejandina kelehê hate avakirin. Di heman salê de ji xeynî malbateke hemû rûniştevan, wekî beşek ji projeyek mezin a restorasyona kelehê ji kelehê hatin derxistin. Ji wê demê vir ve lêkolînên arkeolojîk û xebatên restorasyonê ji hêla tîmên cûrbecûr yên navneteweyî û bi hevkariya pisporên herêmî ve li û derdora kelehê têne kirin. Keleha Hewlêrê ji 21ê hezîrana sala 2014an vir ve di Lîsteya Kelepûra Cîhanê de cih digire.

Pêşdîrok

biguhêre

Ji ber ku li quntarên girê kelehê perçeyên dîzên ji serdema neolîtîk hatine dîtin dibe ku keleh ji destpêka serdema neolîtîk ve hatibe niştecih kirin. Belgeyên zelal ji bo wargehan ku ji serdema kalkolîtîk ve hatine, perçeyên dîz ên (firaxên ku ji axê hatine çêkirin) ku ji serdema Ûbeyd û Urûk ên li herêma Mezopotamya jorîn û li Bakurê Kurdistanê hatine dîtin dîroka vê serdemê destnîşan dikin.[2] Ji ber van delîlên ji bo ku kele yek ji wargehên destpêkê ye kele wekî wargeha herî kevn a cîhanê ye ku bê navber mirovan lê jiyan kirine.[2][3]

Tomarên dîrokî yên pêşîn

biguhêre

Hewlêr yekem car di çavkaniyên edebî de di salên 2300ê berî zayînê di arşîvên Eblayê de dixuyê. Li gorî Giovanni Pettinato di du tabletan de Hewlêr wekî Irbilum hatiye binavkirin.[4]

Ji 3000 berî zayînê, heta bilindbûna Împeratoriya Akadî (2335–2154 BZ) ku hemû akadî semîtî û sumeriyên Mezopotamyayê di bin yek desthilatdariyê de bûn bajar yekem car bi giranî di bin serweriya sumeran de bû.

Paşê key Erridupizirî ku keyekî gutî bû di sala 2200ê b.z. de bajar bi dest dixe.[5]

Di dawiya hezarsala 3an a berî zayînê de, Hewlêr di tomarên dîrokî yên serdema Ur III de wek Urbilum hatiye binavkirin. Key Shulgi di 43yem serdema keyaniya xwe de Urbilum (bajarê Hewlêrê) hilweşand û di dema serdestiya xelefê wî Amar-Sîn de jî Urbilum (bajarê Hewlêrê) bi dewleta Ur III ve hatiye girêdan. Di sedsala 18an a berî zayînê de Hewlêr di lîsteya bajarên ku ji aliyê Shamshi-Adad ya Mezopotamya Jorîn û Dadusha ya Eshnunna ve di dema seferên wan ê li dijî axa Qebrayê de bû hatiye zeftkirin. Shamshi-Adadî li hemû bajarên axa Urbilê garnîzon ava kirin. Di hezarsala 2an a berî zayînê de, Hewlêr beşdarî asûran kirin û Hewlêr wek xaleke destpêk a operasyonên leşkerî ya ber bi rojhilat ve bû.[6]

Ji serdema neo-asûriyan heta sasaniyan

biguhêre
 
Dîmenek ji derveyê Keleha Hewlêrê û avahiyên dîrokî yên derdora kelehê.

Hewlêr di serdema neo-asûriyan de bajarekî girîng bû. Bajar beşdarî serhildana mezin a li dijî Shamshi-Adad V bû ku li ser peyrewiya Shalmaneser III derket. Di serdema neo-asûriyan de navê bajêr wekî Arbi-Ilu bû ku tê wateya 'Çar Xwedayan' hatiye nivîsandin. Hewlêr navendeke dînî ya girîng bû ku di vî warê de wekî bajarên Babîl û Asûr girîng bûye. Xwedawenda Hewlêrê Îştar yek ji xwedawendên sereke yên asûrî bû ku pir caran navê wî bi Îştarê Nînêwayê re hatiye gotin. Perestgeha wê ji aliyê padîşahên Shalmaneser I, Esarhaddon û Assurbanipal ve hatiye restorekirin. Assurbanipal îhtîmal heye ku di beşeke serdema desthilatdariya xwe de li Hewlêrê li qesrê maye û piştî têkçûna hikûmdarê elamî Teumman balyozên Rusa IIUrartu qebûl kir.[6]

Hewlêr beriya ku bibe beşek ji împeratoriya Îskenderê Makedonî piştî şerê Gaugamelayê ku li nêzîkî Hewlêrê di sala 331ê berî zayînê de hate kirin, piştî bidawîhatina Împeratoriya Asûr Hewlêr pêşî ji aliyê Mediyan ve hatiye kontrolkirin û piştre jî aliyê Împeratoriya Hexamenişî ve hatiye bidestxistin. Pişt re piştî dabeşkirina Împeratoriya Îskenderê Makedonî ji aliyê generalên wî (bi navê Diadochoi) ve bajêr bi navê Arabella yan jî Arbela hatiye binavkirin û bajêr wekî beşek ji Împeratoriya Seleukî a Helenîst bû. Piştî sedsala 1an a b.z., Împeratoriya Roma û Partan ji bo kontrolkirina Hewlêrê, yan jî bi navê ku di wê serdemê de tê zanîn jibo Arbira şer kirine. Piştî zayînê di sedsala 1em de Arbela dibe navendeke girîng a xirîstiyanan. Di dema Sasaniyan de Hewlêr navendeke satrapê (bajarê ku walî lê dijî) bû.[2]

Serdema nûjen

biguhêre
 
Dîmenek ji Muzexaneya Tekstîlê ya Kurdî ku di hundirê kelehê de cih digire.

Di sedsala 20an de keleh dibe şahidê guhertinên girîng ên bajarî û civakî yê. Di sala 1924an de depoyek avê ya bi bilindahiya 15e mêtre jibo ava xwarina ya niştecihên kelehê li ser hate çêkirin lê di heman demê de ji ber zêde rijandina avê zerarek avê da bingehên avahiyan. Di sedsala 20an de ji ber ku bajarê li binê kelehê mezin bû û niştecîhên dewlemendtir koçî xaniyên mezin û nûjen ên bi baxçe bûn, hejmara niştecîhên kelehê hêdî hêdî kêm bûn.[7] Di sala 1960an de zêdetirî 60 xanî, mizgeftek û dibistanek hatin hilweşandin ku rêyek rast were çêkirin û deriyê başûr bi deriyê bakur ve bê girêdan.[8] Di sala 2007an de di çarçoveya projeyek mezin de ji bo restorekirin û parastina karaktera dîrokî ya kelehê, 840 malbatên mayî ji kelehê hatin derxistin. Ji ber ku malbat ji cihwarên hatine derxistin alîkariya maddî (aborî) jibo malbatan hate kirin. Tenê ji malbatekê re destûr hat dayîn ku jiyana xwe li ser kelehê bidomîne ku ew malbat piştrast bike ku di 8000 salên muhtemel ên niştecihbûna domdar a şûnwarê de ti şikestin çênabe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê careke din plan kir ku piştî nûjen kirina kelehê 50 malbat di nav kelehê de bêne bicihkirin.[9] Di sala 2004an de, Muzexaneya Tekstîlê ya Kurdî deriyên xwe li xaniyek nûjenkirî li aliyê başûrê rojhilatê kelehê vekir.[10]

Mîmarî

biguhêre
 
Dîmenek ku dîwarê derveyî kelehê dide nîşan.

Keleh li ser gireke mezin yan jî girekê niştecihbûnê bi awayekî dorgerî li derdora qada niştecibûnê ku li ser gireke bi bilindahiya 25 û 32 mêtre bilind e hatiye avakirin. Qada li ser girê 430x340 mêtre pêk tê û 102.000 mêtre çargoşe erd werdigire. Axa xwezayî di kûrahiya 36 metreyan de li binê rûbera heyî ya girê hatiye dîtin.[11] Berwarî ya girê kelehê 45° pile ye.[12] Sê rêyên hevraz ku li berpalên bakur, rojhilat û başûrê girê kelehê hene berbi deriyên derve yê kelehê ve diçin. Deriyê başûr deriyê herî kevn bû û bi kêmanî carekê di sala 1860an de hate çêkirin û di sala 1960an de careke din hatiye hilweşandin. Mala deriyê heyî di sala 1979an de hatiye çêkirin. Deriyê rojhilat jê re dibêjin Deriyê Haremê û ji aliyê jinan ve dihat bikaranîn. Ne diyar e ku deriyê bakur kengê hatiye vekirin. Çavkaniyek îdîa dike ku ew di sala 1924an de hate vekirin çavkaniyek din jî diyar dike ku di sala 1944an de tenê du deriyên başûr û rojhilat hebûn.[13]

Di destpêka sedsala 20an de li ser kelehê sê mizgeft, du dibistan, du tekya û serşokek hebûn.[14] Keleh heta sala 1957an xwediye Hewrayeke (Sinagog) bû.[15] Yekane avahiya dînî ya ku niha maye Mizgefta Mele Ebûbekir e ku li ser cîhê mizgeftek berê ya sedsala 19an e ji nû ve hatiye çêkirin.[16] Her çend gelek hûrguliyên mîmarî yên orîjînal winda bibin jî serşok di sala 1775an de ji aliyê Qasim Axa Abdullah ve hatiye çêkirin. Serşok di salên 1970an de ji kar derket û di 1979an de hate nûve kirin.[15][17]

 
Dîmenek ji dîwarê derveyî kelehê ku mîmariya kelehê dide nîşan.

Kele li ser sê navend yan jî taxan hatiye dabeş kirin. Ji rojhilat heta rojava taxên Seraî, Takya û taxa Topxana hebûn. Envanterek sala 1920an nîşan da ku di wê demê de keleh li ser 506 xaniyan dabeş bûye. Ji wê demê ve hejmara xanî û rûniştvanan gav bi gav kêm bûye. Wek mînak di sala 1984an de 4466 kes di 375 malan de dijiyan lê serjimariya sala 1995an nîşan dide ku li kelehê tenê 1631 rûniştevan di 247 avahiyan de dijîn.[14] Heta vekirina rêya sereke ya bakur û başûr, kolanên li ser girê kelê ji deriyê başûr mîna çiqilên darê ber bi derve ve diçûn. Kolan di navbera 1 û 2,5 mêtre fireh bûn û dirêjiya wan ji 300 mêtre ji bo kuçeyên sereke heya 30-50 mêtre dirêj bûn.[18]

Dîwarê dora kelehê ne dîwarekî kelehê yê berdewam e, dîwarên kelehê ya derve ji 100 xaniyên ku li hember hev hatine çêkirin pêk tê. Ji ber ku kele li ser gireke asê ya girê kelê an li nêzî wê hatine çêkirin, gelek ji van rûyan bi stunan hatine xurt kirin ku pêşî li hilweşîn û şemitandina avahiyan bigirin.[19] Nêzîkî 30 qesrên bajarî hebûn ku piraniya wan li kêleka kelehê hatibûn avakirin.[20] Mala herî kevn a zindî ya ku bi nivîsarek ewlehî hatiye dîrokkirin di sala 1893an de hate çêkirin. Xaniyên herî kevn dikarin li aliyê başûrê rojhilatê girê werin dîtin lê xaniyên li dora bakur di navbera salên 1930 û 1940an de têne dîtin.[21][22] Berî destpêkirina teknîkên avahîsaziyê yên nûjen, piraniya xaniyên li ser kelehê li dora hewşeke hatine çêkirin. Korîdorek bilindkirî ku ber bi hewşê ve diçe xwedî banê rast û dergeheke bi qasê ku rê li ber dîtinên hewşê û hundirê avahiyê bigire, hêmanên taybet ên xaniyên li ser kelehê ne.[20]

Lêkolîn û restorasyon

biguhêre
 
Dîmenek ji restorekirina sala 2014an ji nav kelehê.

Di salên 2006 û 2007an de tîmek ji Zanîngeha Bohemya Rojava, ligel tîma Zanîngeha Selahedînê a Hewlêrê, lêkolîn û nirxandineke berfireh li ser tevahiya kelehê pêk anîn. Di çarçoveya vê projeyê de, pîvandinên jeodezîkî yên kelehê hatin girtin û bi dîmenên satelaytê, wêneyên wênekêş ên birêkûpêk û wêneyên hewayî hatin berhev kirin ku nexşeyek û modela 3D ya dîjîtal a girêya kelehê û xaniyên li ser kelehê were çêkirin. Lêgerîna jeofîzîkî li hinek deverên kelehê hate kirin da ku şopên mîmariya kevnar ên ku di bin xaniyên heyî de hatine veşartin werin dîtin. Vekolînek arkeolojîk li ser qûntara rojavayî ya girê kelehê û vekirina xendeqek ceribandinê ya piçûk li beşa rojhilatê kelê pêk hatiye.[23]

Di sala 2012an de Komîteya Bilind a Berdewamkirin û Vejandina Keleha Hewlêrê biryar da ku heft deverên di hundirê kelehê de ji bo kolandinê bên destnîşankirin û ji bo lêgerîna bermahiyên dîwar û kelehên dîrokî yên kelehê, komîsyonê xala E hilbijart ji ber ku ew li aliyê bakurê rojavayê kelê ye, li rojavayê deriyê sereke (Bab Ehmedî), ku pêvajoya dîtina dîwarê dîrokî yê kelehê hêsan kir. Kolandinan di çar demsalên 2013, 2014 û 2015an de bi serokatiya Dr. Ebdullah Xurşîd û gelek şêwirmendên biyanî, ji Zanîngeha Cambridge li Brîtanya bi alîkariya Dr. John McCains berdewam kir. Beşek ji dîwarê keleha Hewlêrê hatiye dîtin ku ne xuya bû, tenê di nivîsên dîrokî de referans derbas dibin û tê gotin ku ev dîwar li derdora kelehê ne ku niştecihên kelehê bikarîn li hember êrîşên dijmin û dagirkeran bi vî dîwarî xwe biparêzin.[24]

Di sala 2008an de di dema xebatên avakirinê de goreke mezin ya Neo-Asûriyan li binê girê kelê hatibû dîtin. Piştre gor ji hêla Servîsa Antîk a herêmî û arkeologên Enstîtuya Arkeolojî ya Alman (DAI) ve hate kolandin. Her çend ev tirb di serdema antîk de hatibe talankirin jî lê dîsa jî kelûmelên ku ji sedsalên 8 û 7an ên berî zayînê ne di nav tirban de hatine dîtin.[25] Hevkariya di navbera Dezgeha Antîk û DAIê de bi lêkolîneke zêdetirê li ser gorê û bi vekolînek piçûk li nêzîk û lêkolîna jeofîzîkî ya derdorê gorê ku tê de xwendekarên Zanîngeha Selahedînê jî beşdar bibûn, di dawiya wê salê de hate berdewam kirin. Bi van lêkolînan hebûna mîmariya ji serdema Neo-Asûriyan û her weha lêkolîna zêdetir gorên sedsalên paşerojê hatin eşkere kirin.[26]

Di sala 2007an de Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastin û vejandina kelehê bi alîkariya UNESCOyê Komîsyona Bilind a Nûavakirina Keleha Hewlêrê (KBNKH) da ava kirin.

Di 2 nîsana sala 2019 de NASA keleha dîrokî ya Hewlêrê wekî kevintirîn niştecihên mirovî yên ku bi domdarî bûye jingeha mirovan a li cihanê binav kir.

Statuya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê

biguhêre

Di 8ê çileya sala 2010an de KBNKH û Desteya Dewletê ya Îraqî ji bo Antîk û Mîrateyan (SBAH) Keleha Hewlêrê pêşkêşî Lîsteya Temkî ya Iraqî ya şûnwaran kirin ku ji bo namzedkirina şûnwarên Mîrateya Cîhanî têne kategorîzekirin. Di diyarkirin a jibo UNESCOyê hate gotin ku "Keleh ne tenê li Rojhilata Navîn, di heman demê de li cîhanê yek ji cihên çandî yên herî dramatîk û balkêş e."[27] Di adara sala 2010an de du peymanên din di navbera HCECR û UNESCOyê de hatin îmzekirin û hate diyarkirin ku parêzgeha Hewlêrê bi 13 milyon dolaran ji bo projeya vejenê were fînanse kirin.[28] Xebatên restorasyonê yên destpêkê di hezîrana sala 2010an de hatin destpêkirin. Keleh di 21ê hezîrana sala 2014an de beşdarî Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê bû.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "History on a Hill". earthobservatory.nasa.gov (bi îngilîzî). 1 nîsan 2019.
  2. ^ a b c "Citadel of Erbil". Wikipedia (bi îngilîzî). 16 kanûna paşîn 2023.
  3. ^ Centre, UNESCO World Heritage. "unesco.org/en/tentativelists/5479/". UNESCO World Heritage Centre (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 25 kanûna paşîn 2023.
  4. ^ Lacheman, Ernest René (1981). In Honor of Ernest R. Lacheman on His Seventy-fifth Birthday, April 29, 1981 (bi îngilîzî). Eisenbrauns. ISBN 978-0-931464-08-9.
  5. ^ "Timeline". web.archive.org. 14 tebax 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 14 tebax 2014. Roja gihiştinê 25 kanûna paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ a b Cook, Elisabeth (2001). Beaumesnil, Henriette Adélaïde Villard de. Oxford Music Online. Oxford University Press.
  7. ^ "History". web.archive.org. 19 nîsan 2011. Ji orîjînalê di 19 nîsan 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.
  8. ^ "Historical Evolution". web.archive.org. 6 nîsan 2009. Ji orîjînalê di 6 nîsan 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.
  9. ^ "Iraq Politics and Constitution - سياسة العراق و الدستور العراقي". web.archive.org. 8 gulan 2010. Ji orîjînalê di 8 gulan 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.
  10. ^ "npr.org".
  11. ^ "Citadel of Erbil". Wikipedia (bi îngilîzî). 25 kanûna paşîn 2023.
  12. ^ Naval Intelligence Division (3 îlon 2014). Iraq & The Persian Gulf. Routledge. ISBN 978-1-136-89266-0.
  13. ^ "erbilcitadel.org/ErbilCitadel/history.php". Ji orîjînalê di 19 nîsan 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.
  14. ^ a b "Mahallas". web.archive.org. 4 nîsan 2009. Ji orîjînalê di 4 nîsan 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.
  15. ^ a b Heron-Allen, E. (2001). Nováček, Ottokar. Oxford Music Online. Oxford University Press.
  16. ^ "The Mosque". web.archive.org. 3 nîsan 2009. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 nîsan 2009. Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  17. ^ "The Hammam". web.archive.org. 5 tîrmeh 2009. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 tîrmeh 2009. Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  18. ^ "Alleyways". web.archive.org. 3 nîsan 2009. Ji orîjînalê di 3 nîsan 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.
  19. ^ "Perimeter Wall". web.archive.org. 4 nîsan 2009. Ji orîjînalê di 4 nîsan 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.
  20. ^ a b "Houses". web.archive.org. 9 adar 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 adar 2012. Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  21. ^ "ARCHITECTURAL HERITAGE 01". web.archive.org. 5 tîrmeh 2009. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 tîrmeh 2009. Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  22. ^ "Urban Growth". web.archive.org. 9 adar 2012. Ji orîjînalê di 9 adar 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.
  23. ^ Jaime, Woodman, Neal Péfaur, (1 adar 2008). Order Soricomorpha Gregory, 1910. DigitalCommons@University of Nebraska - Lincoln. OCLC 829459459.{{cite book}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  24. ^ Sherko, Jehan. "Erbil Citadel and Its Lost Wall". Erbil Citadel and Its Lost Wall.
  25. ^ Kehrer-Sawatzki, H.; Cooper, D.N., edîtor (24 adar 2009). Copy Number Variation and Disease. S. Karger AG. ISBN 978-3-8055-9093-8.
  26. ^ Kehrer, J.P.; Robertson, J.D.; Smith, C.V. (2010). Free Radicals and Reactive Oxygen Species. Elsevier. rr. 277–307.
  27. ^ Centre, UNESCO World Heritage. "whc.unesco.org/en/tentativelists". UNESCO World Heritage Centre (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 kanûna paşîn 2023.
  28. ^ Centre, UNESCO World Heritage. "Erbil Citadel". UNESCO World Heritage Centre (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 kanûna paşîn 2023.

Girêdanên derve

biguhêre