Jägerschnitzel (bilêvkirina kurdî: Yegaşnîtzil; bi fransî: Escalope à la chasseur), cureyek Schnitzelê ji pêjgeha alman û fransî ye. Ji goştê golik an berazê ye. Kuvark û fringî (tomatos, bacanê sor) an kuvark û kremsos tê tevlîkirin.

Jägerschnitzel ji Jagdwurst bi meqarne û sosa fringiyê

Di kurdî tê bo xwarinên wiha parî tê bikaranîn. Jixwe Schnitzel jî tê wateya pariyê. Di mîtolojiya kurdî de behsa xwarineke bi navê pariya nêçîrvan tê kirin.

Pariya nêçîrvan biguhêre

Pariya nêçîrvan, navê xwarineke mîtosî ya kurd e. Di çîrokan de behsa wê tê kirin. Pirranî ji goştê ser dilê karxezalê ye. Carnan ji bo tolhildanê dilê şêr e. Pariya herî binirx a ajalê ye. Jägerschnitzel jî tê wateya pariya nêçîrvanan.

Terîfeya Jägerschnitzelê biguhêre

Tîkegoşt di nava runê nivîşkî (yan margarîn) de tê biraştin. A dijwar sosa wê ye. Bo sosê, kixse, şeraba spî pewîst in. Hin kes bi sosa fringiyê jê tevlî dikin, bi kuvarka spî û reş a hûrkirî dikelînin. Hin kes jî pariyên goştê berazê dikin nava kremaya tûj (no), pîvaza hûrkirî, îsot û kuvarka zer tevlî dikin û dikelînin.

Sosîs tê tîkekirin, di nava rûn de tê biraştin. Fringî yan mergeyê tevlî dikin, pîvaz, mertoxeyê jî û di nava avê de dikelînin. Bi pomfrît, meqarne, seleteya kartolê ûêd tê servîskirin.