Kixse, kexs, kixs an kixsik pîvazên serî yên biçûk in. Kixse ji bo çandinê tên bikaranîn. Kixseyan dikin erdê, ser wan digrin. Di wir de nêrî (zîl) didin û pelçên xwe derdikevin rûyê erdê.

Pîvaz rind gir dibin nêrîyek di ortê de dertê. Ew nêrî gir dibe û serî bizir (tov) dide. Dûv re pelç û nêrî hişk dibe. Wextê ku hişk bû mirov erdê dikole û pîvazên gir, derdixe. Kixse di bin erdê de gir dibin û dibin pîvaz.

Herwiha wekî hêyavka goşt û kixseyê di xwarinan de jî tê bikaranîn