Hêraklês

lehengekî mîtolojiya yewnanî û mîtolojiya romayî
(Ji Herakles hat beralîkirin)

Hêraklês (yewnanî: Ἡρακλῆς, Hêraklês, bi latînî: Hercules) nîvxweda û yek ji lehengên herî mezin û navdar ê mîtolojiya yewnanî ye. Di Mîtolojiya romayî da jî bi navê Herkules (Herkûl) tê zanîn.

Hêraklês
Ἡρακλῆς Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perestvanmîtolojiya yewnanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çekclub Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMêr li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Jidayikbûn
Dê û bav
Xwişk û bira
Hevjîn
  • Dêianîra
  • Megara
  • Hêbê
  • Omfalê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Agelaos
  • Gelonos
  • Alkeos
  • Bûkolos
  • Antîleon
  • Exmagoras
  • Glêneûs
  • Hîlos
  • Hodîtês
  • Makarîa
  • Ktêsîpos
  • Aleksiarês
  • Anîkêtos
  • Têrîmaxos
  • Kreontiadês
  • Dêikoon
  • Tlêpolemos
  • Têlefos
  • Olîntos
  • Promaxos
  • Sofaks
  • Kleodeos
  • Deksamenos
  • Pandaiê
  • Ropalos
  • Festos
  • Adrastos
  • Eurîpîlos
  • Hîpeûs
  • Alopios
  • Nefos
  • Eumedes
  • Skîtês
  • Agatîrsos
  • Medebrotes
  • Leukîpos
  • Antîoxos
  • Antîmaxos
  • Exefron
  • Îobês
  • Tesalos
  • Axelês
  • Hîlos
  • Antonos
  • Akelês
  • Atîs
  • Bargasos
  • Eukleia
  • Keltos
  • Erîtras
  • Afer
  • Antiadês
  • Akînêtos
  • Amatês
  • Amestrios
  • Antîloxos
  • Arxemaxos
  • Astianaks
  • Brentos
  • Bretos
  • Bûleûs
  • Kamîros
  • Kleolaos
  • Erasîpos
  • Lamos
  • Arxeloos
  • Arîstodemos
  • Atromês
  • Bdela
  • Xersîbios
  • Ktesîpos
  • Deion
  • Demokoon
  • Deukalion
  • Dînastês
  • Entedîdês
  • Keleustanor
  • Kartago
  • Trêsipas
  • Polîlaos
  • Eurîkapês
  • Tîgasîs
  • Hîpozîgos
  • Onêsîpos
  • Telês
  • Nîkodomos
  • Mentor
  • Lînkeûs
  • Estreblês
  • Teleutagoras
  • Halokratês
  • Eurîops
  • Patrokleûs
  • Eratûs
  • Euerês
  • Euhenos
  • Eurîtelês
  • Fabios
  • Galatês
  • Glanos
  • Glîkîsonetês
  • Tîrsenos
  • Laomenes
  • Astybies
  • Archedicus
  • Antiphus
  • Leucones
  • Olympus
  • Hipponous Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
XanedanDêianîra, Megara, Hêbê, Omfalê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Wekhev
Herkules, Hercle, Alcaeus Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Zeus xwe wek keyê Mîkenê Amfîtrion nîşan dabû Alkmênê û ketiyê bêriya wê. Hêraklês ji wê şevê ketibû zikê dêya xwe. Jina Zeus xwedawend Hêra rik ji Hêraklês digirt. Sebeba trajediya jiyana wî jî piranî Hêra bû. Disa Hêra ji ber sûcên Zeus, kurên wî yên neheq ra komployan çêdikirin.

Binemal biguhêre

Bavê wê Zeus diya wê xatûna Mîkenê Alkmênê bû. Birayê wê ya marî û heman demê cêvik wê - ji Amfîtrion - Îfîkles e. Bavê Alkmênê Êlektrîon e , ew jî kurê nîvxweda Perseûs navdar e. Perseûs jî nîvxweda ye. Wek Hêraklês di nav mîtolojiya yewnanî de kesekî gelek girîng e. [1]Eurîsteûs ku çîroka Hêraklês da di rola şahê zalim dilîze kurê xalê wê Stenelos e.

Çîroka wî biguhêre

Hera pê hesiya ku Hêraklês kurê Zeus e. Hêra Zeus daye sond xwarine, sonda wê; kîjan zarokê qewma Perseûs pêştir bête dinyayê, ti ew bibe şah. Lê Hêra pismamê Hêraklês Eurîsteûsê pêştir anîye dinyayê û wê awayê Zeus xapandiye. Bi wê şeklê heqê Hêraklês jê hat standin.

Hêj bebektiya Hêraklês, Hêra ji bona kuştina wê di mar şandiye. Lê ba Hêraklês hêza derxwezayî hebû , hêj emrê xwe yê biçûk de her du mar jî pê destên xwe xenikand.

Hêraklês bi her awayê de perwerdehiyeke baş dît. Pir baş tir diavêt, xweş hesp diajot, baş gulaş dikir. Di 18 saliya xwe da cinawira daristanên Kîtarion kuşt. Diyarî ya wê jî keça keyê Têbeyê Megara bû. Sê zarokên wan çêbû. Hêra ji bextewarî yan wan aciz bû. Hêraklês gêj kir. Hêraklês eqlê xwe winda kir. Zarokên xwe û jina xwe kuşt, paşî hişê wê hate serî û poşman bû. Çu ba kahînên Delfîyê ,lê nizaniya ew jî aliyê Hêrayê da bûn. Bi daxwaza Hêrayê kahînên Delfîyê gotin:Here bibe xulamê keyê Mîkenê Eurîsteûs. Ew jî bû xulamê Eurîsteûsê. Key 12 peywir da Hêraklês. Mîtolojiyê da dibêjin wan 12 peywirên Hêraklês an jî 12 xebatên Hêraklês.[2]

Dozdeh peywirên Hêraklês biguhêre

1. ŞÊRÊ NEMEAYÊ BIKUJE biguhêre

Tê zanîn ku çermê şêrê ew qas zexm e ku tenê dîsa lepên wê dikare biqetîne. Şêr êrîş Nemea'yê kir , lê Hêraklês bajarê parast. Hêraklês pê gurz û tîrên xwe nekarî ser bikeve, neçar pê çengên xwe şêrê girt û pê destê xwe xenikand. Piştî serkeftinê çermê şêr li xwe kir cil.

2. HÎDRAYÊ BIKUJE biguhêre

Hîdra cinawirake di gola Lernayê dijî. 9 serê wî heye , her yekî jî serê marekî ye. Heger mirov serekî wê birî , cihê wê da du ser derdikeve. Pê agiran êrîş dike. Hera wê ji bo tune kirina welatê Hêraklês'ê şandiye.Hêraklês pê alîkariya biraziyê Lolaus wê kuşt.Tirkên jehrî xiste çermê wî.

3. XEZALA ZÊR KERYNEIA YA ARTEMÎS'Ê DEST BIXE biguhêre

Ev xezal pê destê Artemîsê hatibû pîrozkirin. Ji ber vê Herakles xezalê bi saq bigre. Hin çavkaniyan da dibêjin xezalê birîndar kiriye girtiye, hin din jî rivayet diken ku pê torê girtiye.

4. BERAZÊ ERYMANTHIANÊ BIGRE biguhêre

Berazekî kovî û diz e. Wezîfeya Hêraklês'ê vê carê girtina berazê û wê anîna bajarê Mîken'ê. Hêraklês sebir kir , gera û dît. Paşê girt û anî bajarê.

5. AXURÊN AUGIASÊ PAQIJ BIKE biguhêre

Axurên Augias'ê mala 3000 hezar çêlekê bû. Rêxên wan bi jehr bû.Wezîfeya wê rojekî da paqij kirina axurê bû. Binrûbara rûbarên Alpheios û Peneios guherand. Ava her du rûbarên axurê paqij kir.

6. TEYRÊN STYMPHALIAN BIKUJE biguhêre

Ev teyr li bakurê Arkadyayê nêzîkê Gola Stymphalian dijiyan. Goştê mirovan dixwarin.Ev teyr ji alîyê Artemis an jî Aresê hatibûn xwedî kirin. Gol bi jehr bû. Herakles nedikariya biçe hundir. Atênê hate alîkariya wê. Teyran tirsand û revand. Teyrên Stymphalian derketin , Hêraklês jî wan kuşt.

7. GAYÊ PÎROZA KRÎTÊ BIKUJE biguhêre

Poseidon, Gayê Pîroz ê Krîtê ji bo qurban kirina xwe dabû Krîtîyan. Lê Krîtî wê qurban nekirin. Ji ber wê Poseidon hêrseke da wê gayê. Hêraklês wê li Krîtê girt û ser milê xwe bir. Ew ga bavê Mînotaure.

8. MEHÎNÊN DIOMÊDÊS BIGRE biguhêre

Ew hespên Diomêdêsê goştê mirovan dixwarin. Hêraklês devê wan girêdide û wan rehet dike.Hin versiyonan da Hêraklês pê goştê Diomêdês'ê zikê wan têr dike û paşê rehet dibin. Paşî wan têne ber Key Eurystheus'ê. Key wan qurbanî dike ji bo Hera'yê.

9. STANDINA KEMBERA XATÛNA AMAZON HIPPOLYTA biguhêre

Hippolyta qebûl kirbû ku kemberê bide Hêraklêsê. Paşî Hera nehişt ev peywir wisa rehet bî. Xatûn kemberê neda, Hêraklês bêçare ma wê kuşt. Kemberê anî, da key Eurystheus'ê

10. ÇÊLEKÊN GERYON BIDIZE biguhêre

Geryon di nav behrê da giravekê da hikm dikir. Titanekî xwedî sê beden bû. Kuçika wî birayê Kerberos Orthos bû. Hêraklês ji bo dîtina çêlekên Geryonê diçe rojavayê dinyayê. Li wir Tengava Cîbraltarê derbas dibe û stûnan li wir çêdike. (Li gorî yewnanîyan tengav wek stûnên Hêraklêsê hat navkirin.) Paşî Hêraklês pê alîkariya Hêliosê derket girava Geryonê. Geryon tê , Hêraklês tirkekî di nava enîya wê dide. Geryon bi qerîneke erdê dikeve. Hêraklês paşî çêlekê wî distîne.

11. SÊVÊN ZÊRÊ YA HESPERÎDAN BIDIZE biguhêre

Ji bo parastina wan sêvên pîroz Hera wezîfe dabû Ladonê. Ladon ejderhayeke bi sed serî bû. Hêraklês nizanîya baxçeyên sêvên pîroz li kû ye. Nerseus rêya baxçeyê nîşan da wî. Li rê da Promêteûs rast hat. Bazên ku goştê wî dixwe kuşt. Promêteûs'ê rizgar kir [3] Birayê Promêteûs jî alîkarî kire wî. Paşî Hêraklês giha li baxçeyê û di nav baxçê da Atlasê. Sozek dane hev Hêraklês ji cihê wî bihûştê hilgirta ,Atlas jî ji ber vê we li Ladon'ê bimeşîya û sêva bi aniya. Atlas wezîfeya hilgirtina bihûştê emanetî da Hêraklês'ê û sêvên zêr berhev kir . Lê nehat , Hêraklês fêm kir ku hatiye xapandin. Lîstikeke pêkanî û dîsa bihuştê dîsa da ser pişta Atlas'ê. Sêvên zêr jî ji Atlas'ê stand û peywira xwe temam kir.

12. GIRTIN Û ANÎNA KERBEROS biguhêre

Kerberos kuçika Hadesê bû. Wezîfeya wî kesên ku dimrin û diçine binerdê , wan nahêle ji derîyên binerdê dîsa derkevin. Ji Eleusisê alîkariya stand u li herêma Tanareumê çu cihê mirîyan. Li wir Kerberos'ê gera lê paşî Têseûsê dît wî jî rizgar kir. Derket li Hades û Persefonêyê ji wan destûr stand. Çu li cem Kerberos'ê gulaşê girtin. Hêraklês ser ket. Kerberos'ê anî bajerê Atînayê. Şah Eurystheus ji tirsa wî revî û xwe xef kir. Tê gotin ku gilêzên ji devê Kerberos'ê derketi pê wan nebatên bi jehr çêbûye.

Galerî biguhêre

Piştî Peywiran Jiyana Hêraklês biguhêre

Piştî Hêraklês peywirên xwe bi awayekî serkeftî pêk anî derket Çiyayê Olîmpê kete nav xwedawenda bû nemir. Li çiyayê Olîmpê Hêbêya nemir re zewicî edî êş û elem nema ji wî re. Qalbûn tune bû ji wî re. [4]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Morford , M. P. 0. ;Lenardon R. J. (2007) Classical Mythology . Oxford : Oxford Universty Press. p. 865
  2. ^ https://digitalmapsoftheancientworld.com/mythology/greek-mythology/the-olympian-gods/the-other-olympian-gods/heracles/
  3. ^ Aeschylus. Prometheus Unbound, Fragment 109 (from Galen, Commentary on Hippocrates' Epidemics, 6.17.1). Translated by Weir Smyth.
  4. ^ (950) Teogonîa-Hêsîodos