Promêteûs (mîtolojiya yewnanî)

tîtan di mîtolojiya yewnanî de

Promêteûs (yewnanî: Προμηθεύς) tîtanekî mîtolojiya yewnanî ye. Bavê wî Iapetos bû, diya wî jî Klîmenê. Dihat bawerkirin ku ew agirê diziye daye mirovan û pîşeyê metalan nîşa mirovan daye. Ew aliyê Zeus ve hatibû cezakirin. Ji pê zincîreke giredayî zimanekî bû, bazekî dihat her roj kezeba wî ya reş dixwar. Di dawiyê de Hêraklêsê leheng wî ji wî ezaba difilitîne û wî azad dike.[1]

Promêteûs
Προμηθεύς Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perestvanmîtolojiya yewnanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
TekstSmall Moral Works, Prometheusê Zincîrkirî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMêr li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
Xwişk û bira
Hevjîn
Zarok
  • Deukalîon
  • Têbê
  • Xîmereûs
  • Lîkos
  • Edos
  • Hellên Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
XanedanPronoia, Keleno, Aksiotea, Klîmenê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Baz kezeba Promêteûs dixwe - Salvator Rosa

Bi aqil û hilebaziya xwe navdar bû.Di mîta Promêteûs ji hêla kesên hewceyê agir bi taybetî nanpêjvanên Atînayê dihat hebandin. Yekem car di hûnera yewnanî de ss 8em ê bz. li Spartayê derket holê. Agahiyên derheqê vê mîtê piranî di tragedyaya Esxîlosê Prometheusê Zincîrkirî standin.

Di Şerê tîtanan de ji ber ku titan gotinên wî nekirin, hile nekirin ew jî çû beşdarî hêzên Olîmposê bû.

Baweriya dînê Yewnana kevn de dihat bawerkirin ku afirînerê mirovan ew bu û ji bo rehetiya mirovan dixebite. Ji ber wê yekê navbera wî û Zeus hertim alozî derdiket.

Promêteûs û afirandina mirovan biguhêre

Li gor hin çavkaniyan Promêteûs mirovan pê axê çêkiriye,[2] Lê hin çavkaniyên din de Xwedawend mirovan afirandin, tenê peywira Promêteûsê alikariya wan bike ku ew bijîn û serkeftî bin. Heman demê de Epimetheus jî alîkariya vê armancê dikir, Epimetheus kurk û basikan li rûyê erdê belav kiribû lê ew ne gihan destê mirovan. Promêteûs jî agirê dizî da mirovan û pîşeyê metalan nîşa mirovan kir. Bi wê awayê peywira xwe bi cih anî.

Mîtekî din da Promêteûs bavê Deucalion bû. Deucalion li tofanekî de 9 roj û neh şev ma ser behrê û ji na xwe Pîrraê re mirovan çêkirin.

Lê her tim tekiliyê mirovan û Promêteûsê kêm nebûye. Her tim alikariya wan kiriye.

Sucê Promêteûsê biguhêre

Promêteûs rewşê mirovên tazî û bêhêz dît. Dilê wê ma ji wan re. Dixwast ji wan ji vê halkê derxîne. Erîşê kir atolyeya Atênê û Hêfestosê li Çîyayê olîmpêyê kir. Ji wir agirê dizî xiste di nav xulole çimbilê rizyankê. Wê agirê bire mirovan xêra agirê mirov dest bi pîşeyê metalan jî bûn.

Versîyonekê din de jixwe mirov xwedî agir bûn. Mirovan ango Promêteûs dixwastin Zeusê bixapînin, Zeus vê yekê aciz bû agirê ji wan stand. Lê Promêteûs erîş kir atolyeya Çîyaya Olîmpêyê agir dîzî.

Di heman demê de Promêteûs ji çand û zanistîyê re jî hat tekildar kirin.[3]

Cezaya Promêteûsê biguhêre

Zeus agahdarê dizîna agirê bû û ji vê dizîyê pir aciz bû. Promêteûsê girt bire rojhelatê dibe ku Qefkasyayê û li wir wê pê zincîrê gire da zinarekî. Paşê eyloyek şand ji bo ku kezeba reş yê Promêteûsê bixwe. Eylo her roj dihat kezeba wî ya reş dixwar lê şevê dîsa kezeba wê çêdibû roja dîsa dihat dixwar. Ew reş demekî dewam kir wextekî şunde Hêraklêsê leheng demê 12 peywirê xwe çêdikira rasta wî hat, eyloyê pê tîrekî kuşt, Promêteûsê ji ezaba difilitîne û wî azad dike. Dîsa Hêsîodos dibêje ku: Li ser bûyere dizînê dile Zeus sar nebû ferman da Hêfestosê ku jina yekem binavê Pandorayê çêke ku bila bibe belaya serê mirovan, ji Pandorayê pêştir êş , nexweşî , şer mirin ji mirovan kêm nebe [3]. Di heman demê de Zeus dixwest dîsa cezayekî bide Promêteûsê lê biryar da ku rizgarkirina Promêteûsê navê kurê wî bilind dike ji ber vê dîsa ceza ne da Promêteûsê.[4]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ https://digitalmapsoftheancientworld.com/mythology/greek-mythology/the-titans/prometheus/
  2. ^ admin (16 hezîran 2021). "Why Did Prometheus Steal Fire?". Global Marvels (bi îngilîziya amerîkî). Ji orîjînalê di 27 sibat 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 sibat 2023.
  3. ^ a b Cartwright, Mark. "Prometheus". World History Encyclopedia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 sibat 2023.
  4. ^ (530) Teogonîa - Hêsîodos