Hadês

mîtolojiyêda keyê dinyaya binerdî
(Ji Hades hat beralîkirin)

Hadês (bi yewnaniya kevn: ᾍδης, lat. Háidēs; bi latînî: Hades) di mîtolojiya yewnanî de xwedayê mirin û axretê ye.Wateya navê wî nayê dîtin e. Jina wî Persefonê ye, bi hev re desthilatdariya dinyaya binerdî diken. Segê wî yên navdar bi sê serê xwe re Kerberos e. Kurê Kronos û yên Reayê ye.

Hadês
ᾍδης
Perestvandînê Yewnanistana kevnare Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
TekstHades Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMêr li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
Xwişk û bira
Hevjîn
Zarok
  • Makarîa
  • Zagreus Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
XanedanPersefonê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Wekhev
Plûto (mîtolojî) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Heman demê de navê Hadêsê navê dinyaya bin erdî jî tê bikaranîn. Hadês hem navê keyê dinyaya binerdî, hem jî navê dinyaya binerdî ye.

Persefonê sosina berhev dikir, Hadês wê dît û dilê wî kete wê. Hadês wê bi zorê xiste erebeya xwe û wê revand. Dera revandina wê hin çavkaniyan de Sîsîlya, yên din de jî Asya bû.[1]

Dêmêtêr ji bo dîtina keça xwe dinyayê hemû heta Eleusisê gera. Hêlios qedera wê gotibû lê ew bawer nekir dîsa jî gera. Piştê hin serpêhatiyên Dêmêtêr yeqîn kir ku Persefonê ji jêla Hadêsê hatiye revandin. Hekata di her du destê xwe de pêtal rastê wê hat û cihê Persefonê ji wê re got. Heman demê Dêmêtêr xwedawenda bereketê bû , ji bo xwedawendên din jî bikişîne aliyên xwe xela anî ser rûyê erdê. Xela zindiyên ser ruyê erdê pêrîşan kir, dawiyê de Zeus, Hermêsê şand ba Hadêsê ku Persefonêyê berde.[1]

Hadês neçar ma Persefonê berda lê beriya berdanê libek fêkiyê hinarê avête devê wê. Persefonê tu car vê tema yezdanî bîr nekir, ji ber wê şeş mehê salê Persefon li bin erdê ba Hadêsê bû, şeş mehên din jî ba diya xwe bû. Li Yewnanistana kevnare de dihat bawerkirin ku ew çaxê ba diya xwe diya wê kêfxweş dibûya bereket li rûyê erdê belav dikir lê çaxê ew diçûya ba Hadêsê diya wê xemgîn dibûya bereket diçûya lewma şeş mehên salê mirovan dikariya çandinî bike , şeş mehên din mirovan nedikariya. [2]

  1. ^ a b Cartwright, Mark. "Persephone". World History Encyclopedia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 sibat 2024.
  2. ^ https://www.greeka.com/greece-myths/persephone/