Hani Mojtahedy

(Ji Hanî Muctehidî hat beralîkirin)

Hanî Mojtahedy (jdb. bajarê Sine, parêzgeha Kurdistanê) stranbêj û strannivîsekî Kurd e ku bi nûjenkirin û berhevkirina muzîka kevneşopî ya farisî û stranên kurdî tê naskirin.

Hanî Mojtahedy
JidayikbûnSine , Rojhilata Kurdistanê
Cureyê muzîkêKevneşopî ya Farisî û Muzîka Kurdî ya Nûjenkirî
PîşeMuzîkvan
Salên çalak2000–van rojan
Etîketa qeydêHani Mojtahedy
Malperhanimojtahedy.com
biguhêreBelge

Salên Pîşeyî yên Destpêkê biguhêre

Hanî Mojtahedy li bajarê Sine a Rojhilata Kurdistanê ji dayîk bûye. Piştî xwendina muzîka kurdî ya kevneşopî, di sala 2000'de dest bi karê xwe yê profesyonelî yê stranbêjiyê dike. Yekem koma jinên Kurd bi navê "Vian" ku tenê ji muzîkvanên jin pêk dihat, ava kir. Ji ber ku li Îranê stranbêja muzîkvanên jin li pêşberî mêran qedexe ye, Wezareta Îrşada û Çanda Îslamî ya Îranê bi kapasîteya sînordar tenê bi temaşevanên jin konser dan. Herwiha rayedaran rê nedan komê ku wêneyên xwe û performansa xwe bikşîne. Lê tevî van astengiyan jî Hanî hewl da ku weke ku dixwaze bijî. Ew amade bû ku ramana muzîka herêmî bîne cîhanê.[1]

Çûyîna Berlînê biguhêre

Piştî salên xebatê li Îranê, Mojtahedy li xwe mikur hat ku qanûn nehiştiye ku ew serbixweyê hunerî û afirîneriya xwe ya hunerî derbikeve. Di sala 2004an de, wê biryareke dijwar da ku dev ji malbata xwe berde, ji Îranê derkeve û koçî Berlînê bike da ku kariyera xwe baştir bidomîne. Zû zû nasnameyek berfireh bi dest xist. Di festîvalên navneteweyî û televîzyonan de derket.

Gotinê stranan wi gelek caran li ser şerên sînor, mafên jinan û dubendiyên jiyana nûjen bûne. Bo mînak; Strana "Azadî" ya Mojtahedy ji bo piştgiriya xwenîşandanên sala 2017'an li Îranê hatiye nivîsandin. Naveroka stranê; Bertekek li hember zilma tevgerên serxwebûna Kurdistanê ye. Helbestên helbestvanên kurd Hejar û Hazhar Mukryanî bûne îlhama stranên Mojtahedy.[2]

Xêbatên wi Ji bo mafên mirovan biguhêre

Mojtahedy, tevî ku li Almanya bû jî, koka xwe ji bîr nekir û beşdarî projeyên piştgirîkirina gelê Kurdistanê bû. Di sala 2016an de, Hani, stran ji penaberên Kurd re, li ser sînorê Tirkiye - Sûri got. Di sala 2017an de li Almanya û Swêdê ji bo komkirina alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejêyên li ser sînorê Îran û Iraqê konser da.

Xêbatên wi din biguhêre

Mojtahedy, bi muzîkvanên rockê, instrumentîstên kevneşopî re kar kiriye. Ji bo senfoniya Kurdî ya ku ji aliyê Dilşad Seîd ve hatiye çêkirin, bi Orkestraya Senfonî ya Neteweyî ya Çekê re jî kar kiriye. Di gelek projeyên cuda de bi Baleta Ciwanên Federal re hevkarî kir. Bi Babylon Orchestra re konser dan. Wê di sala 2019an de ji bo Deutsche Oper Berlin stran got.

Xelatên wi biguhêre

Ji hêla MESPO (Rêxistina Rojhilata Navîn ji bo Aştiya Domdar) (2020) "Sembola Aştiya Rojhilata Navîn" hate hilbijartin.[3]

Dîskografî biguhêre

  • Gulbarin (Tekane)-2010
  • Dayk (Albûm)-2010
  • Demokrasî (Tekane)-2016
  • Mirage (Tekane)-2017
  • Azadî (Tekane)-2017
  • Shaw (Tekane)-2019
  • Pîvan (Tekane)-2019
  • Dame Sobh (ji Albûm Stories of the Past)-2019
  • Lalai (Tekane, bi Alî Ostovar re)
  • Nour (ji Albûma Orkestraya Babîlê)-2020
  • Neh-Sum Sorcery (Albûm)-2020
  • Teniyayi (Tekane)-2021
  • Projeya Mang (Albûm)-2022

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "HANI MOJTAHEDY". MusicBoard Berlin. Roja gihiştinê 23 îlon 2022.
  2. ^ "Hani Mojtahedy". Callie's. Roja gihiştinê 23 îlon 2022.
  3. ^ "Hani Mojtahedy Biography". Hani Mojtahedy. Roja gihiştinê 23 îlon 2022.