'Qedexe', pêşîlêgirtin û an jî nehîştin, bi gotinê re wateya astengkirinê tîne ser ziman.

Qedexekirin yek ji têgînên bingeh ên sansûrkirinê ye. Dewlet an dîktator, hez ji mihalefetê nakin, nêrîn û helwestên dijbereyê asteng dikin. Qedexekirin rêbazeke sereke ya sansûrê û têgîneke dadî ye. Di şerê psîkolojîk de herwiha tê bikaranîn.

Qedexekirinê de îgnorekirin, nebihîstin, nedanbihîstin, nedîtin, nedandîtin heye. Qedexeker dixwaze rastî û rastegîniyekê bide jibîrkirin, jiholê rake. Pirranî bi derketina dewletên neteweyî ve hatibe bikaranîn jî, dîroka wê gelek kevn e. Ji Îskenderê Mezin heya Sezar, gelekan sansûr û qedexe bikaranîne. Di pêvajoya Şerê Sar de herdu blokên dijber ên cîhanê, nêrîn û helwestên bera dijber sansûr dikirin. Bo mînak weşanên TVê yên mixalif qedexe dikirin.

Tirkiye jî di warê sansûr û qedexekirinan de gelek navdar e. Ji avabûna komara Tirkiyeyê ve, her ziman û çanda kurd qedexe bûye. Heya sala 2002yê li kolanan bi kurdîaxavtin jî qedexe bû. Îro jî perwerdeya bi kurdî, bikaranîna navên erdnîgariya Kurdistanê ûêd qedexe ne.

Awayên qedexeyan biguhêre

Qedexeyên siyasî biguhêre

Di çarçoveya qedexeyên siyasî de, astengiyên li ser cudahiya nêrîn û helwestan tê ser ziman. Hebûn û mafên gelan, hindikayiyan hêj jî li gelek welatan tên qedexekirin. Mînak, zimanê kurdî, di meclisa tirk de qedexe ye.

Qedexeyên leşkerî biguhêre

Derveyê kirinên leşkerî, nehîştina kirinên din.

Qedexeyên li ser çapemeniyê biguhêre

Medya û çapemenî wekî hêza çarem tên dîtin û di jiyana gelan, sazûmaniya dewletan de cihekê sereke digirin. Di serdema nûjen de hêza medya û çapemeniyê carnan ji ya artêş û dîplomasiyê pirrtir e, ji wan bêhtir tê bikaranîn.

Rayedar, desthilatdar her dixwazin dijbere nebin serdest. Sansûr û qedexe dikin. Ev siyaset li ser medya û çapemeniyê jî berdewam e. Mînak, li Tirkiyeyê gorî daneyên kanûna paşîn a sala 2012yê, ser 110ê re rojnemavan girtîne û di girtîgehan de ne.

Qedexeyên destûrî biguhêre

Kirin û kiryarên ku li dijî destûrê û hwd. dike nava xwe de. Wekî din jî, xalên destûrê yên ku hatina kifşkirin, derketina dervî wan, guneh dibînê. Mînaq, li gor destûra bingehîn a Tirkiyeyê, bikaranîna bêjeyên "kurd" û "Kurdistan"ê ne rewa ne û bi taybetî ya Kurdistanê tê cezakirin.

Gorî sê xalên sereke yên Makezagona Tirkiyeyê, hebûn û mafên kurdan tên înakarkirin. Ziman, kûltûra wan tê qedexekirin û astengkirin. Herwiha hindikayiyên Tirkiyeyê jî tên înkarkirin.