Hêzên Parastina Îsraêlê

Hêzên Parastina Îsraêlê, bi îngilîzî: Israel Defence Forces (IDF), bi navê xwe yê îbranî: צְבָא הַהֲגָנָה לְיִשְׂרָאֵל, Tsva ha-Haganah le-Yisra'el ("Artêşa Parastina ji bo Îsraêlê") an bi kurteya bi zimanê îbranî: צה״ל, Tsahal, artêşa neteweyî ya dewleta Israêlê ye. Artêş ji sê şaxan pêk tê: Hêzên Bejayî yên Îsraêlê, Hêza Hewayî ya Îsraêlê û Hêzên Deryayî yên Îsraêlê.[1] Artêşa Îsraêlê yekane baskê leşkerî yê dezgeha ewlehiyê ya Îsraêlê ye. Serokê Tsahalê ji serfermandarê giştî pêk tê ku artêş di bin fermandariya Wezîrê Parastina Îsraêlê de ye.

Hêzên Parastina Îsraêlê
צבא הגנה לישראל Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Armed forces Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • צבא הגנה לישראל Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Ala

Nîşan

Mertal

Logoya Hêzên Parastina Îsraêlê
DewletÎsraêl Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 26 gulan 1948 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Serok
  • Herzi Halevi (2023–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê baregehê
  • HaKirya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • Israeli Ground Forces
  • Israeli Air Force
  • Israeli Navy
  • General Staff of the Israel Defense Forces
  • Northern Command
  • Central Command
  • Southern Command
  • Home Front Command
  • Military Intelligence Directorate of Israel
  • Operations Directorate
  • Computer Service Directorate
  • Planning Directorate
  • Manpower Directorate
  • Technological and Logistics Directorate
  • Strategy and Third-Circle Directorate
  • Military court (Israel)
  • Military Advocate General
  • IDF Military Colleges
  • Q55650068
  • Israeli Military Rabbinate Corps
  • Depth Corps Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Budce22.500.000.000 Dolara DYAyê (2022) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malper
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Li ser fermana David Ben-Gurion, IDF di 26ê gulanê 1948an de hate damezrandin û dest bi xebata leşkerî kir. Wê leşkerên xwe yên destpêkê ji paramîlîterên berê yên Yishuv - ango Haganah, Irgun, û Lehi - kişand. Ew demeke kin piştî daxuyaniya serxwebûnê ya dewleta Îsraêlê hate damezrandin û di her şerê çekdarî yê welêt de çalak bû. Piştî peymana aştiyê ya 1979an ya Misir-Îsraêlê, û peymana aştiyê ya Îsraîl-Urdunê ya 1994an, IDF jinûvekirinek stratejîk a girîng derbas kir. Berî vê IDF li gelek eniyan belav bûbû - wek li Libnan û Sûriyê li bakur, li Urdun û Iraqê li rojhilat, û li Misir li başûr. Îro IDF bala xwe ber bi başûrê Libnanê û dagîrkirina wê ya li ser erdên Filistînê dide, ku Şirîta Xezeyê, Urduna Rojava û Orşelîma Rojhilat dihewîne. Di sala 2000ê de, IDF ji başûrê Libnanê û di sala 2005ê de ji Xezeyê vekişiya. Pevçûn di navbera Îsraêl û komên îslamîst ên ku li Xezeyê ne, bi taybetî Hemas, ji wê demê ve berdewam dike. Her wiha, ji sala 2011ê û vir ve, ji ber bêîstîqrariya herêmî ya ku ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê derketiye, bûyerên girîng ên li ser sînorê Îsraêl-Sûrî gelek caran rû didin.

Ji sala 1967an vir ve, IDF bi DYAyê re têkiliyek nêzik ya ewlehiyê diparêze,[2] tevî hevkariya lêkolîn û pêşkeftinê, bi hewildanên hevbeş ên li ser F-15I û pergala berevaniya Arrow. Tê bawer kirin ku IDF ji sala 1967an vir ve xwedî kapasîteya çekên nukleerî ye, dibe ku xwediyê 80 û 400 serikên nukleerî be. Kontrolkirina Îsraêlê li ser herêmên Filistînê yên di bin dagirkeriya Îsraêlê de bi rêya tepeserkirin, cudakariya sazûmanî, û binpêkirinên sîstematîk ên mafên filistîniyan rastî rexneyên berfireh tê.[3][4][5]

IDF ji dema êrîşên terorîst yên Hemasê ku di 7ê cotmeha 2023an de li dijî Îsraêlê hatiye kirin, bi Hemasê re şerekî giran derbas dike.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "THE STATE: Israel Defense Forces (IDF)". Israel Ministry of Foreign Affairs. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.
  2. ^ Mahler, Gregory S., edîtor (1990). Israel after Begin. SUNY series in Israeli studies. Albany: State University of New York Press. ISBN 978-0-7914-0367-9.
  3. ^ "Israel: 50 Years of Occupation Abuses | Human Rights Watch". web.archive.org. 9 nîsan 2024. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.
  4. ^ "Israel, West Bank and Gaza - United States Department of State". web.archive.org. 6 adar 2024. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.
  5. ^ "Israel's apartheid against Palestinians: a cruel system of domination and a crime against humanity". Amnesty International (bi îngilîzî). 1 sibat 2022. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.