Ji bo maneyên din li Hêk binêre.
Bi zaravayên din ên zimanê kurdî
Hêk (toxim)
Soranî Hêlke
Kelhûrî Xa
Lekî Xa
Hewramî Hêlle
Zazakî Hak

Hêk toximê hin cureyên ajalên mêk e. Nêzikî hemû cureyên balindeyan û cureyên masîyan û ajalên xizinde hêkan dikin. Ajalên mêk yên guhandar jî hêkan çê dikin lê hêk di hundur da dol digire. Ev hêkên di hundur da ra dibêjin bizir. Wextê ku masî an mirîşk dimirin hêkên ku di zik da dimênî jî wek bizir tên hesibandin.

Çar hêk di hêlînekê de
Avaniya hêkê:
1) qelpê hêkê,
2) perdeya derve ya hêkê,
3) perdeya hindirîn ya hêkê,
4) û 13) girêkên spîka hêkê,
5) spîka herrikbar,
6) spîka tîr,
7) perdeya zerika hêkê,
8) pêşzerik,
9) xwînpare (cenîn, embriyon, goştpere),
10) zerika tarî,
11) zerika geş,
12) qelpê zerikê,
14) hewageh,
15) kutîkula

Hêk ji bo xwarinê

biguhêre

Hêk tên kelandin an di rûn de diqilijînîn û pê ra dibêjin qeyxane. Hêk dikevin hêvîr û gellek tiştên din. Hêkên ku mêst û sîran lêdikinî re jî dibêjin cilbir. Şoreka Kurdan heye dibêjin Ku nabû qeyxane yê bibe cilbir. Ji bo her 50 grams (1,8 oz) ji hêka mirîşkê ya navîn / mezin nêzîkê 70 calories (290 kJ) enerjiya xwarinê û 6 g proteîn têde heye.

Hêk (kelandî) gelek vîtamîn û kanzaiyên muhimên ji bo leşên mirova tê de hebe di nav de weka vîtamîn A (ji sedî 19 DV), û riboflavîn (ji sedî 42 DV), asîdê pantothenîk (ji sedî 28 DV), vîtamîna B (ji sedî 46 DV), kolîn (ji sedî 60 DV), fosfor (ji sedî 25 DV), zinc (ji sedî 11 DV) û vîtamîna D (ji sedî 15 DV). [1] [2]

Zerkek ji du-sê parên pêşniyara rojane ya tê de 300 mg kolesterolê heye.

Bêjenas

biguhêre

Peyv "hêk" wek peyva pehlewî xayag e. Peyva îngilîzî egg ji peyva norsan (germenên bakur) eggja hatiye û bi îhtîmaleka mezin ev hemû peyvan ji peyvekê tên.[çavkanî hewce ye]

Peyv "zerik" di pehlewî de zardag; peyv "spîk" jî spedag e. Bi îhtîmal "qeyxane" jî peyv xayag tê û ew peyva wek kaygana derbasa tirkî jî bûye.[çavkanî hewce ye]

Çavkanî

biguhêre