Gotûbêja kategoriyê:Kategorî:Gotarên bi zaravayên din/Jêbirin

Şiroveya dawî: 11 adar ji aliyê Balyozxane ve di mijara Kategorî:Gotarên bi zaravayên din 02-2024 de

Kategorî:Gotarên bi zaravayên din 02-2024 biguhêre

 
Dengdan di 25 sibat 2024 de dest pê kir û di 10 adar 2024 de bi dawî bû.

Sedem:

  1. Formata Wîkîpediyayê û wîkîdaneyê destûr nade ku di wîkiyekê de ji yekî zêdetir ziman cih bigirin. Berê wîkîlînk hebûn, ti problem dernexist lê belê niha ji ber Wîkîdaneyê sernavên gotaran di cihên din de jî tên bikaranîn. Çend heb ji wan gotarên ku bi zaravayên din hatine nivîsin jî niha bi Wîkîdaneyê girêdayî ne. Ez carinan şûnda wan rûpelan rûpelên kurmancî çêdikim wekî Neteweperwerî berê tenê bi soranî hebû lê ji ber ku zaravaya sereke ya wîkiyê kurmancî ye min navê gotarê guhartibû û yekî nû ji bo kurmancî çêkiribû.
  2. Em sernavên gotaran bi Wîkîdaneyê li ser agahîdankan bi kar tînin. Carinan sernavên bi zaravayên din derdikevin ku xelet dibe. Herwiha Content Translation û amûrên din ên ku Wîkîdaneyê bi kar tînin jî sernavên zaravayên din bi kar bîne xelet dibe.
  3. Gotarên Wîkîpediyayê ji bo çêkirina hişên çêkirî û ji bo nivîsandina tezan jî tên bikaranîn. Loma hebûna gotarên bi zaravayên din dibe ku xeletî ji wan re bide.
  4. Êdî ti kes bi zaravayên din gotaran nanivîsin û piştî Wîkiya soranî hat vekirin, gotarên soranî yên bi alfabeya erebî hatibûn jêbirin.
  5. Niha wîkiyên hem soranî hem jî zazakî hene û ji bo kurdiya başûrî jî incubator vekirî ye. Ên ku dixwazin li wir bixebitin ji bo ku wîkiya kurdiya başûrî jî vebe.

Ji ber van sedeman ez dibêjim em hemû gotarên bi zaravayên din hatine nivîsin jê bibin.--Balyozxane (gotûbêj). 21:06, 25 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide

Deng biguhêre

  1.   Jê bibe an jî bar bike binrûpelên Wîkîpediya:Soranî / WP:Badînî / WP:Kirmanckî hwd. Ji bo min ferq nake. Tenê divê di rûpelên sereke de gotarên bi kurmancî hebe --Balyozxane (gotûbêj). 21:06, 25 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
  2.   Bêalî--Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 16:11, 26 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
  3.   Bêalî--MikaelF (gotûbêj) 09:38, 27 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide

Gotûbêj biguhêre

Agahdarî: @MikaelF, Ghybu, Avestaboy, Gomada, û Bikarhêner: @Penaber49, Biyolojiyabikurdi, û Ferrus: @Bibliophile, Rewiye tine, û Guherto:--Balyozxane (gotûbêj). 21:06, 25 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide

@MikaelF, Ghybu, Avestaboy, Gomada, û Bikarhêner: @Penaber49, Biyolojiyabikurdi, û Ferrus: @Bibliophile, Rewiye tine, û Guherto: Eger ji we re ferq nake, şûnda jêbirinê em dikarin rûpela Pêvekê çêkin. Ez ê van rûpelan Bikarhêner:Balyozxane/badînî û yên bi zaravayên din Bar bikim WP:Badînî, Wîkîpediya:Soranî, Wîkîpediya:Kirmanckî, WP:Kurdiya başûrî --Balyozxane (gotûbêj). 15:49, 26 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Bira çend gotar hene nizanim lê ez dibêjim ku pirsgirêkek mezin tuneye bimîne êdî çêtir e. Ku ez şaş nebim min hinek gotar hene ku bi kurdiya başûr hatiye nivîsandin dirêj û bi rêk pêk in. Penaber49 (gotûbêj) 15:56, 26 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane@MikaelF@Penaber49@Biyolojiyabikurdi@Biyolojiyabikurdi@Ghybu@Gomada
Ew fikira Balyozxane ji aliyê min ve jî carek hebû . Aniha jixwe Wîkîpediyaya Zazakî û Wîkîpediyaya Soranî jî heye. Problem ew e ku paşê Wîkîpediyaya kurdî dibe Wîkîpediyaya kurmancî ? Jixwe gelek mirov dibêjin ku Soranî û Kurmancî ne zaravayên kurdî lê ema Zimanên kurdî ne û ku Goranî û Zazakî şaxeke bi xwe ne. Lewma sernavê gotara Zimanê kurdî ya Wîkîpediyaya bi almanî Kurdische Sprachen û ya Wîkîpediyaya bi îngilîzî Kurdish Languages e. Ez dixwazim ku gelê kurd bibe yek netewe û ji hev re dûr nekevin . Lewma ez li ser vê fikirê bi dudilî me .Berî ku ez deng bidim ez dixwazim bêjim ku encama dengdanê çawa be jî , bila Kurmancî::bibe zaravayê bijare û favorî. Ji ber ku ew zaravayê herî mezin e û li her parçeyên Kurdistanê tê axaftin. Gelek Zaza û Soranîaxêv::Kurmancî jî dizanin . Her wiha ez difikirim ku gotarek bi kîjan zaravayek be jî tê nivîsandin bila hemû hemwate jî werin tomarkirina. Bila wisa dewlemendî û zengîniya zimanê me winda nebe . Avestaboy (gotûbêj) 16:27, 26 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
@Penaber49 û Avestaboy: Ez vî tiştî tenê ji aliyê teknîkê ve dinirxînim. Dema skrîptên botê dinivîsim yan jî li ser sererastkirinên gelemper dixebitim ji min re hebûna gotarên bi zaravayên din problem derdixin. Ji ber ku mantiq dibêje di gotareke bi soranî de agahîdank/kategorî/lînk hemû bi soranî bin. Min çend car dîtiye ku şablon/kategorî/lînkên kurmancî di gotarên soranî de hatine bikaranîn ku ew jî xelet e. Bi ya min hebûn an tinebûna gotarên bi zaravayên din û ti têkiliya yekbûna miletê kurdî tine ye. Loma min endîşeya birêz Avestaboyî fêm nekir.
Ji bo parastina kedên hevalên ku li ser gotarên bi zaravayên din hatine nivîsin, riya herî baş ew e ku em bar bikin rûpelên Wîkîpediya:Soranî û hwd. Em dikarin lînkên heyî jî biparêzin ku herkes karibe gotarên bi zaravayên din bibînin. --Balyozxane (gotûbêj). 16:56, 26 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Nimûneya bikaranîna Wîkîpediyayê di gotarên zanistî de [1] --Balyozxane (gotûbêj). 17:01, 26 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane, dembaş, ji bona min, ya herî giring ew e, ku Wîkîpediya kurdî, wek ensîklopediyeke kurdî bi tîpên latînî dom bike, ku tê de hemû zaravayên kurdî diyar bibin. Spas ji bo keda te. Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 09:37, 27 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Silav @MikaelF. Bo te ferq dike ku gotarên bi zaravayên din di rûpelên ku "Wîkîpediya:" de bin? Yan jî divê di rûpelên sereke de bin? --Balyozxane (gotûbêj). 14:46, 27 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Êvarbaş @Balyozxane, gelo te ev gotûbêja dirêj li ser meta.wikimedia (https://meta.wikimedia.org/wiki/Requests_for_comment/Rename_of_Kurdish_Wikipedia) ya sala 2011an dîtiye? MikaelF (gotûbêj) 15:50, 27 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
@MikaelF Erê min çend sal berê xwendibû û min niha dîsa xwend lê min ti car fêm nekir hûn hemû çima êrîşî vî feqirî kirine. Tiştê ku ev dibêje bimantiq e. Dema em dibêjin "kurdî" behsa zaravayê xwe dikin, ti kes îdîa nake ku zimanekî "kurdî" ku hemû zaravayan vedihewîne heye. Te gotiye "Kurdish Wikipedia is welcoming any person to write articles in any dialect of Kurdish in Latin script." di rewşa îro de hema bêje ti kes soranî bi alfabeya latînî nanivîse ji ber ku êdî standarda soranî bi alfabeya erebî ye ku êdî ti kes nikare biguherîne.
Tiştekî din ev e hewce nîne. Wîkîpediya zaravayên din qebûl dike tenê dixwaze bila bikarhêner hebin ku bixebitin projeyên nû çêbin. Niha ti kes li vir naxebite nizanim li incubatorê rewş çawa ye. Bila ev der bibe Wîkiya kurdiya kurmancî. Ti tişt ji miletê me kêm nabe. Jixwe koda "ku-Latn" ji bo kurmancî tê bikaranîn. Koda "kmr" xelet e. : CLDR dibêje:
Te dawiya vê gotûbêjê Wîkîpediya:Dîwan_(teknîkî)#Tevlihevîya_di_xuyanîya_Wîkîferhengê_ya_di_Destpêka_malpera_wiktionary xwendiye? Herwiha ev gotûbêj Wîkîpediya:Dîwan_(teknîkî)#Google_Chrome? Koda "ku" jî gelek problem derdixe. Ya rastî divê koda me jî "ku-Latn" be. --Balyozxane (gotûbêj). 17:39, 27 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Rojbaş @Balyozxane, eger koda me ku-Latn bûya, ew jî baş e. Ne ku-Latn "TR" ji ber ku, bi dîtina min, em nikarin zimanê Badînan, Rojava û Rohilatê ji zimanê Bakurê bivavîrin. Destxweş bî! MikaelF (gotûbêj) 08:58, 28 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
@MikaelF Belê ez jî di vê qenaetê de me. --Balyozxane (gotûbêj). 09:59, 28 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Ji bo yên dûre bixwînin niha ku ji bo kurdî [kurmancî] tê bikaranîn. unicode.org --Balyozxane (gotûbêj). 10:53, 29 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide

@MikaelF, Penaber49, Ghybu, û Gomada: Ji ber ku ti kes îtîraz nekir ji bo barkirina wan gotaran, ez ê piştî hefteyekê (eger îtîraz tinebe) hemû bar bikim formata Wîkîpediya:Soranî/sernavê_gotarê û hwd.--Balyozxane (gotûbêj). 23:25, 11 adar 2024 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "Kategorî:Gotarên bi zaravayên din/Jêbirin".