Gotûbêja kategoriyê:Danserên amerîkî

Şiroveya dawî: 29 gulan ji aliyê Avestaboy ve di mijara Danser û dansoz de

Danser û dansoz

biguhêre

Silav hevalno Balyozxane@MikaelF@Penaber49@Ghybu@Gomada@Biyolojiyabikurdi,@Ferrus@Ehmedbeg/@Ahmetbeg Hûn çawa nin ? Baş in ? Di wîkîpediyên din dancer li gorî zayendan tên kategorîzekirin. Li ser Wîkîpediyaya kurdî mesela kategoriya aktor û aktrîs hene (mesela aktorên amerîkî û aktrîsên amerîkî ) . Ez pêşniyar dikim ku em peyva danser ji bo mêran û dansoz ji bo jinan bi kar bînin. Mesela em dikarin paşê danserên amerîkî û dansozên amerîkî binivîsin û ne pêwist in danserên amerîkî yên mêr an jî danserên amerîkî yên jin binnivîs in . Pêşniyara min him kurt e him jî nivîsandina kategoriyê hêsan dike . Gelo hûn li ser vê çawa difikirin ? Avestaboy (gotûbêj) 07:54, 22 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane@MikaelF@ @Penaber49@Ghybu@Gomada@Biyolojiyabikurdi , @Ferrus
? Avestaboy (gotûbêj) 07:22, 23 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
Silav Avestaboy bi rastî min jî nezanî çi bersiv bidim ji ber vê yekê min tiştek negot. Mînak referansa ji bo peyva dansoz ji bo zimanê kurdî çi ye? Peyva Dansoz bi koka xwe ji zimanê fransî ye û derbasê zimanê tirkî bûye. Ev peyv tenê ji ber asîmîlasyona dewleta tirk derbasê kurdî bûye. Di mijarên bi awayê de divê mirov li ser alternatîvên peyvên kurdî bisekine. Wek mînak em dikarin li cihê dansoz alternatîvên wekê rekasvan, reksevan bikar bînin. Mirov dikare li ser van Peyvan jî analîz bike. Penaber49 (gotûbêj) 16:48, 23 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy ez baş im, spas, tu çawan î? Di warê vê mijarê de, ez ne çewt bim, "Danserên amerîkî" tê wateya 1) "Danserên amerîkî yên mêr" û 2) "Danserên amerîkî (yên mêr)" û "Dansozên amerîkî (yên jin)", yanî forma pirjimar a jenerîk e, ji bo mêran û jinan bi hevdu re. Bi heman awayî, "Aktorên amerîkî", aktorên mêr in û bi forma jenerîk, aktorên mêr û jin in. MikaelF (gotûbêj) 18:45, 23 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide


silav Avestaboy,

ji bo vê babetê tu pêşniyarek min tune.Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 14:05, 23 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide

Silav hevalê @Biyolojiyabikurdi Ez dîsa jî dixwazim ji bo bersiva tê spas bikim. Mixabin aniha bikarhênerên bersiv ne dan. Avestaboy (gotûbêj) 15:59, 23 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy Dansoz tenê jinan tê bikaranîn lê belê qaîdeyeke wisa ji bo danser nîne. Herwiha dansoz dibe ku bi maneyeke xelet were fêmkirin. Loma ne hewce ye. Em dikarin kategoriyên danserên mêr, danserên jin çêkin. --Balyozxane (gotûbêj). 18:42, 23 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
Êvar bas @Balyozxane Heya ez dizanim danser bandora zimanê îngilîzî ye . Bi îngilîzî tenê dancer heye. Zimanê almanî di nav zayendan de cuda dike . Ji bo mêran Tänzer û jinan Tänzerin tê gotin . Bi fransî peyvên danseur û danseuse hene. Parvekirina pîşeyan li gorî zayendan lêgerînê hêsan dike. Avestaboy (gotûbêj) 18:53, 23 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy Di kurdî de ferqekî wisa nîne. Niha em çêkin dê sûnî xuya be. Danser hem jinan hem jî mêran tê bikaranîn. --Balyozxane (gotûbêj). 19:09, 23 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane Min ne gotiye ku danser ji bo herdu zayenda nabe . Min tenê got ku em ji bo kategoriyan cuda bikin . Her wiha peyva dansoz ne sunî ango çêkirî ye . Ew peyv bi kurdî jî heye . Mesela bi tirkî ji bo herdu zayendan dansçı û ji bo jinan taybet peyva dansöz heye. Jixwe peyva dans ji zimanê fransî tê .Bi kurdî berê peyva reqs ( bi tirkî raks ) serdestîbû.Mesela peyva lîstikvan ji bo herdu zayendan dibe . Peyva aktor tenê ji bo mêran û peyva aktrîs tenê ji bo jinan tê bi kar anîn . Lewma mirov nikare bêje ku peyva dansoz bi kurdî çewt e.
https://ku.m.wiktionary.org/wiki/dansoz Avestaboy (gotûbêj) 19:43, 23 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
@Penaber49 Avestaboy (gotûbêj) 19:44, 23 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
Min behsa danser kiriye, ne dansoz. --Balyozxane (gotûbêj). 20:17, 23 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy --Balyozxane (gotûbêj). 20:17, 23 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane , @Penaber49@MikaelFPêşniyara min tenê ji bo kategoriyan ne. Avestaboy (gotûbêj) 22:14, 23 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy Danserên mêr û Danserên jin çêtir e. Kategoriya Dansoz ne hewce ye. --Balyozxane (gotûbêj). 22:18, 23 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane ez bi te re me. MikaelF (gotûbêj) 22:25, 23 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
@BalyozxaneHeval aniha tu mesela dixwazî her car danserên amerîkî yên mêr û danserên amerîkî yên jin binivîsî ? Wîkîpediya bi fransî Catégorie:Danseuse britannique dinivîse https://fr.m.wikipedia.org/wiki/Cat%C3%A9gorie:Danseuse_britannique
@Penaber49 @MikaelF @Ghybu Hûn li ser vê çawa difikirin? Avestaboy (gotûbêj) 22:37, 23 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy Erê Danserên amerîkî yên mêr baştir e. --Balyozxane (gotûbêj). 22:39, 23 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy, fransî fransî ye, kurdî kurdî ye :) MikaelF (gotûbêj) 22:41, 23 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
@MikaelF Fransî , Fransî ye , Kurdî kurdî ye ? Heval gelo tu etîmolojiya peyva dans nas dikî  ? Peyva danse bi riya zimanê fransî derbasê zimanên cîhanê bû. Berê bi kurdî peyva reqs bêtir dihat bi kar anîn. Avestaboy (gotûbêj) 22:58, 23 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
Roj baş @MikaelF@Penaber49@Ferrus@Ghybu
gelo hûn pêşniyara @Balyozxane an jî pêşniyara min tercîh dikin ? Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 09:09, 29 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy, danser (n. & m.), dansor (n.) û dansoz (m.) hene. Ez ne çewt bim, peyva modern a ku ji bona herdu zayendan tê bikaranîn, danser e; dansor û dansoz du peyvên hindek kevnare ne. Mirov behsa Martha Graham wek dansereke hevserdem dike, ne wek dansozekê... Ma Leyla Bedirxan dansoz bû? Ew hunermend bû, modern bû. Bi ya min, aktor/ekter û aktrîs jî wisa ye. Formên pirjimar ji bona herdu zayendan, danserên amerîkî û ekterên amerîkî ne. MikaelF (gotûbêj) 15:33, 29 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
Êvar baş @MikaelF Aktor û aktrîs peyvên taybet in. Peyva lîstikvan ji bo herdu zayendan dibe. Lê wateya lîstikvan ne tenê aktor e. Tê wateya player jî. Lewma aktor û aktrîs ji bo kategoriyan çêtir e. Aniha em pêşniyara hevalê @Balyozxane bikin ? Gelo min te rast fêm kir ? Pêwist e ku em problemê çareser bikin. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 16:01, 29 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Danserên amerîkî".