Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî! biguhêre

--MikaelF (gotûbêj) 10:09, 5 nîsan 2021 (UTC)Bersiv bide

Rastkirin-tekûzkirin biguhêre

Rojbaş,

Ev 2-3 roj in ez bi baldarî li wîkîpediyayê dinêrim, wê keşif dikim. Eger ji destê min tiştek bê ji bo dewlemendkirin û tekûzkirina wê, ezê bi kêfxweşî bikim.

Ligel hurmeta min ji bo karê hûn dikin, min xwest we agahdar bikim li ser hin şaşiyên li ser hin rûpelên wîkîpediyayê.


Di rûpela "Hüseyin Deniz" de şaşîtiyên pir mezin hatine kirin. Hin agahî li ser kesekî ne, hin agahî şaş in û wêne jî aîdê kesekî din e.

Wêneyê bikaranî aîdê rojnamevanekî din e ku navê wî "Hüseyin Deniz" e, ew ji Dêrsimê ye, hê jî dijî û rojnamevanî dike.

Rojnamevan û nivîskar "Hasan Hüseyin Deniz" ê ku di sala 1992'an de hat kuştin ji Mêrdînê ye û ji rojnameya hefteyî Welat re jî dinivisand, ku ez hingê di wê rojnameyê de dixebitîm.


Wekî din, di rûpela "Lîsteya kovar û rojnameyên kurdî" de jî dema mirov pêlî "Welat" dike, tu agahî li ser "rojnameya hefteyî Welat" nîn e, lê agahî bi giştî li ser peyva "welat" hatiye dayîn.



Di rûpela "Azadiya Welat" de jî agahî nehatiye dayîn li ser destpêka vê rojnameyê. Ev rojname di sala 1996'an de wek "rojnameya hefteyî" derket, bi salan wek hefteyî weşana xwe domand, pişt re bû rojane.



Ji bo rastkirina van tiştên wiha gelo prosedurên wîkîpediyayê çi ne? Herkesek dikare rûpelan li gorî xwe saz bike, biguherîne?

Bimînin di xweşiyê de, Aynur Bozkurd (gotûbêj) 12:04, 6 nîsan 2021 (UTC)Bersiv bide

Silav Aynur Bozkurt, tu bi xêr hatî Wîkîpediya kurdî. Te çend pirs, pirskirye min xwest bersiva pirsên te bidim. Pêşî evî bêjim ez tenê saleke li ser wîkîpediyayê dixebitim li vir heval hene ku bi salan e li vir ked didin di derbarê wîkîpediyayê de fikr û pêşniyarên wan jî girîng e.

Li vir em tenê çend kes in gelek kesên ku di demên berî de li wir xebat kirine niha tine ne an jî dest ji xebata xweyên li ser wîkîpediyayê berdane. Jiber vî yekê mirov, bi çend kesan sererastkirin û têkûzkirina hemî gotaran nikarê sererast bike.

Li vir herkes dikare bi zimanekî bêalî û ensîklopedîk û li gorî çavkaniyên rast guhertina pêk bîne û gotara binivîse. Mixabin dîyar e ku li bakur perwerdeya zimanê Kurdî tuneye. Herkes bi derfetên xwe perwerdeya nivîsa zimanê kurdî werdigire. Pêşniyara min li te û li hemî hevalên welatparêz ev e; ev serdema teknoloji û dîjîtalê jibo zimanê kurdî derfeteke mezin e. Geleke em li ser hemî platforma jibo zimanê kurdî çi ji destê me tê em bikin û pêşniyarê kesên li derdora xwe bikin.

Mixabin ez li bajare kî gelek nijadperesta tirk dijîm. Ez bêjim kesên wisa ku ha ji zimanê xwe heye an jî bêjî ez dixwazim jibo zimanê xwe bixebitim tineye. Kurdên ku livir dijîn sedem çiye nizanim di her qadê de gelek kêmasiyên wan hene. Ez gelek jiber vê rewşê acizim lê tu tiştek jî destê min naye. Jiber vî yekê ez tenê me û saleke li gorî derfetên xwe heta ji destê min tê ez li vir bi awayekî çalak dixebitim. Silav û rêz. Penaber49 (gotûbêj) 13:31, 6 nîsan 2021 (UTC)Bersiv bide