Gotûbêj:Trîatlon

Şiroveya dawî: 16 kanûna paşîn ji aliyê Balyozxane ve di mijara triyaslon, triyatlon? de

triyaslon, triyatlon? biguhêre

@Avestaboy, @Penaber49, @Balyozxane, @Ferhad Kurdi, hun çawan in? Sernavê vê gotarê "triyaslon" e, bi ya min ne çewt e, lê Wîkîpediya kurdî behsa "maratonan" jî dike. Bi dîtina min, divê em qala "triyaslon" û "marason" (mereson) bikin, an jî "triyatlon" û "maraton". Di vî warî de ramanên we çi ne? MikaelF (gotûbêj) 09:13, 16 kanûna paşîn 2024 (UTC)Bersiv bide

Roj baş hevalno @Penaber49 , @Balyozxane@MikaelF, @Ferhad Kurdi@Ghybu, @Ahmetbeg
Bi dîtina min Trîatlon û maraton rast in . Ji ber ku peyv û navên ji zimanê yewnaniya kevn ne . Peyva maraton navê xwe ji navê bajarê Maratonê deynkirî ye . Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 11:03, 16 kanûna paşîn 2024 (UTC)Bersiv bide
@MikaelF Min fêm nekir daxwaza te. Tu dixwazî rûpela Werzişa sêgane were barkirin triyatlon/triyaslon? Not: Bi min triyatlon ji trîatlon çêtir e. --Balyozxane (gotûbêj). 11:07, 16 kanûna paşîn 2024 (UTC)Bersiv bide
Bi tirkî ji triatlon û ne triyatlon tê nivîsandin. Bi almanî peyv wek Triathlon tê nivîsandin û wek trîatlon tê bilêvkirin . Ew peyveke yewnanî ye û ji peyvên trî ( sê / sisê) û atlon ( pêşbirk ) çê bûye . Avestaboy (gotûbêj) 13:18, 16 kanûna paşîn 2024 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy Min got triyatlon ji bo bilêvkirin hêsan be, lê her sê jî bêçavkanî ne. Kurd marathonan dibezin hîn negihiştine trîatlonan. Loma bila trîatlon be. --Balyozxane (gotûbêj). 13:31, 16 kanûna paşîn 2024 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane, pirsgirêka min ew bû, em ê "trîaslon (û marason)" yan "trîatlon (û maraton)" binivîsin... :) Ma "werzişa sêgane", gelek tê bikaranîn? Wekî din, akvatlon, duatlon, kvadratlon, dekatlon... jî hene. MikaelF (gotûbêj) 15:14, 16 kanûna paşîn 2024 (UTC)Bersiv bide
@MikaelF Erê, jixwe terciha min ne "werzişa sêgane" ye. Min tenê li vir yekkirin lê zêde kir ji ber ku triyaslon bê girêdana wîkîdaneyê ye. Ti problem bo barkirina rûpela trîatlon nîne. --Balyozxane (gotûbêj). 15:19, 16 kanûna paşîn 2024 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane@MikaelF
Em li gorî mentiq û çavkaniyan dixebitin. Ez jî li ser peyva werzişa sêgane dudilî me . Gelo çavkaniyan çê dibêjin ? Çavkanî û rastnivîs pêwîst e û ne bilêvkirina hêsan. Yanî em nikarin li gorî kêfa xwe rastnivîsê biguherîn in . An jî zirar li ser zimanê me dibe. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 15:28, 16 kanûna paşîn 2024 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy Wekî min got ti çavkanî nîne. --Balyozxane (gotûbêj). 15:42, 16 kanûna paşîn 2024 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy Ez ne çewt bim, werzişa sêgane bi farisî (û soranî?) ye. @Balyozxane Nuha em ê li çavkaniyan bibînin. Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 15:48, 16 kanûna paşîn 2024 (UTC)Bersiv bide
@MikaelF bi farisî: fa:ورزش سه‌گانه‎ ye. Ji bo trîatlon em li vir qerar dan bi kar bînin lê belê yên din divê ji gotarê werin jêbirin ji ber ku bêçavkanî ne. --Balyozxane (gotûbêj). 15:54, 16 kanûna paşîn 2024 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Trîatlon".