Gotûbêj:Peyam

Şiroveya dawî: berî 1 salê ji aliyê Avestaboy ve di mijara Peyxam an peyam ? de

Peyxam an peyam ? biguhêre

Silav@MikaelF: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Mehk63: @Gomada: @Penaber49: @Bablekan: bi dîtina min peyam ji peyxam çêtir e . Mesela peyva peyamber jî bi kurdî he ye ( peyam + ber ). Heta ez niha dizanim bi farisî پیام payām û payāmbar = پیامبر tê gotin. Avestaboy (gotûbêj) 20:01, 21 hezîran 2022 (UTC)Bersiv bide

Ya rastî Peyam e Penaber49 (gotûbêj) 05:18, 22 hezîran 2022 (UTC)Bersiv bide

@Avestaboy:, @Ghybu:, @Xwedêda:, @Gomada: @Penaber49: @Bikarhêner: hûn çawan in, baş in? Ez baş tênagihem, çima "peyam" ji "peyxam" çêtir e? Silav û rêz --MikaelF (gotûbêj) 09:00, 24 hezîran 2022 (UTC)Bersiv bide

Silav@MikaelF: , @Penaber49: Bi dîtina min rastnivîsa ku ji aliyê saziyên zimanî, medya û berheman herî zêde tê bikaranîn rast e . Standardkirina rastinvîsê ji bo komunîkasyona mirovan pir girîng e. Lewma gotûbêj jî pêwîst e . Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 21:31, 24 hezîran 2022 (UTC)Bersiv bide

Mirov dikarîbû ji bo mijarên dînî bibêje peyxam (yan pêxem/peyxem: binêre pêxember) û ji bo jiyana rojane peyam. Lê mixabin saziyeke ku biryarê ji bo me bide nîne, loma em li gorî dilê xwe dibêjin kîjan çêtir e. Qewet be!—Gomadapeyam 08:51, 27 hezîran 2022 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy, MikaelF, û Ghybu:, @Xwedêda, Gomada, û Penaber49:, @Xwedêda û Balyozxane: Merheba hevalino. Belkî wergera peyva "Wehy" ya kurdî rasterast "Peyam" be, lê belê mijara vê gotarê ne ew peyam e ku em wek "Peyam"eke şexsî an "peyam"eke ku em di heyata xwe ya rojane de bi kar tînin, lê mijara vê gotarê ew peyam e ku "Peyam"a Pêxemberê dînê Îslamê aniye, yanî Peyama dînî yê dînê Îslamê ye. Û maneya "Peyama dînî yê dînê Îslamê" jî herî baş peyva "Wehy" dide, lewma ez dibêjim divê navê vê gotarê bibe "Wehy" ku mijar jî çêtir were famkirin û ji mijarên din (ji "Peyam"ên din) were cihêkirin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 23:21, 17 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide
Bi rastî jî ti kes wehy wekî peyam lê nagere. Ji bîr nekin ku xelkê me bi gelemperî misilman in loma têgihên erebî ji bo têgihên îslamî bi kar tînin û divê em xwe ji xelkê dûr nexin. Divê sernavê gotarê wek Wehy were guhartin. --Balyozxane (gotûbêj). 23:48, 17 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide

Silav hevalê @Balyozxane: . Tu çawanî ? Başî ? Bi dîtina min ne pêwist e ku sernav wek Wehî were guhertin. Gotar ne temam e û bi rastî jî mijar ne tenê Îslamê lê olên din jî têkildar dike.Mesela Kurdên ji hemû olan hemû bi zimanê dayikê dibêjin Xwedê ne Ellah/ Allah. Em hurmeta hemû olan digirin lê em ensîklopediyeke laîk û ne ensîklopediyeke olî ne. Bi dîtina min wê baş be ku em sernavê gotarê bikin Peyam (dîn). Avestaboy (gotûbêj) 11:09, 18 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "Peyam".