Gotûbêj:Hevrist

Şiroveya dawî: berî 5 salan ji aliye Calak ve

en:Juniper (hevrist) ??--Alkd 22:04, 23 tebax 2010 (UTC)Bersiv bide

user:Ghybu‎ Ji kerema xwe re Hevris jê bibe paşan Merx biguhêze bo Hevris. Spas.--ÇalakГотубеж 08:12, 4 gulan 2018 (UTC)Bersiv bide
@MikaelF, Gomada, Calak, û Bikarhêner: "Hevris" an "Merx"? Li herêma Dêrsimê navê vê darê "Merx" e...--Ghybu (gotûbêj) 12:34, 4 gulan 2018 (UTC)Bersiv bide
Ez jî weke Merx dizanim. Lê xuyaye ku li hin deverên Kurdistanê bi navê Hevris jî tê nasîn.—Gomadapeyam 14:51, 4 gulan 2018 (UTC)Bersiv bide
Merx ne kurdî ye lêbelê Hevris Kurdî ye. Bi soranî jî dibêjin Hewris.--ÇalakГотубеж 17:08, 4 gulan 2018 (UTC)Bersiv bide
Min peyva merx seh kiribû, lê peyva hevrist seh nekiribû. Di ferhengên kurdî de herdu jî henin. Çalak dibêje ev peyv ne bi kurdî ye lê di helbestek Melayê Cizîrî de jî derbas dibe (ji ser Wîkîferhenga kurdî binêre madeya "berx"ê). Yanî herdu peyv jî bi kurdî ne. Em beralîkirinek çêbikin da ku li kîjane bigerin jî bira bikaribin bibînin.
Marx "juniper tree". — Arm. dial, marx (class. Arm. maxr) "resinous conifer, pine", from Hurrian mahri "fir, juniper" (Greppin/Diakonoff 1991:725); binêre. Her wekî dibînî Merx peyveka Ermenî ye. --ÇalakГотубеж 20:20, 5 gulan 2018 (UTC)Bersiv bide
Ev dema we xweş be, hûn çawa ne? Çavkaniyeke baş heye; kitêba Prof. D. Mesûd Kitanî ya bi navê Dar û darik û terraşokêt Kurdistanê, Spîrêz, 2007. Dara hevristê, dara hêrvistê (Juniperus oxycedrus). Bi dîtina min, em dikarin navê sereke Hevrist yan Dara hevristê bikin. Bi silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 09:41, 6 gulan 2018 (UTC)Bersiv bide
Merheba @Calak:, peyvek ku ji zimanê ermenî, erebî, îngilîzî, tirkî an jî ji kîjan zimanê ketibe zimanê me jî, eger ew peyv di zimanê me de were bikaranîn em wê peyvê dikarin ji zimanê xwe bihesibînin. Herçiqas eslên van peyvan ne ji kurdî hatibin jî, ev peyv bi kurdî ne. Eger te di maneya ku eslê vê peyvê ne kurdî ye de gotibe, belê gotinê te rast e lê belê divê em peyvên ku eslên wan ne bi kurdî ne ji bo xwe nekin pirsgirêk. --Bikarhêner (gotûbêj) 12:52, 6 gulan 2018 (UTC)Bersiv bide
Ez nabêjim pevya biyanî pirsgirêk e, ez dibêjim Hevris baştir e çimkî li soranî û kurmancî de hevbeşe. Spas.--ÇalakГотубеж 13:37, 6 gulan 2018 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Hevrist".