Gotûbêj:Gagawiz

Şiroveya dawî: berî 1 salê ji aliyê Avestaboy ve di mijara Rastnivîs û zimanê gotar de

Rastnivîs û zimanê gotar biguhêre

Silav @MikaelF: , @Balyozxane: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Penaber49: @Gomada: , @Ferrus: , @Biyolojiyabikurdi: @Xwedêda:, @Mehk63: Bi dîtina min rastnivîsa Gagawiz rast e . Her wiha gotina dawî neensîklopdîk e : Gagauz wek xiristiyanên dînî tên naskirin û bi nasnameya xwe ya tirk jî serbilind in. Avestaboy (gotûbêj) 14:14, 16 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Gagawiz êdî rast e. Penaber49 (gotûbêj) 14:20, 16 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@Penaber49: Wîkîferheng û sepana O - Ferheng jî Gagawiz dibêjin.
https://ku.m.wiktionary.org/wiki/Gagavuz Avestaboy (gotûbêj) 14:37, 16 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy Belê divê gagawiz be. Lê belê divê bibêjim sepana O - ferheng agahiyên xwe ji Wîkîferhengê distîne. --Balyozxane (gotûbêj). 14:42, 16 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane:Di derbarê rastnivîsê de ez nikarim tiştekî bibêjim, lê ji vê ferhenga dijîtal ti peyvên ku peyvên xeyalî bin nizanim. Avestaboy (gotûbêj) 14:47, 16 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy Min fêm nekir mebesta te çi ye? --Balyozxane (gotûbêj). 14:49, 16 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: , @Penaber49: , @MikaelF:
Kesên ku li dijî guhertina navê sernavê ne hene? Heke ne, em dikarin wê biguherînin. Her wiha ez çavkaniya TRTyê ya dawî na pejirînim. Weke ansîklopediyeke bêalî em ne mecbûrin ku piştgiriyê bidin şovenîzm û panturkîzma wan. Avestaboy (gotûbêj) 15:06, 16 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Silav, gelo hin çavkaniyên kurdî ji bo "Gagawiz" (Ga-ga-wiz) hene? Welatê wan, Gagawizya (Gagauziya), Gagawizistan, Welatê Gagawiz... çawa tê binavkirin? Ez ji xeynî navê "Gagauz" ti navekî dî nas nakim. --MikaelF (gotûbêj) 13:57, 17 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Ma çima ne Gagawz (Ga-gawz) e? Zimanê gagawzî, welatê Gagawziya... bi dîtina min dirusttir e. @Balyozxane:, @Ghybu:, @Xwedêda:, @Penaber49:,@Gomada:, @Ferrus:, @Biyolojiyabikurdi:, @Xwedêda:, @Mehk63:--MikaelF (gotûbêj) 14:19, 17 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Min çavkaniya gagawiz lê zêde kir. Çavkaniyeke ji bo gagawz heye? --Balyozxane (gotûbêj). 14:40, 17 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane:, @Avestaboy:, @Penaber49: Silav û gelek spas ji bo çavkaniyên te. Di warê forma Gagawiz di Ferhenga Farqînî de, ez bawer dikim ku xeletiyek e. Gelo bi tirkî Gagavuz an jî Gagauz dibêjin? Ez bi tenê bi forma Gagauz dizanim. Farqînî forma tirkî Gagavuz bi kar tîne û jê peyva Gagawiz çê dike. Di warê Ferhenga D. Izolî de jî tevlîhevek heye, di çapa sala 1992an de, li rûpela 592 ya beşa tirkî-kurdî "Gagavuz, n. Gagawûs..." dibêje, lê li rûpela 158 ya beşa "Gagaûs" jî dibêje. Piştre çapa sala 2007an bi çend sererastkirin hate çapkirin, li beşa tirkî-kurdî peyva Gagauz, gagavus tune ye, lê li rûpela 224 beşa kurdî "Gagaûs" û "Gagavûz" dibêje. Bi vî rengî mixabin D. Îzolî serê me ji sê formên cuda gêj dike: Gagawûs, Gagaûs û Gagavûz! Mixabin çavkaniyên min tune ne, di torê de behsa "zimanê gagawzî" dikin, lê pejna min dibêje "Gagawiz" ne ewqas baş e û bila Gagawz an jî Gagauz be. MikaelF (gotûbêj) 17:58, 17 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
[1] Wîkîpediya Gagauzî dibêje "Gagauz", forma "Gagavuz" tirkî ye. --MikaelF (gotûbêj) 18:12, 17 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@MikaelF Belê Gagavuz bi tirkî, Gagauz bi gagawizî û gagawiz bi kurdî ye. Tenê ji ber ku gagawiz nêzîkî bilêvkirina tirkî ye em ê dijî yek ji ferhengdanerên herî mezin ê kurdî rabin? Tu helwesta min dizanî. Ger çavkaniyekê jî hebe, ez ê li gorî wê çavkaniyê hereket bikim. Ji bo standardkirina zimên carinan divê meriv riayetî kesên din bike. Lê belê tu û @Avestaboy kêfa xwe ne. Çawa dixwazin bikin. Qewet be --Balyozxane (gotûbêj). 18:23, 17 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Te nehişt min çavkanî binivîsanda. Ga-ga-wiz yek ji formên kurdî ye, lê ne ya herî serkeftî, mixabin. Ji bîr meke, ferhengdaner û nivîskar însan in, ne xwedawend in. MikaelF (gotûbêj) 18:49, 17 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@MikaelF li gorî gotûbêja li jor forma sereke niha gagawiz e. Kengî hevalên Avestaboy û penaber gotin Erê ji bo Gagauz wê demê dikarî forma sereke Gagauz bikî --Balyozxane (gotûbêj). 18:51, 17 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Êvar baş hevalno @MikaelF: , @Penaber49: Amerîka an Emerîka ? Almanya an Elmanya ? Ji bo hin peyvan û navan rastnivîsa hevgirtî tune. Ji bo navê welat Efxanistan nivîsandinên cûda hene. Wîkîpediya li gorî çavkaniyan dixebite û ger peyvek bi awayekî fermî were bikaranîn û rêziman xirab ne ke ez pirsgirêkê nabînim.Ez wek hevalê @Balyozxane: difikirim.Avestaboy (gotûbêj) 19:07, 17 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Silav @MikaelF, Avestaboy, û Balyozxane: bi min bilêvkirina herî baş Gagawiz e peyva Gagavuz tenê ji aliyê tirkiya tirkiye ve tê bikaranîn Tirkên gagawiz ji bi awayekî rasterast ji xwe re dibêjin Gagawiz û ji herêmê ku li dijîn dibêjin Gagawizîjtan. Yanî bilêvkirina herî rast Gagawiz e. Di derbarê mijarê de vîdyo li ser YouTube hene. Penaber49 (gotûbêj) 19:20, 17 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

@Penaber49: Harmoniya dengdêran ku mesela bo zimanê erebî normal e ( saet , seadet , mielim hwd.) , ji bo zimanê kurdî ne tîpîk e. Ez bi xwe hemû zaravayan nizanim. Ez bi Serhedkî diaxivim û em tu carî du dengdêran li kêleka hev bi peyvên ku bi jêdera kurdî ne nanivîsin. Ji ber vê yekê Gagauz wekî pêşniyara herî nebaş dibînim. Avestaboy (gotûbêj) 19:31, 17 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "Gagawiz".