Ermeniyên li Tirkiyeyê

Ermeniyên li Tirkiyeyê (bi ermenî: Թուրքահայեր, bi tirkî; Türkiye‘deki Ermenileri), yek ji gelên xwecihî yên Tirkiyeyê ye. Nifûsa wan a texminkirî di navbera 60.000[4] û 100.000[5] wekî tê gotin ku piraniya wan li bajarê Stembolê de ye.[6]

Ermeniyên li Tirkiyeyê
Gelhe tevahî
50,000 - 70,000[1][2]
2,000,000 - 5,000,000 (texmînkirina ermeniyên krîpto)[3]
Ziman
Zimanê ermenî, tirkî, kurdî
Baweriya dînî
Îslam - sunîtî, katolîk
Di wêneyê de kurd û ermenî li Tirkiye xwepêşandan dikin

Di navbera salên 1914 û 1921an de nifûsa ermenî ji 2 mîlyon zêdetir bû. Îro piraniya ermeniyên tirk li Stembolê kom bûne.[7] Rojname, dêr û dibistanên wan ên taybet hene da ku karibin dîn, ziman û çanda xwe biparêzin. Piraniya wan ji baweriya Apostoliya Ermenî ne û beşeke biçûk a ermeniyên li Tirkiyeyê jî girêdayî Dêra Katolîk a ermeniyan an jî Dêra Evangelîst a ermeniyan in.

Heta Nîjadkujiya ermeniyan ya sala 1915an, piraniya nifûsa ermeniyên Tirkiyeyê (wê demê Împaratoriya Osmanî) li herêmên rojhilatê welêt dijiyan, ku ermenî jê re dibêjin Ermenistana Rojava (îro ew der bi bakurê Kurdistanê an rojhilatê Tirkiyê re têkildar e).

Dîrok biguhêre

 
Nexşeya etnîkî ya Anatolyaya

Gelê ermenî di dîrokê de bi hezar salan li rojhilatê Asyaya Biçûk û başûrê Qefqasya hatiye damezrandin. Lê di sedsala 11an de tirkên ku ji Asyaya Navendî hatibûn, xwe li ser vê herêmê ferz kir û paşê Împeratoriya Osmanî ava kir. Ermenî wê demê bûne hindikahiyeke ku her ku diçe zêdetir tê cudakirin. Di Şerê Cîhanî yê Yekem de piraniya ermeniyan bûne qurbaniyên polîtîkaya komkujî û sirgûnê ku ji aliyê dewleta Tirkên Ciwan hatiye organîzekirin, ku bûye sedema qirkirina Ermeniyan.[8] Ev qirkirina yekemîn a sedsala 20an e. Di dawiya şer de Împeratoriya Osmanî hat parçekirin û cihê xwe da Tirkiyeya nûjen.

Ermeniyên Stembolê biguhêre

 
Kilîsekî Ermenî li Stembol

Civata ermenî ya Stembolê, ku tê texmînkirin 60.000 - 70.000 kes e (nêzîkî %75ê nifûsa ermeniyên Tirkiyeyê), îro xwedî 33 dêrên şandî, 12 katolîk û 3 dêrên protestan in; 2 nexweşxane (Surp Pirgitsch û Surp Agop), 2 sêwîxane û 19 dibistan.[9]

Kesên navdar biguhêre

 
Adile Naşit
 
Mesut Yilmaz

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Turay, Anna. "Tarihte Ermeniler". Bolsohays: Istanbul Armenians. Ji orîjînalê di 6 kanûna pêşîn 2006 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 kanûna paşîn 2007.
  2. ^ Khojoyan, Sara (16 çiriya pêşîn 2009). "Armenian in Istanbul: Diaspora in Turkey welcomes the setting of relations and waits more steps from both countries". ArmeniaNow.com. Ji orîjînalê di 1 kanûna paşîn 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 kanûna paşîn 2013.
  3. ^ Suna Erdem. Recep Tayyip Erdogan threatens to expel 100,000 illegal Armenians[permanent dead link]. The Times. 18 March 2010. Retrieved 8 September 2011.
  4. ^ "Armenian population of Turkey dwindling rapidly: Patriarch - Türkiye News". Hürriyet Daily News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 sibat 2023.
  5. ^ "Armenians and their Kingdom | All About Turkey". www.allaboutturkey.com. Roja gihiştinê 8 sibat 2023.
  6. ^ "Turkish Armenians keep low profile after Biden's recognition of genocide |". AW (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 sibat 2023.
  7. ^ A. Davis, Leslie (1990). Blair, Susan K. (ed.). The Slaughterhouse Province: An American Diplomat's Report On the Armenian Genocide, 1915–1917 (2. print. ed.). New Rochelle, New York: A.D. Caratzas. ISBN 9780892414581. (bi inglîzî)
  8. ^ "Armenian Genocide | History, Causes, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 sibat 2023.
  9. ^ "Azad-Hye Middle East Armenian Portal (Turkish Armenians hope for new era)". web.archive.org. 28 tîrmeh 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 28 tîrmeh 2014. Roja gihiştinê 8 sibat 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)