Nubar Ozanyan bi fermî Fermun Çırak[1] (jdb. li Yozgad 1956 – m. li Reqa di 14ê tebaxê 2017) şoreşgerekî Kurd wekî bi esle xwe Ermenî, ku di Partiya Komunîst a Tirkiyeyê/Marksîst-Lenînîst (TKP/ML) de fermandar bû. Di çend pevçûnan de ji bo girûpê şer kir, di dawiyê de di şerê li dijî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê de di şerê Reqayê de mir.

Nubar Ozanyan
Նուպար Օզանեան
Navê rastî
Fermun Çirak
Jidayikbûn1956
Mirin14ê tebaxê 2017
Reqa
Sedema mirinêKuştiyên pevçûnê
EsilErmenî
HevwelatîTirkiye Komara Tirkiye
Rojavaya Kurdistanê Rojavayê Kurdistan
PerwerdeZanigeha Yozgadê
PîşeSiyasetmedar û Fermandarêkî Partiya Kurd
Salên çalak1984 - 2017
Partiya SiyasîPartiya Komunîstê Tirkiye/Marksîst-Lenînîst
biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Navê jidayikbûna xwe Fermun Çirak e. Paşê vî gelek navên nivîskar girtin[2][3][4][5] ku ji wan "Nubar Ozanyan" û "Orhan Bakirciyan" yên herî baş dihatin naskirin.[1][6]

Di sala 1956 li Yozgad, Anatoliya Navîn di malbateke feqîr ku bi eslê xwe ermenî de hat dinê, diya wî di ciwanbûna xwe mir. Piştî xwendina seretayî bi îdeolojiya çepgiriya radîkal re tê naskirin û tevlî Partiya Komunîst a Tirkiyeyê dibe. Piştî derbeya dewleta Tirk di salan 1980, Ozanyan sirgûnî Fransayê[6], li wir yek ji parêzvanên Yilmaz Güney bû.[7] Di dawiya salên 1980yî de, Ozanyan tevlî baskê leşkerî yê TKP/ML û TÎKKO bû. Di sala 1988an de[7] çû Filistînê û bi Eniya Gel a Rizgariya Filistînê re li dijî Hêzên Parastina Îsraîlê di dema Întîfada Yekem de şer kir.[8][7][9] Ozanyan di sala 1990 de ji milîtanên xwecihî li Geliyê Beqaa Libnanê perwerdeya leşkerî dît.[6] Di navbera salan 1991-1992an de di Şerê Qerebaxê yê Yekem de li dijî Azerbaycanê şer kir.[7] Di sala 1992an de vedigere navçeya Dersimê ya Tirkiyeyê û paşê beşdarî serhildana Maoîst a herêmî dibe.[6] Di vê demê de Ozanyan di nava refên TKP/ML de dest pê kir û bû organîzator, îdeolog, leşker, perwerdekar û fermandarekî girînge partiyê.[7]

Di sala 2013an li Kurdistana Iraqê perwerdehiya şervanên TÎKKO kir.[6] Di tîrmeha 2015an de bû yek ji fermandarên Tabûra Azadiyê ya Navneteweyî (IFB) ku nû hatiye damezrandin li Sûriyeyê, ku armanca wê alîkariya YPG/YPJ’ê ya li dijî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê di şerê Rojava-Îslamê de bû. Wek endamê IFB, wî gelek şervanên enternasyonalîst ên kurd, tirk, ermenî, ereb, filistinî, yewnanî, kanadî, sardînî, belçîkî û fransayî” perwerde kir.[7] Di vê navberê de, wî aliya da ku TKP/ML li Tirkiyê saxlem û aktîf bihêle, ku partiyê bi pirsgirêkên zêde re rû bi rû ma, ji ber ku Hêzên Çekdar ên Tirk piştî destpêkirina qonaxa sêyemîn a şerê Kurd-Tirk kampanyaya xwe ya li dijî serhildanê zêde kirin.[7][6] Ozanyan di dawiya sala 2016an serê sala 2017an de demekê vegeriya Dersimê, lêbelê di dawiyê de dîsa dest bi beşdarbûna xwe bi IFBê kir.[7] Di sala 2017an de ji bo operasyonên li Sûriyeyê fermandarê partiya TÎKKO’yê bû.[7][10]

Ozanyan beşdarî Şerê Reqqayê bû, paytexta xwebexş a DAIŞê, ku di şer de di 14ê tebaxa sala 2017an de hat kuştin.[7][10] Ozanyan di wî demî 61 salî bû.[11] Ji bo wî ji aliyê IFB û YPG/YPJ’ê ve li Reqayê merasîmek hate lidarxistin[10] û di 28ê tebaxê de li Dêrikê bi rêzên hemû leşker hate definkirin. Hezaran ji kes beşdarî merasîma cenazeyê wî bûn.[12] Mirina wî ji aliyê TKP/ML, tevgera Ermenî Nor Zartonk a Stembolê,[13][1][9] THKP-C/MLSPB,[14] PFLP,[8] MLPD,[15] şîn hat girtin.[7][6]

Taybetiya xwe biguhêre

Ozanyan dikaribû bi zimanên kurdî, tirkî, ermenî û rûsî bixwîne, binivîsanda û biaxive û gelek destanên çepgir wergerandin bide.[6]

Mîras biguhêre

Di 24ê Nîsana 2019an de komek Ermeniyên Sûriyeyê yên girêdayî TKP/ML û QSD’ê Tûgaya Şehîd Nûbar Ozanyan ava kirin.[16][17]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b c "ԹԻՔՔՈ-ի հայ անդամը զոհուած է Տահէշի դէմ մղուող մարտերուն [Armenian member of TİKKO killed in fight against ISIS]". Arevelk (bi ermenî). Aleppo, Syria. 17 tebax 2017.
  2. ^ "Serdar Can'dan "Armenak Bakırcıyan" kitabına dair değerlendirme". ozgurgelecek18 (bi tirkî). 23 tebax 2017. Roja gihiştinê 25 kanûna paşîn 2019.
  3. ^ TKP/M-L Örgütlenme Komitesi. ""PARTİMİZİN SEÇKİN ÜYESİ, TİKKO ROJAVA KOMUTANI NUBAR OZANYAN (FERMUN ÇIRAK) YOLDAŞ ÖLÜMSÜZDÜR!" (2017.08.16)". tkpml.com. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2020.
  4. ^ "Ermeni Yoldaşları Nubar Ozanyan'ı andı".
  5. ^ Kırdalyan, Kristin. "Fermun Çırak anısına!". Ji orîjînalê di 7 nîsan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2020.
  6. ^ a b c d e f g h "TKP/ML Örgütlenme Komitesi'nden Nubar Ozanyan'a ilişkin açıklama [Explanation of Nubar Ozanyan from the TKP / ML Organizing Committee]". Partizan (bi tirkî). 17 tebax 2017. Roja gihiştinê 18 tebax 2017.
  7. ^ a b c d e f g h i j k "TKP/ML-TİKKO Commander in Rojava falls a martyr". ANF News. 16 tebax 2017. Roja gihiştinê 17 tebax 2017.
  8. ^ a b "PFLP salutes the martyr Comrade Nubar Ozanyan of TKP/ML". PFLP. 17 tebax 2017. Ji orîjînalê di 5 nîsan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 îlon 2017.
  9. ^ a b "Armenian Guerrilla Fighter Nubar Ozanyan Killed in Rojava while Fighting ISIS". Armenian Weekly. 16 tebax 2017. Roja gihiştinê 18 tebax 2017.
  10. ^ a b c "Memorial ceremony for Armenian revolutionary martyred in Raqqa". ANF News. 24 tebax 2017. Roja gihiştinê 25 tebax 2017.
  11. ^ "Nubar Ozanyan'ı Anıyoruz". Partizan (bi tirkî). 17 tebax 2017. Roja gihiştinê 18 tebax 2017.
  12. ^ "TKP/ML-TİKKO Commander Ozanyan laid to rest in Derîk". ANF News. 28 tebax 2017. Roja gihiştinê 25 tebax 2017.
  13. ^ "Ethnic Armenian Nubar Ozanyan killed while fighting against IS in Syria". 17 tebax 2017.
  14. ^ "THKP-C /MLSPB: O bizlerin devrimci yaşamının idolüdür [THKP-C / MLSPB: He is the idol of our revolutionary life]". Partizan (bi tirkî). 18 tebax 2017. Roja gihiştinê 18 tebax 2017.
  15. ^ "Nubar Ozanyan im Kampf gegen IS gefallen [Nubar Ozanyan was killed in battle against IS]". Rote Fahne (bi almanî). 17 tebax 2017. Ji orîjînalê di 5 gulan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 tebax 2017.
  16. ^ "Armenians form brigade in Northern and Eastern Syria". ANF News. 22 nîsan 2019. Roja gihiştinê 25 nîsan 2019.
  17. ^ "Nubar Ozanyan Armenian Brigade declared". ANF News. 24 nîsan 2019. Roja gihiştinê 25 nîsan 2019.