Eksena Berxwedanê (bi farisî : محور مقاومت Mehvar-e Moqâvemat[1], bi erebî: محور المقاومة Miḥwar al-Muqāwamah) toreke li Rojhilata Navîn e, ku ji rêxistinên çekdar û komên siyasî yên ku Îran piştgiriya wan dike pêk te.[2]

Eksena Berxwedanê
  • Military alliance Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rêberê Şoreşa îslamî ya Îranê Elî Xamineyî, sekreterê giştî yê Hizbulayê Hesen Nesrula û serokê giştî û şefê hêza Elquds Qasem Suleymanî li Tehranê (2019).
Pêk tê ji
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Avakirin û tarîx

biguhêre

Eksena Berxwedanê ji aliyê Îranê ve bi yekbûn û birêxistinkirina komên çekdar hate avakirin, û armanca wê ew e ku li dijî bandora DYA û Îsraêlê li Rojhilata Navîn[3][4][5] şer bikin û dijminatiya li hember wan welatan meztir bikin.[6] DYA piraniya van komên ku tevlê bûne - wek Hemas, Hizbulaya Libnanê, Hûsiyên Yemenê û yên din - weke rêxistinên terorîst bi nav dike.

Hizbula ji aliyê dîndarên libnanî ve ji bo şerê li dijî êrîşa Îsraêlê ya li ser Libnanê di sala 1982 de hate damezrandin.[7] Ji ber îdeolojiya xwe ya şiî, Hizbula piştgiriya rasterast ji Îranê distîne û endamê herî navdar ê eksenê ye. Komên din ên navdar ên di nava koalîsyonê de koma filistînî Hemas, Cîhada Îslamî ya Filistînê, tevgera hûsî ya Yemenê, û komên cuda yên şiî yên Iraq û Sûriyê ne. Hikûmeta Esed ji bilî Îranê yekane dewlet a eksenê ye, û mazûvaniya şervanên ku ji aliyê Îranê ve tên perwerdekirin dike.

Armanca Pêkeftinê

biguhêre

Armanca "Eksena Berxwedanê" ew e ku di pevçûneke mezin a bi Îsraêlê re, ji bo armanca hevpar a hilweşandina dewleta cihûyan, avakirina yekbûn û hevahengiyê ye. Eksena berxwedanê her wiha êrîş li ser Erebistana Siûdî û hêzên DYAyê yên li Iraqê pêk anî û dijberiya komên çekdar ên selefî-sunî yên wekî Elqaîde û DAIŞê kir. Bi rêya hêza Elquds[8] - yekîneyeke hêzên taybet a Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê - Îranê bi dehsalan çavkaniyên girîng peyda kiriye ji bo xurtkirina şiyanên leşkerî yên her komê û di heman demê de têkiliyên girîng di navbera wan de diparêze. Wezareta Derve ya Amerîka texmîn dike ku Îranê heta sala 2019an salane 700 milyon dolar ji bo milîsan xerc kiriye.

Ev eksen weke "sist" tê dîtin, ji ber ku hûsiyan di hewldana wan a ji bo bidestxistina Yemenê guh nedan şîretên Îranê. Hemasê jî di 7ê çiriya pêşîn de bê koordînasyon êrîş bir ser Îsraêlê. Bersiva torê li hember êrîşên dawî qels bû, û her du kom di şerê Îsraêlê de windahiyên giran dîtin. Bi lawazbûna Hemas û Hizbulayê re, tê gotin ku Îran beşeke girîng a stratejiya xwe ya tirsandinê winda kiriye.[9]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "طراحی این صفحه تغییر کرده است، برای ارجاع به صفحه‌ی قبلی اینجا کلیک کنی". Khamenei.ir.
  2. ^ "What is the Iran-backed 'axis of resistance' in the Middle East? : NPR". web.archive.org. 29 çiriya pêşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "What is Iran's 'Axis of Resistance'?". Reuters.com. 13 nîsan 2024.
  4. ^ "After the decapitation of Hizbullah, Iran could race for a nuclear bomb". The Economist. ISSN 0013-0613. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.
  5. ^ "What to Know About the Axis of Resistance, the Iran-backed Militia Network". nytimes.com.
  6. ^ "Facing a Big Test, Iran's 'Axis of Resistance' Flails". nytimes.com.
  7. ^ "Who are Hezbollah?" (bi îngilîziya brîtanî). 4 tîrmeh 2010. Roja gihiştinê 7 çiriya pêşîn 2024.
  8. ^ "What is Iran's axis of resistance?". The Economist. ISSN 0013-0613. Roja gihiştinê 7 çiriya pêşîn 2024.
  9. ^ "Is Iran's 'axis of resistance' collapsing under Israeli attacks?". NBC News (bi îngilîzî). 30 îlon 2024. Roja gihiştinê 7 çiriya pêşîn 2024.