Hesen Nesrula[1], Hesen Nesrulla[2] an jî bi inglîzî: Hasan Nasrallah (bi erebî: حسن نصر الله, jdb. 31ê tebaxa 1960 - 27ê îlonê 2024) mele û siyasetmedarekî libnanî bû ku wek sekreterê Hizbulayê kar dikir. Ji sala 1992an heta kuştina xwe di îlona 2024an de serokê partiyeke siyasî û milîsên îslamîst yên Şîa bû.


Hesen Nesrula
Navê rastî
حسن نصر الله Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn31 tebax 1960 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bourj Hammoud (LibnanLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin27 îlon 2024 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
𝖍𝖆𝖗𝖊𝖙 𝖍𝖗𝖊𝖎𝖐 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêAirstrike, asphyxia li ser wîkîdaneyê biguhêre(Mêrkujî)
HevwelatîLibnan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Hawza of Najaf Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bandorbar
Meqam
  • Secretary General of Hezbollah (1992–2024) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
Hevjîn
  • Fatimah Yasin (1978–2024) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Muhammad Hadi Nasrallah
  • Zainab Nasrallah Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xizm
  • Haschem Safi al-Din (mother's aunt's son)
  • Wafiq Safa (son-in-law) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Nesrula di sala 1960an de wekî zarokê malbateke şîa li taxa Burc Hamuda Bêrûtê ji dayik bûye. Wî xwendina xwe li Tîrê qedandiye ku demek kurt tevlî Tevgera Amal bûye û piştre semînerek şie li Baalbekê dîtiye. Paşê li dibistana Amalê xwend û mamostetiyê kiriye. Piştre Nesrullah tevlî Hizbulayê dibe ku ji bo şerê sala 1982an li dijî êrîşa Îsraêlê ya li Libnanê hatiye avakirin. Piştî demeke kurt a xwendina dînî li Îranê, Nesrula vegeriya Libnanê û bû serokê Hizbullahê, piştî ku selefê wî Ebas Elmusawî di sala 1992ê de bi êrîşeke hewayî ya Îsraêlê hat kuştin.[3]

Di bin serokatiya Nesrula de, Hizbulayê mûşekên bi menzîla dirêjtir bi dest xistin, ku saya wan êdî karîbûn êrîşî bakurê Îsraêlê bikin. Piştî ku Îsraêl di dema 18 salên dagirkirina başûrê Lubnanê de derbeyên giran xwarin, di sala 2000ê de hêzên xwe vekişand. Ev yek jî populerbûna Hizbulayê li herêmê gelekî zêde kir û pozîsyona Hizbulayê di nava Libnanê de xurt kir.[4] Hizbullahê Nasrallah di medyayê de wekî desthilatdarek karîzmatîk nîşan dida.[5] Rola Hizbulayê di kemîna yekîneyeke dewriyeya sînorî ya Îsraêlê de, ku derî Şerê Lubnanê yê 2006an vekir, rastî rexneyan hat, her çiqas ku wî dawiya şer wek serkeftineke libnanî û ereban pêşbînî dikir.

Di dema şerê navxweyî yê Sûriyê de, Hizbula li kêleka hikûmeta Sûrî li dijî "tundrewên îslamîst" şer kir. Nesrula her wiha Eksena Berxwedanê pêş xist, ku hevbendiyeke nefermî ya komên bi piştgirîya Îranê ye û li ser dijberiya Îsraêl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye avakirin.[6] Piştî êrîşa 2023an a Hemasê ya li dijî Îsraêlê, Hizbulayê jî li dijî Îsraîlê şer kir. Di encamê de pevçûnek berdewam bû ku bandor li her du aliyên sînor kir.[7] Di 27ê îlona 2024an de, Îsraêl Nasrallah kuşt, dema ku hêzên wê yên asmanî êrîşî baregeha sereke ya komê kir.[8]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ https://www.rudaw.net/kurmanci/middleeast/29012014
  2. ^ https://www.rupelanu.com/dezgeha-rewsenbiri-u-medyayi-ya-pdke-ji-bersiva-hesen-nesrulla-da-9031h.htm
  3. ^ "Hezbollah (a.k.a. Hizbollah, Hizbu'llah) - Council on Foreign Relations". web.archive.org. 28 adar 2016. Ji orîjînalê di 28 adar 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  4. ^ "What is Hezbollah and why is Israel attacking Lebanon?" (bi îngilîziya brîtanî). 3 çiriya paşîn 2023. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  5. ^ "Hassan Nasrallah: The Cultivation of Image and Language in the Making of a Charismatic Leader Get access Arrow". academic.oup.com. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  6. ^ "Hassan Nasrallah's death will reshape Lebanon and the Middle East". The Economist. ISSN 0013-0613. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  7. ^ "Israel says at least 26 soldiers have been killed as fighting with Hamas continues | AP News". web.archive.org. 8 çiriya pêşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  8. ^ "Israel strikes Hezbollah in a huge blast targeting the militant group's leader". AP News (bi îngilîzî). 27 îlon 2024. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.