Didem Akay, (z. 1994 - m. 2019 li Stembolê) jineke transgender a tirk û çalakvana mafê mirovan bû ku ji ber transfobî û zexta civakî dawî li jiyana xwe anî û bû qurbana sûcê nefretê. Ew hevala herî nêz a Hande Kader bû, ya ku di sala 2016an de ji ber sûcê nefretê hatibû kuştin.[1]

Akay ji bo bi mîlyonan tirk û kurdan wergeriya sembolek ji bo civaka LGBT, piştî ku di eniya herî pêş a berxwedana li dijî hêzên polîsan de wêneyê wê digel Hande Kader hat kişandin, dema ku çalakiya Istanbul Pride ya 2015an a li Stenbolê ji aliyê polîsan ve hate tepeserkirin.

Di sala 2018an de Didem Akay Bedewiya Trans a salê hatibû hilbijartin.[2] Wê ji ber zextên transfobîk û travmaya psîkolojîk di sala 2019an de li odeyeke otêlê dawî li jiyana xwe anî.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ LGBTI+, Kaos GL-News Portal for. "Trans woman Didem Akay has ended her life". Kaos GL - News Portal for LGBTI+ (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 adar 2023.
  2. ^ "SİvKY" - Sizlerin İyi ve Kasvetli Yorumları - 6.Bölüm PART-1 (Konuk:Trans Kraliçesi Didem AKAY) (bi îngilîzî), roja gihiştinê 18 adar 2023