Diane Kruger

Lîstikvana alman

Diane Kruger (jdb. 15ê hezîrana 1976an li Algermissen, Saksonya Jêrîn, Almanyaya Rojava), lîstikvaneke alman û amerîkî û modela berê ya modeyê (stîl) ye. Bi destpêka kariyera xwe re Kruger li çar aliyê cîhanê hatiye naskirin û li Festîvala Fîlman a Cannesê Xelata Trophée Chopard wergirtiye. Diane Kruger, di kariyera xwe ya lîstikvaniyê de bi giranî di fîlmên bi zimanê îngilîzî û fransî de rol wergirtiye. Her wiha wê wekî dedektîf Sonya Cross di rêzefîlma drama sûc a FX The Bridge (2013–14) rol wergirtiye. Di sala 2017an de, bi fîlma Fatih Akin, a In the Fade yekem rola xwe yê bi zimanê almanî wergirtiye û bi vî fîlmê despêkek baş bi dest xistiye. Kruger, li Festîvala Fîlman a Cannesê xelata lîstikvana Jin a herî baş wergirtiye.

Diane Kruger
Diane Kruger (2014)
Jidayikbûn
Diane Heidkrüger

15ê hezîrana 1976an (47 salî)
HevwelatîAlmanya
PîşeAktrîs , model
Salên çalak1992–niha
HevjînGuillaume Canet (zw. 2001; cdb. 2006)
PartnerJoshua Jackson (2006–2016) Norman Reedus 2016–niha
Zarok1
biguhêreBelge

Salên despêkê biguhêre

Diane Heidkrüger di 15ê tîrmeha sala 1976an de li Algermissen, Almanyaya Rojava, li nêzîkî Hildesheimê, wekî keça pisporê komputerê Hans-Heinrich Heidkrüger û hevjîna wî, Maria-Theresa, ku karmenda bankê bû hate dinyayê.[1][2] Diane, bi baweriya Katolîk a Romayê mezin bû û beşdarî perwerdeya dibistana Katolîk bûye.[3] Wê diyar kiriye ku ji aliyê dapîra xwe ve polon e.[4]

Diane Kruger zarokatiya xwe bi birayê xwe yê biçûk bi navê Stefan li Almanyaya Rojava derbas kiriye. Di ciwaniya wê de jibo îngilîzî ya wê baştir be, dayika wê wê şandiye bernameyên pevguhertina xwendekaran.[5] Di zarokatiya xwe de, Kruger dixwest ku bibe balerîn û bi serketî li Dibistana Baletê ya Royalê li Londonê perwerdehîya xwe dewam kir lê jiber seqetiya çokê xwe kariyera xwe ya baletê bi dawî kir.[6]

Piştre Kruger çû Parîsê û wek model dest bi karê xwe kir û li Parîsê dest bi fêrbûna zimanê fransî kiriye.

Kariyera wê biguhêre

Modelî biguhêre

Di sala 1993an de, Kruger di Elite Model Look de Almanyayê temsîl kir û piştî vî temsîl kirine dest bi karê modeliyê kir.[7] Her çend bejna wê ya ji bo modelek hindik be jî, wê bi awayekî baş karê modeltiyê kir ku jibo rezervanên wekî reklamên Yves Saint Laurent, Chanel, Salvatore Ferragamo, Giorgio Armani, Jil Sander, Christian Dior, Burberry û Louis Vuitton karê modeltiyê kiriye. Ji Marc Jacobs, D&G û Sonia Rykiel û her weha wêneyên li ser bergê Vogue Paris, Marie Claire û Cosmopolitan re bû wêneya berga destpêkê.[8]

Piştî biryar da ku bibe lîstikvan wê gav bi gav dest ji modeltiyê berda.piştî ku biryar da ku kariyera lîstikvaniyê bişopîne.

Lîstikvanî biguhêre

 
Kruger di sala 2009an de li Festîvala Fîlman a Venedîkê

Kruger bi lîstikvaniyê re eleqedar bû û li Cours Florent perwerdeya lîstikvaniyê wergirt. Wê di sala 2002an de li hemberî Dennis Hopper û Christopher Lambert di The Piano Player, fîlmek televîzyonê ya Jean-Pierre Roux de rola xwe ya yekem a fîlmê wergirtiye. Di heman salê de, wê di debuta derhêneriya hevjîn a xwe yê wê demê Mon Idole de jî lîst. Di sala 2003an de di lîstika Michel Vaillant û Lisa li Wicker Park (2004) de rola bi navê Julie Wood bi Josh Hartnett û Rose Byrne re lîst. Yek ji rolên wê yên payebilindtir heta roja îro ew e ku rola bi navê Helen of Sparta (Helena Spartayê) di destana Troya ya Wolfgang Petersen de ye. Di sala 2004an de, Kruger bi Nicolas Cage û Sean Bean (ku bi wê re li Troyê hev-lîstivan bû) di fîlma National Treasure de lîst, di fîlmên Joyeux Noël (2005) û Copying Beethoven (2006) de derket.

Kruger bû mêvandarê merasîmên vekirin û girtinê ya Festîvala Fîlman a Cannesê a sala 2007an.[9] Di sala 2008an de bûye endamê juriyê ya 58emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê. Di sala 2009an de, wê di fîlmê Quentin Tarantino ya Inglourious Basterds de, wekî lîstikvanek alman ku dibe sîxurê hevalbendan, bi hev re lîst. Di kanûna sala 2009an de, wê berendamiya xwe ya 67emîn Xelatên Kûreya Zêrîn ragihand û di heman demê de ji bo rola xwe di Inglourious Basterds de ji Koma Lîstikvanên Screenê ji bo Lîstikvana Piştgiriya Herî Baş û Performansa Berbiçav ji hêla Cast of a Motion de berendam hate hilbijartin.

Giştîve biguhêre

 
Kruger di sala 2009an de li Festîvala Fîlman a Venedîkê

Kruger di sala 2004an de di kovara People's di nava "50 Kesên Herî Bedew Li Cîhanê" cih digire û du caran di lîsteya Maxim "Hot 100" de derketiye: di sala 2005an de di rêza 50an de û di sala 2009an de di rêza 88an de cih girtiye.[10][11] Di sala 2010an de di lîsteya AskMen ya "Rêza 99 Jinan" de jî di rêza 83 de cih digire.

Kruger balyozê brandê ye ji bo hilberînerê demjimêrên Swîsreyî Jaeger-LeCoultre e.[12] Di kanûn sala 2009an de wekî "berdevkê modela" cîhanî ya L'Oréal hate ragihandin. Di gulana sala 2010an de hate ragihandin ku ew dibe rûyê herî dawî ji bo xeta bîhnxweş a herî nû ya Calvin Klein, Beautyê.

Jînenîgarî biguhêre

Kruger bi awayekî baş bi zimanê almanî, inglîzî û fransî diaxive. Wekî din, wê heşt salan di dibistanê de latînî xwendiye, lê zimanê latînî baş nizane.[13] Di salan 2013an de bûye hemwelatiya Amerîkayê.[14] Kruger diyar kiriye ku tirsa wê ji hespan heye û di ti fîlmên ku hewce dike li hespan siwar bibe yan jî pê re têkilî daynin cih nagire û da zanîn ku ji ber vê yekê çend caran dev ji rola xwe berdaye. Tirsa wê ji ber ku berê bi qezayî ji heywanan ketiye xarê tê.[15]

Di sala 1999an de, wê dest bi hevdîtina bi lîstikvan û derhênerê fransî Guillaume Canet kir û di 1ê îlona sala 2001an de zewicîn.[16] Herdûyan di Joyeux Noël (2005) de bi hev re rol werdigirtin û di sala 2006an de ji hev cuda bûn.[17] Kruger anî ziman jiber ku kariyera wan ew li deverên cuda yên cîhanê dihêle, zewaca wan bi ser neket.[18]

Fîlmografî biguhêre

Fîlm biguhêre

Sal Sernav Rol Ziman Nîşe
2001 Point de lendemain (fr) Agnes Fransî Mijara kurt
2002 Duelles Sabine Beş: "Mauvaise conduite"
The Piano Player (de; fr; ru) Erika Nile Înglîzî Sernavê amerîkî: The Target[19]
Not For, or Against (Quite the Contrary) A call girl Fransî Sernavê fransî: Ni pour, ni contre (bien au contraire)
Mon Idole Clara Broustal Sernavê înglîzî: Whatever You Say
2003 Michel Vaillant Julie Wood
2004 Troy Helenê Înglîzî
Wicker Park Lisa
Narco La fille du night-club Fransî
National Treasure Abigail Chase Înglîzî
2005 Joyeux Noël Anna Sørensen Fransî, Înglîzî,
Almanî
Frankie (fr) Frankie Fransî
2006 Les Brigades du Tigre Constance Radetsky Sernavê înglîzî: The Tiger Brigades
Copying Beethoven Anna Holtz Înglîzî
2007 Goodbye Bafana Gloria Gregory
Days of Darkness Véronica Star Fransî Sernavê înglîzî: L'Âge des ténèbres
The Hunting Party Mirjana Înglîzî
National Treasure: Book of Secrets Abigail Chase
2008 Anything for Her Lisa Fransî
2009 Inglourious Basterds Bridget von Hammersmark Înglîzî, Fransî, Almanî
Mr. Nobody Anna Înglîzî
Farewell Femme jogging Fransî Sernavê fransî: L'Affaire Farewell
2010 Inhale Diane Stanton Înglîzî
Lily Sometimes (fr) Clara Fransî Sernavê fransî: Pieds nus sur les limaces
2011 Unknown Gina Înglîzî
Forces spéciales Elsa Fransî Sernavê înglîzî: Special Forces
2012 Farewell, My Queen Queen Marie Antoinette Sernavê fransî: Les adieux à la Reine
Un plan parfait Isabelle Sernavê înglîzî: A Perfect Plan / Fly Me to the Moon
2013 The Host The Seeker/Lacey Înglîzî
Me, Myself and Mum Ingeborg Fransî Sernavê fransî: Les Garçons et Guillaume, à table!
The Galapagos Affair: Satan Came to Eden Margret Wittmer Înglîzî Çîrok / Deng
2014 The Better Angels Sarah Bush Lincoln
2015 Fathers and Daughters Elizabeth
Disorder Jessie Fransî
Sky Romy Înglîzî
2016 The Infiltrator Kathy Ertz
2017 In the Fade Katja Sekerci Almanî Sernavê almanî: Aus dem Nichts
All That Divides Us Julia Keller Fransî
2018 JT LeRoy Eva Înglîzî
Welcome to Marwen Deja Thoris
2019 The Operative Rachel
QT8: The First Eight Herself Belgefîlm[20]
2022 The 355 Marie Schmidt
TBA Marlowe Clare Cavendish Di asta çêkirinê de ye
TBA Joika Tatiyana Volkova Di asta çêkirinê de ye

Televîzyon biguhêre

Sal Sernav Rol Ziman Nîşe
2010 Fringe Miranda Greene Înglîzî Beş: "Olivia. In the Lab. With the Revolver"
2013–2014 The Bridge Detective Sonya Cross Înglîzî Rola sereke
2022 Swimming with Sharks Joyce Holt Înglîzî Rola sereke

Xelat û berendamî biguhêre

 
Kruger di dema beşdariya xelata Peabody Awardsê ya sala 2014an
Sal Xelat Kategorî Karê berendamiyê Encam
2003 Festîvala Fîlman a Cannesê[21] Chopard Trophy ji bo Peyxama Jinê N/A Qezencbûyî
2004 Xelata Bambi[22] N/A N/A Qezencbûyî
Xelata Saturn Herî Baştirîn Lîstikvana Piştgiriyê National Treasure Berendamî
2007 Teen Choice Awards Hilbijartina Lîstikvanê Fîlmê - Çalakî, Serpêhatî National Treasure: Book of Secrets Berendamî
2009 Broadcast Film Critics Association Best Cast Inglourious Basterds Qezencbûyî
Civata Rexnegirên Fîlman a San Diegoyê Best Cast Qezencbûyî
Xelata Saturn Herî Baştirîn Lîstikvana Piştgiriyê Berendamî
Online Film Critics Society Herî Baştirîn Lîstikvana Piştgiriyê Berendamî
2010 Screen Actors Guild Awards Performansa Berbiçav ji hêla Lîstikvanek Di Wêneyek Motion de Qezencbûyî
Screen Actors Guild Awards Performansa Berbiçav ji hêla Lîstikvanek Jin a Di Rola Piştgiriyê de Berendamî
2013 Festîvala Fîlman a Newport Beach ê[23] Lîstikvana Herî Baş Un plan parfait Qezencbûyî
2015 Xelatên Elle Style Lîstikvana Fîlm a Herî Baş N/A Qezencbûyî
2017 Festîvala Fîlman a Cannesê Lîstikvana Herî Baş In the Fade Qezencbûyî
Xelatên Satellite Lîstikvana Herî Baş - Fîlmê Sînemayê Qezencbûyî [a]
2018 Xelata Filman a Almanyayê Lîstikvana Herî Baş In the Fade Berendamî

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Nast, Condé (15 tîrmeh 2016). "Diane Kruger Was a Runway Star First". Vogue (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 24 nîsan 2022.
  2. ^ Jul 15, Hana Asbrink Updated. "25 Times Birthday Girl Diane Kruger Wowed Us with Her Fresh-Faced Beauty". InStyle (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 nîsan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  3. ^ "TLS - Times Literary Supplement". TLS (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 24 nîsan 2022.
  4. ^ "Diane Kruger "Farewell, My Queen"Stephen Holt Show | Ghostarchive". ghostarchive.org. Roja gihiştinê 24 nîsan 2022.
  5. ^ "Diane Kruger interview". www.telegraph.co.uk. Roja gihiştinê 24 nîsan 2022.
  6. ^ "MATCHESFASHION.COM". web.archive.org. 9 hezîran 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 hezîran 2013. Roja gihiştinê 24 nîsan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  7. ^ "Elite Model Look". web.archive.org. 23 çiriya pêşîn 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 çiriya pêşîn 2014. Roja gihiştinê 24 nîsan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  8. ^ "Model not found | Models | The FMD". The FMD - FashionModelDirectory.com.
  9. ^ "Festival de Cannes 2022". www-festival--cannes-com.translate.goog (bi fransî). Roja gihiştinê 24 nîsan 2022.[girêdan daimî miriye]
  10. ^ "2005 Hot 100". web.archive.org. 5 îlon 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 îlon 2011. Roja gihiştinê 24 nîsan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  11. ^ "2009 Hot 100 List - Maxim". www.maxim.com (bi îngilîziya amerîkî). 30 nîsan 2009. Roja gihiştinê 24 nîsan 2022.
  12. ^ "PROFESSIONAL WATCHES™ | Luxury Watches: New Boutique: Diane Kruger helps unveil Jaeger-LeCoultre's Cannes boutique". web.archive.org. 31 kanûna paşîn 2010. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 31 kanûna paşîn 2010. Roja gihiştinê 24 nîsan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  13. ^ Knight, Chris (19 kanûna paşîn 2018). "'When the film has its own life, it's wiser to listen to the film': Diane Kruger and Fatih Akin on In the Fade". National Post (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 nîsan 2022.
  14. ^ "Diane Kruger Talks American Citizenship on Chelsea Lately: "I Did Get the Flag Wrong"". E! Online. 16 tebax 2013. Roja gihiştinê 24 nîsan 2022.
  15. ^ Darwish, Meaghan. "Diane Kruger & Norman Reedus Share Their Fears on 'Friday Night In' (VIDEO)". TV Insider (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 24 nîsan 2022.
  16. ^ "Guillaume Canet Interview - Love Me If You Dare Movie". web.archive.org. 21 tîrmeh 2010. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 21 tîrmeh 2010. Roja gihiştinê 24 nîsan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  17. ^ "News Archives". Hollywood.com (bi îngilîziya amerîkî). 21 nîsan 2022. Roja gihiştinê 24 nîsan 2022.
  18. ^ "Vintage Kruger". The Sydney Morning Herald (bi îngilîzî). 9 nîsan 2007. Roja gihiştinê 24 nîsan 2022.
  19. ^ "The Target (2002) - Rotten Tomatoes". Rotten Tomatoes. Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2018.
  20. ^ McNary, Dave (13 sibat 2019). "Director Reclaims Rights to Documentary '21 Years: Quentin Tarantino' (EXCLUSIVE)". Variety. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2020.
  21. ^ Yuan, Jada (21 gulan 2012). "How Diane Kruger and Joshua Jackson Do Cannes". Vulture. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2014.
  22. ^ "Bambi Award Past Winners". Bambi Awards. Ji orîjînalê di 26 îlon 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2014.
  23. ^ "Diane Kruger Awards". IMDb. Ji orîjînalê di 22 tîrmeh 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 tîrmeh 2014.

Girêdanên derve biguhêre


Xeletiya çavkanî: <ref> tags exist for a group named "lower-alpha", but no corresponding <references group="lower-alpha"/> tag was found