Biloka

Gundekî Qosera Mêrdînê

Biloka(bi tirkî: Uzunkaya ), gundekî girêdayî navçeya Mêrdînê Qoserê ye ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye şewitandin.sala 2004 dîsa hat avakirin nuha deh mala nêzîkî penci mirov le dijî tê zanîn şêniyewe sala 1993- 350 kesbû

Dîroka Biloka biguhêre

Te gotin gunde Biloka berî niha nezîkî 850 salî hebûye. Niştecihên wê ji navçeya Êlihê, Kercewse hatine. Kesên berê hatine, navê gundê xwe yê berê jî bi xwe re anîne û bûye Biloka. Gundî ji êla Kurd, Aşitî ne, ango Aşitiyayî ne.

Li ser Biloka biguhêre

Gund bi qasî 15 km li bakurê Qoserê dikeve. Di nava cogfafyayeke çiyayî de ye. Li rojavayê wê Girê Şêran, li bakur Latê Gewr û rojhilatê jî Sukura Kevirê heye.

Xwarinên wê yên navdar, goştê sêlê, nanê şilîkî û dimis (mot) e. Xwezaya gund gelek ciwan û balkêş e û ji bo seyranê baş e.

Destana evîndariyê ya binavê "Hesenê mala Mûsa Hedka (Etka) Qaso" tê gotin ku bingeha xwe ji vê gundê digire û bi qasî 300-350 sal berê, li wir serpêhatî pêkhatiye.

Di zargotina Kurdî de cihê Biloka biguhêre

  • Nêriyê Biloka. Yek ji yekê re dibêje "Qey tu bûye nêriyê Biloka".