Bilê

ji bajarokên Başûrê Kurdistanê ye

Bilê yek ji bajarokên Başûrê Kurdistanê ye. Ev bajarok li devera Barzan û ser bi navçeya Mêrgesorê li stan anko parêzgeha Hevlêrê ye. Niha, Bilê yek ji navendên bazirganî û kargêrî yên çalak li devera Barzan e.

Bilê
WelatBaşûrê Kurdistanê
DewletHerêma Kurdistanê, Îraq
ParêzgehHewlêr
NavçeMêrgesor
NahiyeBarzan
DemonîmBileyî, Xelkê Bilê
biguhêreBelge
Map
Bilê

Eger sikir an bendava Bêxmê bihêt çêkirin, heye ko Bilê hemî bin ava sikirî ve bibit. Astê ava sikirê Bêxmê, eger hemî qonaxên wê bihên bicihkirin, dê 600 metiran li ser astê deryayên azad da bit û Bilê 530 metiran bilind e.

Erdnîgarî biguhêre

Bilê li 36° 51' 43 yên bakur û 44° 3' 54 yên rojhilat hilkevtîye. Bilê li ser rûbarê Zêyê Mezin anko Zêyê Behdînan anko Zabê Mezin e. Li perava bakurî ya Zêyî, li rojhilatê gundê Rêzan hevsî ya Bilê ye û li perava başûr, Bîrakepra, Seftê, Pirêse, Zoregvan û Alka hevsiyên wê ne.

Hêşet biguhêre

Xelkê Bilê tevayî Kurd in û bi Kurmancî diaxivin. Dînê Bileyiyan Îslam û Mezhebê wan Şafiî ye.