Bikarhêner:Balyozxane/ceribandin

Hêvî[a] (bi tirkî: Kürd Talebe Hêvî Cemiyeti)[b] rexistin an jî cemiyeteke edebî[3] ya telebeyên kurd bû ku di 9ê tebaxa 1912an (rûmî 27ê temûza 1328an) de li Stembolê hatiye damezrandin.[4] Hêvî yekem rêxistina legal a telebeyên kurdan bû[5] ku di nav cemiyetên ku li Stembolê beriya 1914an hatine avakirin de cemiyeta herî imr-dirêj û aktîv bû.[6]

Merkeza cemiyetê li semta Sirkeci ya Stembolê bû.[7] Şaxên wê li Erzîrom[7] û Lozanê[6] jî hatine avakirin. Cemiyet bi qezeteya Bangê Kurd ya Babanzâde Cemal li Bexdayê têkilî danî.[6]

Armanca cemiyetê pêşxistina kultura kurdî û danasîna kurdîtiyê bû ku ji bo vê hedefê cerîdeyên bi navê Rojî Kurd, Hetawî Kurd û Yekbûn neşr kirin.[3]

Endamên cemiyetê piştî destpêkirina Şerê Cîhanî yê Yekem xistin ordiya osmanî û dawî li cemiyetê hat.[6]

Avakirin

biguhêre

Cemiyeta Hêvî ji aliyê Qedrî Cemîl Paşa (tr) (Zinar Silopî) û çend hevalên wî ji Mekteba Alî ya Zîreetê li Halkaliyê (tr) wekî Omer Cemîlpaşa, Fûad Temo û Cerahîzâde Zekî yê Dîyarbekirî ve li semta Sirkeci ya Stembolê hatiye avakirin.[7] Omer Cemîlpaşa bû sekreterê giştî ya cemiyetê, dûre Memdûh Selîm kete cihê wî. Di wextekî kurt de endamên cemiyetê 200î derbas bû.[6]

Komele, bi esasî dixwest ku divê Kurd ji prensîbên Wilsonê îstîfade bikin. Rêxistinê û her wiha di avakirina Cemiyeta Tealiya Kurdistanê de ji gelek alîkariya wê çêbû.

In an article listing the organization's goals, it was stated that these included: 1) To work to unite and bring together Kurdish students by introducing them to
each other, 2) to develop Kurdish literature and language, 3) to open madrasas
and schools in Kurdistan as well as to construct mosques, 4) to instruct poor
Kurdish students in schools how to read, to teach them science and arts and to
help those who are poor, in short, to work for the welfare and happiness of the
Kurds.[8]

Vê rexistinê bi navê " Hînkerê Zimanê Kurdî" pirtûkek di 1921ê de amade kirin.[9] Di pêşgotina pirtûkê de ev hatiye nivîsandin, bi sernavê çend gotin " Ev kitêba piçûk û nehêja (Hînkerê Zimanê Kurdî) em çap dikin rêberkî bibe bo wan hevalan ku zimanê kurdî nizanin. vî eserê xwe da em dixwazin bi tenê (peyivîn)a zimanê kurdî hîn bikin. Loma em baş bala xwe nedane li imla û qawaîd. Wezîfa adilandina ew (nivîsîn) ku baş bi zimanê me nayê çêkirin ev girêdana qawaîdeme ku hêja ne mezbûte em dihêlin bo ustad û zanan. Hingî ji desta me hatiye em xebitîne galegal çawa tê gotin usa bê nivîsin. Bi nivîsîna ev kitêb carkî dî ji baş baş xuya dibe em çiqa hewce adilandina wan herfan e. "Hêvî Civata Talebe Kurdan" dilşaye bi serkirina ev kitêb lê xebatê xwe neh salan. "Hêvî Civata Telebê Kurdan" Ev nivîs bi soranî û tirkî jî heye.

Piştî destpêkirina şerê yekê yê cîhanê, endamên vê komeleyê ku bi piranî ji ciwan û xwendakaran pêk dihat, xistin nav artêşê de û kirin leşker. Hêvî belav bû, lê piştî şerê endamên Hêvî dîsa kom bûn û bi çend endamên Cemiyeta Tealiya Kurd rêxistina Teşkîlata Îçtimayiyetê saz kir.

Bêhtir Xwendin

biguhêre

Derbarê vê rêxistinê de gelek nivîs, lêkolîn û qûncik hatine nivîsîn, Malmîsanij û Abdullah Keskin jî derbarê vê rêxistinê de pirtûkek bi navê 'Kürt Talebe-Have Cemiyeti' nivîsandiye.

  1. ^ Herwiha bi navên Cemiyeta Hêvî, Civata Telebeyên Kurdan Hêvî,[1] Cemîyeta Hêvî ya Xwendekarên Kurd,[2] Komela Hêvî,[2] Komela Xwendekarên Kurd Hêvî,[2] Civata Hêvî ya Feqehê Kurdan,[2] û Cemîyetî Talabeyî Hêwîyî Kurd[2] jî derbas dibe.
  2. ^ Herwiha bi navên Kürd Hêvî Talebe Cemiyeti, Hêvî Kürd Talebe Cemiyeti, Kürd Heyvi Talebe Cemiyeti, Hêvi Cemiyeti, Kurd Talebe Hêvî Cemiyetî jî derbas dibe.[2]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Bozarslan, Siddik (14 nîsan 2022). "ROJÎ KURD (Stanbol 1913)". Netewe (bi holendî). Roja gihiştinê 24 hezîran 2024.
  2. ^ a b c d e f Veroj, Seîd (6 îlon 2020). "Cemîyeta Hêvî: Yekemîn Rêxistina Xwendekarên Kurd Berîya 108 Salan Hatîye Damezrandin". Kovara Bîr. Roja gihiştinê 24 hezîran 2024.
  3. ^ a b Kemal, Kürdzade (1985) [1918]. Terciman: M. Emîn Bozarslan. "KÜRDLERE: BUGÜNKÜ GÖREVİMİZ". Jîn: Kovara Kurdî-Tirkî & Kürdçe Türkçe Dergi (1918-1919). Swêd: Weşanxana Deng. II: 358.
  4. ^ Veroj, Seîd (10 hezîran 2024). "Doktor Şükrü Mehmed Sekban'ın Kürd Cemiyetleri (Örgütleri) İçerisindeki Faaliyetleri-2". Kovara Bîr (bi tirkî). Roja gihiştinê 24 hezîran 2024.
  5. ^ Bulak, İbrahim (24 sibat 2020). "Kürt ulusal davasına adanmış bir ömür: Ekrem Cemilpaşa". Rûpela nû (bi tirkî). Roja gihiştinê 24 hezîran 2024.
  6. ^ a b c d e Bajalan 2013, r. 811.
  7. ^ a b c Silopi, Zinnar (1969). Doza Kürdüstan KURT MİLLETİNİN 60 SENEDEN BERI ESARETTEN KURTULUŞ SAVASI HATIRATI [Doza Kurdistanê Xatirata Şerê Rizgariya Mileta Kurd ji Esareta 60 Salan] (bi tirkî). Stewr Basım-evi. r. 28.
  8. ^ Bajalan 2013, r. 813.
  9. ^ http://www.pirtukakurdi.com/index.php?route=product/product&product_id=2459&search=hinker

Bîbliyografî

biguhêre