Memdûh Selîm

Siyasetmedarê kurd

Memdûh Selîm an jî Memduh Selîm Begê Wanî (jdb. 1880 li Wanê , m. 1976) Ji pêşengên dîplomatên kurd bû, endazyarê avakirina pêwendiya ye di navbera Kurdan û Ermeniyan de û Hîmdarê damezirandina Komela Xoybûnê bû. Memduh Selim li Wanê dayîk bû .Navê bavê wê Cemîl Tewfîq bû. Di hin cihan de jî navê wî Memdûh Cemîl Begê Selîm hatiye nivîsandin, hem jî bi navê Eskender Begê hatiye naskirin, ev navê wî yê veşartî bû. Memdûh Selîm xwendina destpêkê li Wanê û ya bilind li Stenbolê di felsefeye û ramyariyê de bi dawî aniye û di gel re jî fêrî zimanê Fransî dibû.

Memdûh Selîm
JidayikbûnSala 1880
MirinSala 1976
EsilKurd
HevwelatîÎmperatoriya Osmanî
PerwerdeZanigeha Wanê
PîşeDîplomat, Siyasetmedar
biguhêreBelge

Ji encamên dostaniya wî bi ermeniyan re fêrî zimanê Ermenî jî bûye, jixwe zimanê kurdî zimanê axaftina mala wî bû. Li Stenbolê de ew mamosteyê wêjeyê û pêwendiyên wî bi rewşenbîrên Kurdan, Ermeniyan û Tirkan re çêbûye, nexasim bi Kurdên Stenbolê re wek Bedirxaniyan, Nehriyan, Babaniyan, malbata Cemîl Paşa û kesayetiyên wek Abdellah Cewdet, Kemal Fewzî, Hemzeyê Miksî, Xelîl Xeyalî, Mustefa Beg û Bozan Begê Berazî, Dr. Mihemed Şikrî Segvan û wiha di nav tevgerqa netewî Kurdî de jî xwedî cihekî berz bû.. Wiha jî pêwendiyên wî bi Ermeniyan re jî hebûn û cihê baweriya rewşenbîrên Ermeniyan bû wiha jî endamên partiya Taşnaq . Di salên xwendina li Stenbolê de beşdarî di damezirandina gelek komeleyên Kurdî de kiriye. Di sala 1913 an de wek kadirekî di kovara (Rojî Kurd) de cih girtiye. Di dawiya ţerê cihanê de ku wî jî beşdarî têde kiribû, bi welatparêzên Kurdan re li Stenbolê Cemiyeta Tealiya Kurd damezirandiye û di sala 1918/1919 an de kovarek bi navê Jîn weşandine. 25 hejmar ji vê kovarê hatine weşandin, ji hejmara yekê ta bîstan berprisyarê wê Hemze Begê Miksî bû, ji hejmara 21 an heta hejmara dawî (25) Memdûh Selîm Beg bi berpirsyariya wê rabûye.Kovara Jîn weşana fermî ya rêxistina Cemiyeta Tealiya Kurdê bû. Di Cemiyeta Tealiya Kurdê de, ew li rexê Emîn Alî Bedirxan û kurên wî sekiniye û doza serxwebûna Kurdistanê kiriye, vajî Şêx Abdulqadirê Nehrî serokê komelê û Zeynelabidîn berbirsyarê komelê li Edene û her wisa di sala 1918/1919 an de Memdûh Selîm di gel Sureya Bedirxan, Arif Mêrdînî, Nicmedîn Kerkûkî, Abdullah Cewdet.. sekiniye û komela (Lique Kurde) damezirandine.. Di 20 çêriya paţî sala 1919 an de Memdûh Selîm karîbû bi hunera dîplomasiya xwe, raya komeleyên Kurdî (Komela Tealî Kurdistanê, Komela Teşkîlatê Îctîmaiye, Komela Serxwebûna Kurdistanê û yên din), di bin serokatiya Şerîf Paşa de bike yek û Şerîf Paşa wek nûnerê Kurdan bi Nûbar Paşa nûnerê Ermeniyan re beşdar bibe û herdû bi hev re doza mafê netewên xwe bikin.. Anku Memdûh Selîm karîbû Kurd û Ermenan li hev bîne, berî ku peymana Sevrê di roja 10.8.1920 an de bê mor kirin.. Tevî qirkirina Ermeniyan û gunehê ku bi rex Kurdan de dihat avêtin û hê jî tê avêtin.. Di sala 1922/1923 an de Memdûh Selîm neçar dibe ku Stenbolê li paţ xwe bihêle.. Hingî diçe Misrê, bajarê Qahîre bal Sureya Bedirxan û pêlekî li wîr kar dike.. Piştî têkçûna serhildana Şêx Seîdê Pîranî di 1925 an de, careke din welatparêzên Kurd, ronakbîr û hîmdarên komeleyên Kurdî yên Stenbolê di Rojhilata Navîn û Ewrûpa de belav dibin û Kemalîst piraniya serok eşîr, şêx û axayên Kurdan Sirgûnî Anadola Rojava dikin.. Di sala 1926 an Mîr Celadet Alî Bedirxan bo mirina bavê xwe Emîn Alî, ji Almaniya hatibû Qahîre. Li Qahîre çav bi birayê xwe Sureya û dostê xwe Memdûh Selîm, hevalê rojên Stenbolê dikeve.. Piştî veşartina Mîr Emîn Alî Bedirxan di goristana Qahîre de, her sê ronakbîrên Kurd di rewşa welat û welatiyên xwe de diponijin û di encam de ramana damezirandina komeleyeke Kurdî ya nû bi alîkariya Ermeniyan diket serê wan de.

Memduh Selim di wêjeyê de

biguhêre

Nivîkarê rehmetiyê Mehmed Uzun jî di romana xwe ya Siya evînê , ya sisyan de, beşek ji jiyan û xebata Memdûh Selîm Begê Wanî aniye ziman.


Çavkanî

biguhêre

https://www.kurdipedia.org/default.aspx?q=20181022133911159432&lng=8